Nîmet Mumtaz Aydin

Nîmet Mumtaz Aydin

Hemû nivîsên nivîskar >

Mala Erdogan ava be!

A+A-

Mala Erdogan ava be!

Mitînga Yenîkapîyê ya "Tek vatan, tek mîllet" herî pir mitîngên Baasê ku car carna dikir, tîne bîra mirov. Esker, karmend, xwendevan, hunermend, nivîskar û kesên naskirî ya bi emir û ferman yan jî ji bo ji çavên giregirên dewletê nekevin, ji îmkan û îmtîyazên xwe bêpar nemînin, xwe mecbûr dîtin beşdar bin.

Dîmena duh li Yanîkapîya Îstanbolê jî  wek yê Şam û Bexdadê yên demekê bûn. Partîyên sîyasî -ku nema ferq di navbera wan de maye-, karsaz, karmend, serleşker, hunermend, nivîskar û hwd.

Jixwe egoya Erdogan wek a Esad  û Saddam e. Tirkîye bi şeklê jîyanê û sîstema sivîl ji Sûrîyê û Iraqê pêşdetir e, lê bi saya egoya Erdogan ya sultanîya împaratorîya Osmanî, Tirkîye ji Ewrûpa dûr dikeve ber bi tarîtîya Rojhilata Navîn ve diçe.

Yek ji xûsisyetên esasî ya muşterek a wê tîma li ser dîka Yenîkapîyê, dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye. Ferqa van partîyên sîyasî ku di mitîngê de beşdar bûn ew e ka kî dê çawa û bi çi rîyê pirsa Kurd û Kurdistanê ”hel” bike. Bi qetlîam an bi girtin û qedexekirinê…

Mala Erdogan ava be! Ew jî wek Esad û Saddam bi dijminatîya xwe, me û dinya rojava tîne ba hev û dike hevkarê hev. Ji alîyê Erdogan ve armanca herî mezin a mitîngê ew bû ku nîşanî Amerîka û Ewrûpayê bide: ”dest bi min nedin, bi hemû xelk û sazîyên xwe ve Tirkîye bi min re ye”. Ji xwe ev demek e, rayedarên dewletê û çapemenîya Erdogan pir aşkera li dijî dinya rojava vîtêsê mezin dikin. Erdogan dizane, dinya rojava bi belge û bi cî dizane Tirkiye di avakirin û xurtkirina DAÎŞê de destê wê heye. Erdogan û der û dora wî çi curm û fitnê kirine. Herweha Erdogan baş dizane DYA û Ewrûpî ji ajanda wî ya dizî bi xeber in. Ew dizane ciyê wî yê li Rojava teng dibe, loma berê xwe daye rojhilat, lê dixwaze Tirkiyê jî bi xwe re kaşî wir bike.

Saddam Başûrê Kurdistanê, Esad Rojavayê Kurdistanê bi dinya Rojava re kir hevpeyman, nuha jî Erdogan bi vê sîyaseta xwe me bakurîyan bi wan re tîne yek rêzê. Lê çi feyde li Bakur Kurdistanî ne bi rêxistin in ku bi hêz, sîyaset û dîplomasîya xwe ji miletê Kurd re rê veke û mewzîyên nuh bi dest bixe.

Cînarê me dijminê postê me ne. Sitîn sal derbas bibe jî rihm nakeve dilê wan, wê maf û azadîya me neyê bîra wan. Jixwe maf û azadiya me ji sofra wan nên kêm dike. Li ber çavê me, bi dengê bilind rê û rêbazan digerin wê çewa me bişkînin û wê çewa vê statukoya xwe berdewam bikin. Hevpeymaniya Rojavayiya hezar car ji biratiya Tirk, Ereb û Farisan çêtir e.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin