
Trump û Pizîşkiyan peyman îmze kir
.
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan peymana demkî ya di navbera her du welatan de îmze kir.
Peymana demkî ya di navbera Amerîka û Îranê de ji 14 xalan pêk tê ku armanca wê rawestandina şer û vekirina Tengava Hurmizê ye.
Hat ragihandin ku serokên her du welatan peyman bi awayekî elektronîk îmze kiriye.
Malpera Axiosê ragihand ku serokan peymana navbera Amerîka û Îranê bi şêweyê elektronîk îmze kiriye û niha peyman ketiye qonaxa bicihkirinê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Lûtkeya G7an li Fransayê bû û wî kopiyek dema bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bû li Qesra Versayê îmze kiriye.
Koşka Spî jî ev yek piştrast kir.
Îran: Peyman bi formata elektronîk hat îmzekirin
Tehranê eşkere kir ku dê ji bo metna peymanê ti merasîmên îmzekirinê li Swîsreyê neyên lidarxistin.
Ji aliyê Îranê ve jî Serokkomarê wî welatî Mesûd Pizîşkiyan peyman îmze kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî jî da zanîn ku wan li ser wê yekê li hev kiriye ku peyman bi formata elektronîkî be û ji aliyê her du serokên dewletan ve were îmzekirin û got:
“Belgeya Farisî mîna metna Îngilîzî ye û ji aliyê dîn ve hatiye îmzekirin."
Îsmaîl Beqayî diyar kir ku armanca civîna sibe ya li Swîsreyê ne îmzekirina peymanê ye û got, “Mûşekên me ne ji bo dan û standinan in, ji bo avêtinê ne."
Wî destnîşan kir ku ew dê materyalên atomê neşînin derveyî Îranê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin