
Komên Filistînî li hev kir: Li Xezeyê dê hikûmeteke teknokrat a serbixwe were avakirin
.
Hemas, Fetih û komên din ên Filistînî di civîneke li Qahîreyê de biryar da ku birêvebiriya Xezeyê ya piştî şer radestî komîteyeke demkî bikin ku ji teknokratên serbixwe pêk tê.
Komên sereke yên siyasî yên Filistînê, li ser birêvebiriya Xezeyê ya piştî şer rêkeftineke dîrokî îmze kir.
Di daxuyaniyeke hevpar a ku li ser malpera Hemasê hat weşandin de hat ragihandin ku koman li hev kiriye ku "birêvebiriya Xezeyê radestî komîteyeke demkî ya Filistînî bikin ku ji teknokratên serbixwe pêk tê.”
Li gorî nûçeya Al Arabiyayê, di biryara ku di civîna li Qahîreyê de hatiye standin de, ew komîte dê li Xezeyê "bi hevkariya birayên Ereb û saziyên navneteweyî xizmetên bingehîn kordîne bike û jiyana sivîl îdare bike."
Komên Filistînî di daxuyaniyê e bi armanca misogerkirina yekîtiya niştimanî, banga "diyarkirina stratejiyeke hevpar" û jinûveavakirina Rêxistina Rizgariya Filistînê kir.
Li gorî çavkaniyan, nûnerên Hemas û Fetihê bi mazûvaniya Misirê, qonaxa duyemîn a plana agirbestê ya bi piştgiriya Amerîkayê jî gotûbêj kiriye.
Di hevdîtinan de aliyan, li ser bihêzkirina eniya navxwe ya Filistînê û nîşandana helwesteke hevpar a li hemberî polîtîkayên hikûmeta Îsraîlê li hev kir.
Ji bilî Cîhada Îslamî ya hevalbenda Hemasê, Eniyên Demokratîk û Gel ên ji bo Rizgariya Filistînê yên bi ser Rêxistina Rizgariya Filistînê ve jî beşdarî civînan bûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin