• Diyarbakır 1 °C
  • Batman 2 °C
  • Hakkari 4 °C
  • Şırnak 5 °C
  • Ağrı 0 °C

Mela, Feqî û Xanî

Mela Mihyedîn

 

Di wêjeyê de hin kes hene wek Serwêjevan têne hesibandin û ev kes bandorên mezin li civaka xwe û li nivîskarên li paşî xwe dikin. Yek ji wan Serwêjevanan Melayê Cizîrî ye.

Ji Melayê Cizîrî re “Reys El Şûara” yanî bi wateya Kurdî “Serokê Helbestvanan” tê gotin. Helbestvanên di dewra wî de û yên piştî dewra wî kêm an jî zêde ji helbestên Cizîrî îlham girtine û jê feyde dîtine. Gellek nivîskar an jî helbestvan herçiqasî ji xwe re şopek derxistibin û derba bandora xwe li wêjeya kurdî kiribin jî, bêhna bandora Cizîrî ji berhmên wan difûre.

Di wêjeya Kurdî de sê heb pêşîvanên wêjeya hene. Ev Pêşîvan yek jê Cizîrî, yêk jê Feqî û yên din jî Xanî ye.

Cizîrî ji alîyê temen ve ji her du kesayetên qedirbilind mezintir e û pêşîya wan dest avêtiye kaxez û qelemê. Bi kaxêz û qelema xwe bandorek mezin li qelema Feqî û Xanî daye. Ji qelema Feqî û Xanî bêhna Cizîrî tê.

Mela û Feqî

Cizîr bajarekî wisa ye ku navenda hertişti ye û rêya gellek kesan dikeve ser vî bajarê qedîm û kevnare. Yek ji van kesan Feqiyê Teyran bi xwe ye. Ta ji bajarê Wanê lê dixe tê Cizîra Botan û qesta hevalê xwe Melayê Cizîrî dike. Hevaltiyek xurt û jidil di navbera van hevalên qedîm de hebû.

Gava Mela û Feqî dighîjin heval bi gotinên xweş û helbestî dilê hev xweş û geş dikin. Çawa dighîjin hev di navbera Mela û Feqî de gotûbêj çêdibe. Herdu kes jî di vê gotûbêjê de hem hostatiya xwe bi peyvan anînê wicûdê û hem jî  bi gotinên nazenîn û xweş pesnê hevdu dane. Ev gotûbêj hem di Dîwana Mela de û hem jî di Dîwana Feqî de cî girtiye. Di vê gotûbêjê de Mela 25 malikan, Feqî jî 25 malikan dibêjin.

Destpêka Gotûbêjê                   

Feqî     

Sela ma min heqîrî    

Sedefek divê têkin

Îro li Cizîrê

Heqe li Melê kin     

Mela

Selamên Milyaketan

Bê Hed û bê Hesab in

Şibhetê ava şetan

Li Mela li Mîm û Hê bin

 

Dawiya Gotûbêjê

 

Feqî            

Birîndarê işqê me  

Dûrim ji siha bihan  

Dizanim meddahê kê me   
D’hezar û yek û sehan 
Senaxwanê Melê me 
Li hemû erd û cihan 
 

Mela

Hindî ku digazehim

Dikêşim sebr û xîrê

Şubhetê çeng û zeh im

Hîlak in j’derba tîrê

Senaxwanê Feqeh im

Îroke di Cizîrê

Meriv ji pesindayîn û gotinan wan baş fam dike ku wek Mem û Tajdînî hevaltiyek wan a mûazzam heye. Feqiye Teyran piştî mirina Melayê Cizîrî, li ser wî helbesta bi navê “Qewî Îro Girya Me Tê” dinivîse. Detpêka vê helbestê wiha ye:

Qewî îro ze’îf im ez

Dinalim ez li wî tayê

Di burhanan dihat fal im

Tilisma wesletan nayê
 

Mela û Xanî

Melayê Cizîrî di sala 1640’î de diçe ser dilovaniya xwe, piştî mirina Cizîrî 11 sal şûn de Şêx Ehmedê Xanî tê dinê. Ev her du kesên zana û xurt negihiştine hev du û hev du nedîtine. Lê dîsa jî ji bo tesîrê hewcedarî bi zindîbûnê nîn e.

Xanî piştî xwendina xwe diqedîne û tam kamil dibe, ew jî wek Feqî lê dixe û tê Cizîra Botan. Bêgûman Xanî methê Cizîrî bihîstiye û xwestiye were ziyareta wî; ji bilî vê yekê jî kesên ku di medreseyên Kurdistanê de dixwînin helbestên Mela rewa û jiberdikin. Xanî jî yek ji wan kesan bû ku hîn di medreseyê de bi helbestên Mela mezin bûye û têsîrek mezin lê kiriye.

Xanî gava tê Cizîrê, li vir  di bin tesîra dîrok, çand û helbestên vî bajarî de dimîne. Xanî li vî bajarî, ji kalekî rûsipî çîroka Memê Alan guhdarî dike û gava vedigere welatê xwe biryar dide ku vê çîrokê bi awayê menzûm binivîse. Meriv dikare bêje ku Mem û Zîn bingeha xwe ji Memê Alan digire.

Xanî ewçend di bin tesîra Mela de dimîne ku, di Mem û Zîna xwe de wiha pesnê wî dide:

 

Bi navê rûhê Melayê Cizîrî

Pê hey bikira Elî Herîrî

Dê keyfek bida Feqiyê Teyran

Heta Ebed bimaye Heyran

Bu yazı toplam 547 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
Şîrove
    Nivîsên din yên nivîskar