Miraz Ronî kultura Kurdî di sedsala 20an de vedikolîne

Miraz Ronî kultura Kurdî di sedsala 20an de vedikolîne

Nivîskarekî Kurd der barê mijarê de bi pirtûkekê xebateke berfireh amade kir û da zanîn tevgerên sîyasî yên Kurdî bo xebatên zimanê Kurdî bûne pêşeng loma xebatên di wê serdemê de zêdetir di sîya gavên sîyasî de derketine pêş

A+A-

Navenda Nûçeyan - Xebatên li ser çand û zimanê Kurdî ku di sedsala 20an de bi qedexe û zextan li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê dihat astengkirin heta îro di ser qonaxêncuda re derbas bûye.Di hin serdeman de zêdedi hin çaxan de jî hindik xebatên kulturî hatine kirin. Sedema vê jî rewşa sîyasî ya wê çaxê şertên konjokturel tên nîşandan.

Nivîskar û lêkolîner Miraz Ronî derbarê mijarê de bi navê "Xebatên Rewşenbirîya Kurdî li Bakur" pirtûkek amade kir balê dikêşîne xebat, sazî, weşanên Kurdî yen serdemên ji sala 1900an heta 2000an. Bi nêrîna Ronî, bandora tevgerên sîyasî yên wê çaxê li ser xebatên kulturî yên Kurdî gelek zêde bûye.

Nivîskar Miraz Ronî ji K24ê re got: “Xebatên heta salên 2000an hatine kirin çi komele be, çi rojname, kovar be hemû bigavên sîyasî yanê bi nîyetekê sîyasî hatine avakirin. Di sîya wê gavê de helwesteke Kurdeyatî jî heye. Helbet xwestine li ser navê Kurdî gava sîyasî biavêjin lê ziman li dû wê hatîye.”

Zêdebûna kar û barên kulturî di civata Kurdan de bi taybetî bo gêncên Kurd wek nîşaneya pêşketineke netewî tê dîtin.

Xwendevanek dibêje: “Gelek caran di civata Kurdan de behsa yekîtîya Kurdan tê kirin. Lê yekîtî bi ziman dest pê dike. Divê hişmendî xwedî Kurdeyatî be û ziman Kurdî be. Dema ev çênebe, yekîtîyek hebe jî bê wate ye.”

Li gor lêkolînan çaxên serbestî û nebûna şer xwendin û nivîsandina Kurdî jî zêdetir bûye, lê di her rûdana alozîyek aborî û sîyasî de kar û barên kulturî jî bipaş ketîye.

Ercan Dag-K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin