Mahmûd Lewendî

Mahmûd Lewendî

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Nameyeke vekirî

A+A-

(Min ev name di 28-10-2002an de nivisî, ez careke din li vir belav dikim)

 

Tarîx carna tekerrur dike. Rewşa ku îro kurdên başûrê Kurdistanê têde ye tekerrureke salên 1975an e. Fersendeke nêzîkî rewşa îro ketibû destê kurdan, lê kurd bi lîstik û zora dijmin li ortê man û ji mecbûrî û bi tehdîdên dijmin dev ji wê fersenda tarîxî berdan. 25 sal di ser re derbas bû û îro rewşeke hê baştir ketîye destê kurdan. Hem ji alî sîyasî û hem jî ji alî aborî û stratejîkî kurd di rewşeke gelek baş de ne.

 cumhuriyet-21-04-1965.jpg

Lê her dîsa mîna salên 1975an dijminên milletê kurd –di serî de Tirkîye- dixwazin kurdan bi temamî ji navê rakin.

 

Di salên 1975an de mumkun e teknîka ragehandinê hewqas ne li pêş bû, ji ber wê jî, ji bilî kesên ku bi pirsa kurdî mijûl bûn û kesên sîyasî û li alîyekî din jî dijminên kurdan pê ve tu kesî nizanîbû ku çi dibe, çi diqewime. Lê îro dem ne ew dem e. Îro li herçar alîyê Kurdistanê ji xelkê gundan bigre heta bi xwendevan û karker û tucaran herkes roj bi roj pirsa kurdî taqîb dike. Herkes dixwaze parçe-axeke Kurdistanê rizgar bibe.

 irak-kurdistan-1966.jpg

Sîyasetmedar û rêveberên başûrê Kurdistanê li gor qudret û şîyana xwe kar dikin. Û hîç gumanek têde nîne ku ew jî bi qasî me, Kurdistaneke serbixwe dixwazin.Û dijmin jî bi vê yekê baş dizane. Bi taybetî jî Tirkîye baş bi vê yekê dizane. Loma ev serê çend mehan e ku bi axaftinên tund û tûj kurdan tehdîd dikin.

 

Serokwezîrê tirkan Bulent Ecevît, serokpartîyên tirkan Devlet Bahçelî, Tansu Çîller, Denîz Baykal, Mesut Yilmaz, Erdogan, I. Cem û hemûyên din bi devê eskeran diaxifin; û dibêjin bi çi awayî dibe bila bibe, em ê fersendê nedin dewleteke kurdî, an jî Kurdistaneke federatîf.

Ger îmkanên we hebin li rojnameyên tirkan ên salên 1961 ta 1975an binêrin. Wê demê jî kurdan ji %70-80 yê axa Kurdistanê rizgar kiribû. Kerkuk fîîlî di nav sînorên Kurdistanê de bû. Lê her eynî çîrok û eynî tehdîdên tirkan yên îro, her wê demê jî hebûn, lê di encam de bi dek û dolabên tirk û ecem û ereban, kurd mecbûr man dest ji çekan berdan. Tirk ti caran naxwazin ku li ber pozê wan Kurdistaneke serbixwe, federatîf an jî otonom ava bibe. Hela tew nêzîkî sînorên ”wan” kurmanc hukum bikin! Ew vê yekê qet naxwazin. Ji ber ku ew baş dizanin ku di warê millî de ev yek tesîreke mezin li ser kurdên bakur dike. Loma jî çi ji destê wan hatîye kirine, dikin û ew ê hê jî bikin.

 cumhuriyet-21-03-1970.jpg

Lê ji cepheya kurdên bakur tu deng nîne! An jî dengekî giştî û kîtlewî dernayê!

Çi kurdên li Kurdistana bakur û çi jî yên li derveyî welat, dengekî bilind ji kesî dernayê! Çima!? Hewqas kurdên ku li gelek bajarên Kurdistana Bakur ji bo hilbijartinê dicivin, çima nikarin van tehdîdên tirkan protesto bikin.

 

Em kurdên Ewrupayê, çi bi me hatîye? Çima dengek ji me dernayê? Çima em nikarin li hember van tehdîdan, Tirkîyê rûreş bikin? Gelo bêdengîya me zerarekê nagihîne me? Gelo em ji vê kirina Tirkîyê ne aciz in?

 

Werin, yek bi yek, bi hev ra, kom bi kom, grûb bi grûb, li kuçe û kolanan, bi nivîskî, bi rîya înternetê, her bi çi rîyê dibe, em ji bo dewletbûnê, piştgirîya  Kurdistana Başûr bikin. 

Kurdistaneke serbixwe ya bi kîjan rejîmê were îdarekirin bila were îdare kirin, ji bêdewletbûnê çêtir e. Rejîm kengî be duguhere, lê dewlet her tim bi dest me nakeve.

28-10-2002, Stockholm

Önceki ve Sonraki Yazılar