Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê wekî faktorekî aramiyê ye

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê wekî faktorekî aramiyê ye

Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek li gel kurdên dîasporayê û dostên Kurdistanê li Parîsê pêk anî.

A+A-

 
Di dema serdana xwe ya Parîsa paytexta Fransa, êvara pênçşemê 11/07/2019an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek ligel kurdên dîasporayê û dostên Kurdistanê li Parîsê encam da.
Di bernameyê da nûnerên sazî û dezgehên kurdan li Parîsê, dostên kurdan ê fransî, Balyozê Iraqê li Parîsê û nûnerên hejmarek balyozxaneyên welatan amade bûn.
Barzanî aşkere kir ku ew li ser daxwaza Serokê Fransayê hatiye Fransayê û wiha got:”Serdana me ya Parîsê li ser vexwendineke Serokê Fransa birêz Emmanuel Macron bû, doh li koşka Êlîzê me civîneke baş li gel encam da. Wekî hemû aliyek agahdarin peywendiyên Herêma Kurdistanê û peywendiyê giştiyên Herêma Kurdistanê li gel Fransa dîrokî ne. Fransa yekem welat bû biryara dirustkirina navçeya aram ya li Herêma Kurdistanê, di dema xwe da ji bo parastina mîlletê me da. Piştî wê jî li gel dewleta Fransa bi taybetî Serok Mitterand ev peywendî berdewam bûn.”
Herwiha Barzanî piştevaniya Fransayê ya bo navbeynkariya Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî bibîrxist û wiha axivî:”Beriya salekî piştî rûdanên referandumê, Fransa li aliyê siyasî ve rolekî gelek mezin dît ji bo dûbare hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û li wê baweriyê da me eger ev rola siyasî ya Fransa nebûya li wê demê da ku dijwariyeke tund hebû, diyar nebû rewşa Herêma Kurdistanê berev çi aliyek diçû. Fransa dergehê xwe yê siyasî ji bo gelê me vekir û ligel welatên dinê Ewrûpa bi mebesta çareserkirina kêşeyan li gel Bexda hewla ciddî da.”
Di berdewamiya axaftina xwe jî da Barzanî behsa pêkhateya kabîneya nehem a Herêma Kurdistanê jî kir û wiha bi dawî kir:”Pirsa kurd li Rojhilata Navîn pirseke ciddî ye û pêwîste çareser kirina wê jî siyasî bê, li wan welatên ku kurd têda dijîn her yek li gor taybetmendiya xwe. Xweşhalim radigihînim ku doh kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel aliyên beşdarên hikûmetê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Tevgera Goran û Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê û aliyê siyasiyên turkmen û mesîhî hate pêkanîn.”
DiğerE-postaLinkedInTelegramTwitterFacebook

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin