PWK, Şaxa Merdînê yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê, Şaredarîya Qoser ziyaret kir

PWK, Şaxa Merdînê yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê, Şaredarîya Qoser ziyaret kir

.

A+A-

Îro (14.10.2025) weke heyeteke Şaxa Mêrdînê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê ji rêvebir û andamên PWKê pêk hatibû, serokê Şaredarîya Qoserê birêz Zeynî Îpek zîyaret kirin.

Serokê Saxa Merdînê ye Partîya Welatparêzên Kurdistanê Nezîr Gelerî endamên heyetê da nasîn. Piştre, dê di warê xizmetguzarîyê de pirsgirêkên sereke, pirsgirêka kanalîzasyonê, ya trafîkê, ya avê, ya paqijyê û ya parq û baxçeyan pênase kir.

Serokê Şaredarîya Qoserê Zeynî Îpek da zanîn ku hin pirsgirêk ji ber kêmbûna karmend û kêm-butçeya wan, nikarin çareserîyê jê re binin û hin pirsgirêk jî ji ber kû girêdayî şaredarîya bajarê mezinin nikarin çareser bikin.

Hevdîtîn bi pêşwazîyek germ û xweş pêk hat.

Serokê Şaxa Mêrdînê yê PWKê Nezîr GELÊRÎ

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin