Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Îran, bîstanê xofa dardakirinê

A+A-

Li Komara Îslamî‘ya Îranê (KÎÎ), bi gotinek din li komara „mollayan“ dardekirina mirovan, hemû jî hemwelatî û genc, di rojên dawî da her diçe zêdetir dibe.

Bi ya nûçeyan, cezayê dardekirinê (îdamê) û sepandina vî cezayî, ku êdî li piranîya welatên cîhanê rabûye, vê dawîyê ji demên berê bêhtir bûye.

Berî her tiştî min divê ez bêjim, ku di roja îro da, sûc çi dibe bila bibe û bi çi avayî hatibe kirin bila be, cîhana şareza cezayê dardekirinê naye nepejirîne, li gellek welatan dardekirin yekser kuştina bi destê dewletê têt dîtin.

Ji hêla dadwerîyê da, ji ber ku li gel delîlên nû, eger bêsûcîya kesên hatin dardekirin aşkere bibe û ev bêt pesend kirin,  ji ber ku encamên dardekirinê carek din nayên vegerandin ev, bi serê xwe sûcek e, herweha sûcekî giran e.

Her çiqas KÎÎê birîna cezayê dardekirinê û sepana wê, daku ev yekser kuştin e, bi pêdivîya daraza şer’î şîrove dike, ev ne rast e, ji ber ku şîroyetek weha bi serê xwe li hemberî Xweda şîrk danîne.

Di hêla din da zagonên KÎÎê, li ser bingehê mezhebî (rêolî) û nijadî hatine pejirandin, lê, heçku ew dewletek pirnetewe û pir olî û rêolî ye, li seranserê welêt bi siyaset û durûtîya xwe him şiî’tîyê û him jî ziman û çanda farisitîyê ferz dike.

Bi darizandinên nedadperwerane, taybetî kesên bi karê siyasî radibin, cezayê dardekirinê têt birîn û sepandin, piranî bona welatparêzên Kurd.

Piranîya kesên tên dardekirin Kurd in, bi sûcên cûda tên sûcdar kirin, wekî kesên bi karê siyasî radibin, hinek kes bi firotina madeyên hişber tên sûcdar kirin, taybetî vê dawîyê hinek kes jî bi sûcdarîya bizava mezhebê sûnne hatin sûcdar kirin.

Di du hefteyên bihurî da 45 kes, hemû jî Kurd hatin dardekirin, rêjîmê „mollayan“ seranserê Îran‘ê kirine bîstanê dardakirinê.

Tablo wekî dardekirinek girseyî ye, gellek kesên genc li rûhev û li hemberî bi hezaran girse tên dardekirin, ev, nêşita nerazîbûnek fireh e.

Li gel ewqas bêbextiyê gel bêdeng e, ji ber ku rejîm, bi çavsorî, çewsandin, zordestî û tirsa kuştinê desthelatîya xwe ferz dike.

Ev wêneya KÎÎê, di cîhana îro da, wekî lekeyekê gemarî li ser şarekî spî disekine, divê rojek pêşda ev leke bêt paqişkirin.

Alîkarê sekreterê giştî yê PDKÎ, Hesen Şerefî li ser zêdebûna bûyerên dardekirina kurdan ji aliyê KÎÎê ve, weha dibêje, „Îran, bi îdamkirina mirovan dixwaze ji gelên Îranê, bi taybet kurdan re bêje, ku ew li dijî xwe bi ti avayî rikberiyê qebûl nake.“

Em qala têkoşînek çekdarî nakin, rê li ber rikberîyek „legal“ demokratîk jî girtîye, siyasetvanên hatin dardekirin jixwe di nav karekî siyasî aşkere da bûn.

Mînaka dawî dardekirina ji girtîgeha Orimîyê bû.

Şeş Kurdên di Girtîgeha Orimî’yê da girtîbûn, hatin dardekirin, ku yek ji vana Mihemed Ebdullahî bû, siyasetvan û mirovekî genc bû, di encama darizandinek nedadperwerane bi cazayê dardekirinê hatibû cezakirin û cezayê wî hat sepandin, her pêncên din bi sûcdarîya firotina madeyên hişber hatine sûcdar kirin û dardekirin.

KÎÎ’nê, bigiştî dijminê Bizava Azadîya Neteweya Kurd e, li her kîjan parçeyê dibe bila be, siyaseta wê siyasetek durû ye, têkiliyên wê û hesabên wê herdem hevudin nagrin, ev „dîplomasîya namerd“ ya Îranê li seranserê cîhanê binavûdeng e.

Di hêla din da xerabîyek din dike, destêxwe dike nav karûbarê başûrê Kurdistan’ê, hemahengîya siyasî xera dike, hinek partî, dewrûber û kesayetîyên siyasî, bi dîplomasîya xwe ya durû bikar tîne û aramîya siyasî têk dibe.

Amanc, pêşî lêgirtina, asteng kirina pêgeha Kurd e, kûrkirina krîza siyasîya başûrê Kurdistan‘ê ye.

Gellek kes zane ku hêlek mezin ji krîza li başûrê Kurdistan’ê di encama destêwerdana Îranê da ye.

Bêşik, destêwerdana KÎÎê, neberpirsîya rêveberên başûrê Kurdistan‘ê sivik nake, lê divê em zanibin ku bi mebestê pêknehatina yekrêzîya mala Kurd, her çi derfet di destê rejîmê „mollayan“ da hebe dê bikar bîne.

10.08.2016/Dusseldorf 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin