
Baroya Colemêrgê ji bo parastina Denîz Undav rabû ser pêyan
.
Di maça Lîga Ewropayê ya UEFAyê ya di navbera Fenerbahçe û Stuttgartê de, hem li nava qadê û hem jî li ser trîbunan êrişên nijadperestî li hemberî lîstikvanê Kurd ê Stuttgartê Denîz Undav hatin kirin.
Bi hezaran alîgirên Fenerbahçeyê dijûnên giran li Denîz Undav kirin û lîstikvanên Fenerbahçeyê jî hewl da ku êrişî wî bikin.
Baroya Colemêrgê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya Xê ragihand ku ew dê li dijî şirovekarê futbolê Serkan Balci û kesên din ên ku gotinên nefretê bi kar anîne gilî bikin.
Di daxuyaniya Baroya Colemêrgê de wiha hat gotin:
"Em wekî Baroya Colemêrgê radigihînin ku dê derbarê şirovekarê futbolê Serkan Balci yê ku li hemberî futbolîstê Kurd Denîz Undav daxuyaniyên bi heqaret dane û her wiha derbarê şirovekarên din û bikarhênerên Twitterê yên ku zimanê nefret û heqaretê bi kar anîne ji ber sûcên 'tehrîkkirina gel a ji bo kîn û dijminatiyê' û 'nefret û cihêkariyê' gilî bikin."
Futbolîstê berê Serkan Balci di bernameyeke werzişê de heqaret û dijûn li Denîz Undav kiribûn û ew kiribû hedef.
Her wiha gelek aliyan jî diyar kir ku Undav ji ber nasnameya xwe ya Kurd rastî êrişan hatiye û êriş şermezar kirin.
Tîma Stuttgartê jî li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê peyamek belav kir û got:
"VfB Stuttgart 1893 cihêrengî, tolerans, bihevrejiyana birêz û lîstika adil temsîl dike.
Cihê nijadperestî, tundî, cihêkarî û dûrxistinê ne di formayên sor-spî de, ne li stadyumê û ne jî di ti beşên civaka me de heye."
Denîz Undavê ku bi eslê ji parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye Kurd ê Êzidî ye û sala 1996an li bajarê Achimê yê Almanyayê ji dayîk bûye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin