Serdar Roşan

Serdar Roşan

nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

​​​​​​​Nameyek ji burcên Amedê

A+A-

 

Biracan,

 

Belê, Newroz îsal ji salên berê guhertî hate pîrozkirin. Çend meh berê Belediya Diyarbekirê li ser daxwaza rûniştvanên bajêr biryar dabû, da ku Newroz bi şêweyeke dewlemend bête pîrozkirin. Vêca ez dê li gorî ku zimanê min bigere, taqeta min ya nivisînê dest bide, ji we re şahî û şêweya pîrozkirina Newroza îsal binîm ziman. Bi nivîsê, bi kelîmeyan liberçavraxistina şahiyên Newrozê bi hemî xweşî û rengan di vê nameyê de dijwar e. Lê ji ber xusûsiyeta namenivisînê van rêzên han dinivîsim. Heke paşê wextê we hebe û hûn li fîlmên şahiyên Newrozê temaşe bikin, hûn dê têbigêhin mebesta min çi ye.

 

Ez dixwazim şahî û pîroziyên vê rojê di bin çend xalan de nîşan bikim. Li vir ev tiştên, ez dê ji bo we bînim ber çavan ne yên ku tenê min bi xwe dîtine, herweha şahiyên ku li cihên din çêbûne jî bi rêya hevalên xwe ez dê ji we re diyar bikim. Bêî ku dirêj bikim û serê we biêşînim, de ka werin em bi hev re rasterast herin temaşeya operaya Memê Alan.

 

Êvara  Newrozê

 

Êvara newrozê, piştî ku tariyê erd hilçinî, di saet heştan de, li navenda tiyatroyê operaya Memê Alan dest pê kir. Li salonê cihekî tenê jî vala ne mabû. Li gel ku navenda tiyatroyê ciheke mezin e jî, cardin mirov dil dikir ku saloneke mezintir dê çêtir bana. Ji ber ev cara yekemîn bû ku destana Memê Alan li bajarê Amedê bi awayeke rêkûpêk li pêş çavan mîna tabloyeke rengîn ku hunermendek rengên xwe li ser tabloyê bi sebir û diqet bi cih bike dihate vejandin.

 

Herçiqas êvara Newrozê bi sedan kes li ber deriyê navenda tiyatroyê, ji bo ku bilêtek bi dest bixin civiyan jî, çi mixabin hêviya wan bi cîh ne hat. Ji xwe bilêtin vê şevê du meh berê xilas bû bûn. Dihate gotin ku vê carê peyayên bazara reş, reşfiroş bêkar mabûn.

 

Ez pir dilşikestî me, ji ber ku ez nikarim vê Operayê bi nivîsê, bi hemî huner û xweşiya wê û di wexta temaşekirinê de ew hestên bi mirovî re peyda dibin, bînim ziman. Lê belê gava mirovî temaşayî operayê dikir, mirov diçû dinya û jiyaneke din. Li wê dinyayê mêr hebûn bi xof û heybet bûn. Jin hebûn bi rindiya xwe horî bûn. Mirov geh li buhiştê geh li dojehê bû. Geh li xewnên şêrîn, geh li zindanê bû. Xewn û xeyal, tirs û heybet, mêranî û bêbextî, qencî û nerindî, hejarî û dewlemendî, hevaltî û neyarî, evîndarî û kîndarî, bi kurtî te digote mirov birek ji dîroka însaniyetê dijî. Hemî ev şêweyên tabloyan li ber çavên mirovî şikil digirtin û dihatin guhertin. Bi rehetî ez dikarim bêjim ku rihê dengbêjên me yên koçkirî şah bû. Dengê hunermendan pêl bi pêl, di nav gelî û newalan, di ser çiyan re li asîmanê welatê me bi çar aliyan ve xweşî û şadî belav kir. Dibêjin, îşev li asîmanê çiyayê Agrî, stêrka Ehmedê Xanî ji her şevê bêtir şewq dida. Gelek kes kelegirî bûn. Keçên ciwan ji ber evîna Mem û Zînê di wê salona tarî de bihar û payîz bi bîr anîn. Xortên ciwan ji wan ne kêmtir bûn. Heke dest bida dê gelek ciwanmêran êriş bibirana ser sehneyê ji bo tolhildana Memê. Belê, mirov nizane di temaşa vê operayê de çi his bi temaşe-vanan re peydabûn. Tenê Xwedê û hisdarên me dizanin kîjan hest di ruhê wan de vejiyan...

 

Di êvara Newrozê de televîzyonê ev opera yekser nîşan dida. Kesên ku ne karibûn biçin temaşeyê qîma xwe bi televîzyonê anîn. Lê divê bête gotin ku piştî bidawîbûna operayê, vê êvara Newrozê temaşevanên oper-ayê, bi xeyalên cûr bi cûr xwe berdan nav tarîtiya şevê. Her mirovek bi xeyal û hêviyên xwe, bi raman û daxwa-zin xwe kêfxweş an xemgîn...

Helbet pîrozkirina Newrozê ne tenê bi operaya Memê Alan dihate pê. Piştî operayê li ser daxwaza hin hevalan em li helîkopterekî siwar bûn da ku em gerekê li asîmanê Diyarbekirê pêk bînin û fekin, ka di vê şeva tarî de ji bilindahiyê bajêr çawa xuya dike. Li min bibihurin. Ez dizanim taswîreke têr nahête pêş. Lê wek min berê jî gotibû ez dê hewl bidim da ku bi kêmasî dîmenekê li ber çavên we biafirînim heke ev dîmen pir rengîn ne be jî.

 

Li Asîmanê Amedê

 

Belê, em bi helîkopterê li asîmanê Diyarbekirê di tariya şeva Newrozê de digerin. Ji siûdê me re, tu ewrek li asîman naxuye. Şeveke çîlsayî. Li asîman stêrk bi hemî xweşiya xwe li me temaşe dikin. Ji her şevê zêdetir bi ronahî ne. Tu dibê qey ew jî îşev Newrozê bi me re pîroz dikin. Ji jor de em temaşe dikin, bajar di nav rengan de maye. Ma gelo ev heftreng e, di vê şeva tarî de xuya dibe?! Na na. Ev heftrenga me ye. Heftrenga Newrozê ye. Belê, gava em nêzîkî li bajarê Amedê yê kevin, burcên li bajêr pêçayî dikin, bi xweşiya dîmena xuyayî mirov dikeve nav xeyalan. Burcên Diyarbekirê seranser hatine xemilandin. Ronahî wek avê diherike. Burcên rengîn li ber çavên mirovî şiklên pircûre distînin. Carina wek keziyên hunandî yên Xeca li çiyayê Sîpanê dihêne xuyakirin. Heger mirov hay jê nebe ku di helîkopterekê de ye, bê guman mirov dil dike ku xwe ji jor berde nav vê da-ristana keziyan... Bi tevgera helîkopterê îcar wêneyeke din dihê vejînê. Burcên Amedê kofiyên jinên kurdan di-hînin ber çavên mirovî. Ew kofiyên rengîn, bi zêran xemilandî xuya dibin. Amed li ber çavên mirov dibe wek ji-neke bedew, ku di tariya şevê de dilive. Avahiyên bilind, keziyên hunandî, burcên belek tabloya hunermend temam dikin. Dilê mirov bi pêl dibe, germbûna canê mirov bihêzgerîna xwînê dixe bîra mirovî. Em li asîmanê Amedê, bi dilekî germ li dilê bajêr temaşe dikin...

 

Li rojhelata bajar çemê Dîcle diherike. Ji ber ronahiya bajêr, dema mirov ji jor mêze dike, dibîne ku Dîcle bi şêweyeke din diherike, ronahiyê ava Dîcle guhertiye. Ji pêl û herikandina avê nebe ez dê bêjim ew ne Dîcle ye... Agirê Newrozê li ser burca bakûr ya herî bilind bi hemî pîroziya xwe ber bi asîmanî pêl dide. Tu dibê ji bo ri-zgarbûna Memo, Tacdîn xaniyê xwe şewitandiye. Êdî Padîşah li ser siniya ber xwe kakilên gûzan nabîne. Agirê Newrozê nema dara gozê tenê dihêle. Li asîmanê Amedê fîşekên hewayî diteqin. Belê, bi rengên guhertî li asîmanê bi fîşekên hewayî ”Newroz Pîroz Be” dihête nivisîn. Li bin asîmanê Diyarbekirê di vê şeva tarî de gelek tişt xuya dibin... Ez serê we neêşînim.

 

Roja Newrozê

 

Wek hûn dizanin roja Newrozê em kar nakin. Cejn e. Piştî taştê em çend heval bi hev re derketin nav bajêr. Me got ka em binêrin di vê roja xweş de diyarbekirî çawa newroza xwe pîroz dikin. Me berê xwe da nav bajêr, bajarê qedîm. Li gel ku ne pêwist e ez bêjim jî, lê rûniştvanên bajêr bi cilên xwe yên neteweyî rengekî din didan vê rojê. Li ser riya xwe em pê hesiyan ku di nav bajêr de trafîk rawestaye. Paşê ji me re gotin ku ji ber şahiyê li nav bajêr trafîk dane rawestanê.

 

Belê, ez çawa bêjim. Ji çar aliyên Amedê dengê def û zirnê bilind dibû. Di vê roja xweş de li ser daxwaza belediya Diyarbekirê ji belediyên bajarên me yên din grûbên govendê hatibûn hinartin. Nuha ji çar aliyên bajêr ev grûbên govendê bi lîstikên xwe yên mehelî, bi hunermendî li kolanên Amedê ber bi meydana Şêx Seîd diherikîn. Her grûbek bi kêmasî ji sed kesî pêk hatibû. Xortên çeleng, keçên bedew mil di milê hev de pêl bi pêl di tevgerê de bûn. Te di got qey mêrgên zozanan yên Serhedê ne, bayekî sivik vê deryaya gul û kulîlkan dihejîne. Xelkê bajêr li kêlekên riyan temaşeyî wan dikir. Hin ca-ran, bi tilîlî û çepikên xwe, ew jî beşdarê govendê dibûn.

 

Piştî grûbeke govendê grûbên tiyatro yên pêkenînê derdiketin. Herçî bi derketina wan komikan, zarok gelekî kêfxweş dibûn. Zarokan bi hewar û qêrîn dixwest li ser milên mezinên xwe temaşeyî wan komikên qeşmeran bi-kin. Bi rastî wan grûbên pêkenînê jî kêfeke cuda dida vê rojê û ji ser kêfa zarokan re tiştekî tune bû. Zarokan bi gulvedanek rengîn kêf dikir û dikeniyan...

 

Piştî demekê ew grûbên govendê, hemî gihaştin meydana Şêx Seîdî. Li wê derê serokê belediyê axaftineke kurt kir. Piştî axaftinê vêca hemî grûban bi hev re, bi heft def û zirneyan govend girêdan. Bi vê dîmena xuyayî sosin, beybûn, pirpizêk, nêrgiz û gulvedana darên behîvan dihate ber çavên mirovî. Vê deng û dîmenê, wek vejîn û xumîna tebîetê ku di bihara welatê me de rûdide, bi şêweyeke tesîrkar di kurahiya hestên mirovî de xwe dida hiskirinê. Herê hûn dizanin û min berê jî gotibû; ez êdî nikarim vê tabloyê bînim zimanî. Xwezî şaîra me ya bi nav û deng, Binevşa Xezalê li vir bûya û ji bedêla min wê ji we re binivîsiya...

 

Li der û dora Diyarbekirê, amedî li seyrangehan, li nav gul û kulîlkan, Newrozê bi şahiyên renga reng pîroz dikin. Lê li vir berê ku ez ji bîr bikim, divê ez bêjim: Îro roj roja evîndaran e. Yên evîndar xwe ji malbatên xwe bi dûr diêxin, da ku nêzîkê dildarên xwe bibin. Bi sedan keç û xortên Amedê li rex çemê Dîcle dest li destê hev, di nav xewn û xeyalan de, bi gotinên şêrîn bi hev re dipeyîvin, ramîsanên hingivîn ji hev dixwazin... Gulên sor, gulên pembe û xemrî dibişkifin. Çemê Dîcle bi bar e, barê wî giran e, lê bi ken û kêfxweşî diherike. Ji Mem û Zîna Cizîra Botan re silavên keç û xortên Amedê dibe. Evîndar bi hêviya ku bêgehêjin Mem û Zînê qevdê kulîlkan, nêrgizan, gulên sor û xemrî diavêjin çemê evînê... Û dibêjin her sal di bîst û yekê Adarê de Mem û Zîn divejin û li kolanên Cizîra Botan, li rex çemê Dîcleyê tenê ji yên evîndar re xuya dibin...

 

Ji birçînan em gêj bûn... Ji kêf û şahiya vê rojê me xwarin ji bîr kir. Em rabûn çûn malê. Me bêhna xwe stend û pişt re li kêleka sifreyeke mîrane em rûniştin me xwarin xwar... Êvarê em dê herin stadyûma mezin.

 

Piyes

 

Belê, em nuha ketine hundirê stadyûmê û em li cihê xwe rûniştine. Hinek paşê dê program dest pê bike. Program ji çend babetan pêk dihê. Lê ez dê tenê ji we ra behsa piyesa Padîşahî bikim. Piyes ji alî Navenda Kulturê hatiye bidarxistin û bi şêweyeke hevdem hatiye şirovekirin. Li stadyûmê cihê vala ne maye. Nêzîkê bîst hezar temaşevan dê li piyesê fekin. Herweha tv jî dê yekser vê lîstikê nîşan bide.

 

 Belê, piyes bi kêmkirina ronahiyê û bi musîkeke xof dest pê dike. Pêlên ricfê mirovî digrin. Padîşahek bi hemî xof û nerindiya xwe, bi tevî leşkerên xwe ve dikeve hundir. Em niha li dinyayeke din, dinyayeke kevnar, ji vir bi hezar salan berê dijîn. Pêlên ronahiyê, cil û bergên padîşah û leşkerên wî, motîfên xuya dibin hemî bi hev re wan hestan bi insanî re çêdikin. Lîstikvan dipeyîvin, lê em dengê wan nabihîzin. Ji tevger û musîkê tiştên ku rûdidin mirov ji seyra piyesê fahm dike. Ji çar aliyên meydana piyesê hêdî hêdî mirovên din xuya dibin. Jiyana însanên wê demê xuya dibe. Em hesinkar, goçkar, şivan, cotyar, rezvan û gelek birên din ji xelkê dibînin. Padîşah ne rahet e. Eskerên wî di lez û bezê de ne. Pêlên xofa leşkerên padîşah tirsek mezin di nav xelkê de peyda dikin. Her roja ku diçe rûyê zemîn ber bi dojehê ve tê gu-hertin. Jiyan dibe ezabeke giran... Piştî demekê ji xelkê hin mirov dikevin tevgerê... Musîk mirovî dihejîne... Ji çar kenarên stadyûmê deng dihê... Çirûskên agirî dixuyên... Tîrêjên ronahiyê carna geş dibin. Bi keftelefteke mezin, di nav mij û duxanê de, ronahî tarîtiya şevê hiltîne.  Padîşah û eskerên wî nikarin xwe li ber agirî û tîrêjên ronahiyê bi-parêzin. Musîk dihête guhertin. Kêfxweşî û şahî him bi musîk him jî bi piyesê dihê pîrozkirin... Bîst hezar temaşevan li çepikan didin... Amedî ji ”dîroka” xwe rûpe-lin dijîn. Bi serbilindî û xemrevînî ji stadyûmê bi derdike-vin. Ne dûr e ku wekî min di xewnên gelek temaşevanan de jî, piyes bête dubarekirin..

 

Bi kurtî û bi giştî Newroza me ya îsal li bajarê Amedê bi vê şêweyê hate pîrozkirin. Careke din Newroza we hemiyan pîroz be. Her roja we bi şahî û kêfxweşiyê ji xeman bi dûr bi dawî bê...

 Diyarbekir

2020/03/20

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin