Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Nebin Dîn

A+A-

Di eslê xwe de peyva Dîn peyveke Hevdeng e. Du maneyên wê hene û her du manêyên wê jî ji hev cuda ne. Maneya pêşî ya peyvê: Kesên ku eqlê xwe wenda kirine û nema dikarin di çerçoveya mantiqê de tevbigerin. Wateya duduyan: Rêya ku mirovan dighîne Reb’bil Elamîn. Ji wan  her duyan re jî Dîn tê gotin.

 

din-002.jpg

Her dînê ku hatî li pey şopa yên berê çûyê û kêmasiyên wan temam kirine. Her pêxemberê hatî li pey şopa pêxemberên din çûnê. Dînê nû hatî li gorî dînên kevin hîn nûjenparêztir in û reformîsttir in.

Dînê nû, herçiqasî reformîsttir be jî ew dîn jî li ser girekî kevnare hatiye avakirin. Bingeha dînê nû dînên kevin in û dinên wendabûyî ne.

Di dersên dîrok û dînê de tê gotin ku dînê nû herdem bi ateîstan re têkoşîn daye û xwestiyê kesên bêbawerî bawermend bike. Ev yeka ku tê gotin ji çîrokê wêdetir naçe û herdem zarokên nûciwan bi van çîrokên derewîn xapandine û xistine mûrîdên xwe. Di eslê xwe de dînê nû herdem bi dînên kevin re şer kiriye û xwestiye desthilatdariyê bike. Dînê Hz. Zerdeşt bi dînên mistîk re şêr kiriye; piştî Hz. Zerdeşt, Hz. Mûsa bi dînê Fîrewn û bi dînê Zerdeştiyê re şêr kiriye; Piştî Hz. Mûsa, Hz Îsa bi dînê Mûseviyan re şer kiriye; Piştî Hz. Îsa, Hz. Muhemmed ji bo desthilatdariyê bi dînê Cihû, Filleh û Zerdeştiyan re şêr kiriye. Elî Şerîatî jî vê yekê dipejirîne û li ser vê mijarê berhem jî nivîsandiye (Dîn Li Hemberî Dîn).

Desthilatdarî di xwezaya mirovan de ye û dîn jî îcadê mirovan e. Herçiqas pêxember wekî nîv melek bên hesibandin û doktirînên dîn ji aliyê Cebraîl ve ji pêxemberê re bên gotin jî, pêxember jî evdên Xwedê ne û ew jî mirov in.

Ji bo ku desthilatdarî zaafeke mirovan ya ku nayê pînekirine di hemû dînan de xwe derdixe pêş. Ev desthhilatdarî xwe wisa derdixe pêş ku wateya doktirînên dîn namîne li şûna xweşiyê zilm li axê şîn tê.

Mirov dikarin desthilatdariyê ji aliyê baş ve pê emel bikin lê mised mixabin ew kursiyê ku gihaştinê ji hertiştî pîroztir dibe, ji îdeoljiyê bi xwe jî mûqeddestir dibe û îdeolojî ji bo kursî tê fedakirin. Wateya tiştekî namînê ji bilî desthilatdariyê.

 

Hemû îdeolojî di eslê xwe de û bi teorîkê baş in lê mixabin gava ew îdeoljî dikevin pratîkê ji wana xirabtir tu îdeoljî nîn e.

Adem û Hewa ji heriyê hatine çêkirin û nêviyên wan destên xwe bavêjin çi heriya destê xwe bi wan tiştên pak ve dikin û wan tenî dikin û wan xira dikin. Wekî Hesenê Metê jî dibêje: “Ademekî ji axê û ji rêxê... tiştek jê dernakeve.”

 

Dînê ku bû desthilatdar û kete nava sîyasetê bi temamî diguhere. Ew dîn tenê xulamtiyê ji siyasetmedar û ji siyasetê re dike. Fayda wî dînê nagihîjê kesekî ji bilî xwînxwaran. Ji destpêka mirovan û heta niha dîn faydeyên mezin nedana mirovan û heta niha ji siyastê re xulamatiyê dikin. Sebaba paşdemiyana mirov, gel, netew û ummetekî tenê dîn û alimokên dînin. Ew alimok in ku tenê xwe û ilmê xwe firotine, ji rêya rast derketine û ji bilî xirabiyê tu fayda wan negihatiyê mirovan û dê tu carî jî negihîje (Ji bilî hin kesayetên baş).

 

Dîn teslîmiyet e. Teslîmiyet Skolostîzm e û Skolostîzm malwêranî ye. Gava mirov kete rêyekê divê hin tavîzan bide; wekî yekî çawa ji gulê hezbike divê hînî striyên wê bibe. Mirov jî gava dikevin rêya dînekî de xirabî û kortên di rê de nabînin; îdeolojiya wan çavên wan kor kiriye, bi korbaweriyekê di rêyekê reş û tarî de dimeşin.

Ji bo meriv bikeve rêya dîn hewce ye meriv dîn bibe. Dîn di eslê xwe de skolastîk e û rexneyan qebûl nake. Dîn tam teslîmiyet û aîdiyetê qebûl dike.

Dîn gellek carna bi fetwayan bira birayan daye kuştin an jî xwişk bi birayan daye kuştin, dîn carna jî cîran bi cîranan daye kuştin. Dîn hertimî zordarî, zehmetî û nexweşî aniye serê hemû insanan. Dîn bi navê bihuştê ev dinya ji mirovan re kiriye dojeh û wekî agirê dojehê bi serê mirovan re hatiye xwarê. Dîn ji mirovan re bûye xezab.

 

Sebeba van hemû xirabiyan nezaniya mirovan e. Herçiqasî di destpêkê de dîn xwendin û ilm pîroz hesibandibe jî pişt re ji vê rêya baş derketiye gellek caran xwendin û ilm weke kufrê dîtiye û wisa nîşanî mirovan daye. Ev alimokên bi vî rengî tevgeriyane ne ji nezanînê wisa kirine bîlakîs ji zanînê û ji mecbûriyê wisa kirine.

Dizanin ku xwendin, ronahî û zanîn e. Zanîn dê dawiya desthilatdariya wan alimokan û dînê wan bîne. Ji vê yekê pirr ditirsin.

Kesekî zana dikare civakeke nezan bi rehetî bi rêve bibe; lê heger civak zana be rêvebirina wan zehmet dibe. Ji berê de gotine: “Li welatê koran kesê bi çavekî dibe mîr.”

Hewce ye mirova azad bifikire û fikrê azad ji xwendin û ilmê rast derdikeve meydanê. Kesên xwenda nayên xapandin, kesên xwenda dibin ronahiya civak û gelê xwe.

Azadîbûna me di ilm de veşartiye, lewma Şêx Mûşşerf dibêje: Kesê xwende mûheqqeq her emîr e, nexwende her wekî pîvaz û sîr e

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
2 Yorum