Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

"Di qada şer de wundakirin û serkeftin nêzî hev e, lê adalet ......

A+A-

"Di qada şer de wundakirin û serkeftin nêzî hev e, lê adalet û zilim pir dûrî hev e!"

Kurd netewekî birîndare. Şingal birîndare. Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û çolemêrg birîndarin. Amed Sûr, lîce û Silopî birîndarin..Helepçe , Barzan birindarin..Kobanê, Qamîşlo birîndarin..Kurd birîndarin..Kurdistan birîndar e. 

Nabe ku em li ser birîndarên xwe bazarên siyasî bikin û vê netewa qedîm ji serxwebûnê mahrûm bikin. Ev ne karekî rewa ye. Ne karesatek ku em efû û piştguh bikin.
Heta îro çi hatibe serê me, ji ber tunebûna dewletek me ye. Netewên bê dewlet; bê pişt û bê parastin li ber lingan derin. Kurd jî bê parastin, ev sedsale li ber lingan diçe. Ma ne bese ev birîn û êş, ev mal û war wêranî?

Bi destê Pêşmergên Qahreman Şingal rizgar bû, lê hinek xwenenas Şingal dikin erkek bazara berjewendîyên siyasî, yên hizbî.
Kerkûk xwîna Kurdistan e. Bi destê Pêşmergên qahreman hat parastin û ev du sale ji bona Kerkûk xwîn dirije. Hinek xwefiroş Kerkûk dikin erkêk bazara hizbî û şexsî. Li henber ajenda serxwebûna Kurdistan, avakirina dewletek kurd û Kurdistanî bikar tînin.
Ma ev rewaye?

Yên ku ji van bircên netewî û  Kurdperweriyê ditirsin û ji bona berjewendîyên xwe yên hizbî, ji bona wan têkiliyên biqirêj; dest bi dezenformasiyonan kirine û êrîşên ser ajendeya ji bona referandûm û serxwebûn a Kurdistan, wek erkekî ji xwe re dibînin û destekî wan bi dijmin re, destê din di nav karesatên xerab de, van karan wek  karesatên xwe yên serkevtî yên siyasî didin nîşan û hindik mane ku dest û qunên xwe hine bikin!

Lê divê em tiştekî ji bîr nekin:  Yekem, Başûrê Kurdistan êdî dewlete. Li ser erkên dewletbûnê têkilî û tevgera xwe dimeşîne. Xwe ava dike û têkiliyên xwe yên navdewletî xurt dike..Hewl dide ku pirsgirêkên xwe çareser bike.
Duyem; Kurdistan û hêzên avakirina dewletek Kurdistanî tu caran yekalî, cûdatî û nakokî nexistine navbera nerîn û baweriyên Kurdistan.
Suryanî, Keldanî û Aşûriyên Kurdistan, Tirkmenên Kurdistan her xwe bi ewlekarî û parastina Kurdistan ve girêdan e.
Kurdên Êzîdî tucaran xwe ji berxwedanên Kurdistan bidûr nexistine û her di nav honandina avakirina Kurdistan'de cîh girtine..
Di rojevê de parkirin û tesbitkirina sînorên Kurdistan a Başûr, an jî (dewleta Kurd ku li başûr bêt avakirin) di munaqeşê deye. Netewa Kurd,  ji bona ku pirtirîn axa xwe di destê xwe de bihêle, daketiye qada şer û bihêz qozan parvedike. Di vê parvekirinê de qozê Kurdan ji Qozê suniyan û Şiî yan xurttire. Divê siyasetmedarên kurd, qîmeta vê yekê bizanibin û nebin asteng li henber van bidestxistinan. Xwedî li bidestxistinên lerkerî derkevin û bikin serkevtinên siyasî.

Divê xeletîyên ku li bakûrê Kurdistan derketin pêşberî netewa me, li Başûrê Kurdistan em rê nedin wan û nehêlin ku bibin asteng ji bona serxwebûna welatê me.

Ma ne besse ev xwefiroşî?

Ji dêlva ku Kurd mîrê ber derîyê dijminên xwe bin, bê xîret bin!

Bibin şêrên ber derîyê hev. Xelkê bi vî haweyî dewlet avakirine.  Kurd wê çima li henber hev ne hurmetkarin?
Dem dema dermankirina birînên Kurd û Kurdistan e.
Devê siyasetmedarên kurdan dev  ji rezîlîya ezezîyên partîzanî berdin. Berjewendîyên Kurd û Kurdistanîyan nekin qurbana berjewendîyên xwe, nexweşîyên xwe! Kurdistan yek e..Netewa Kurd yeke. Nabe ku hinek di bin sîya welatê xwe de bijîn, nanê vî welatî bixwin û bibinn karmendên dijminê xwe..Divê Kurd karmendên xwebin û li angora berjewendîyên Kurd û Kurdistan tevbigerin.
Berjewendîyên Kurdan di serxwebûna Kurdistan de ye! Di avakirina dewletek kurd û Kurdistanî deye.

08.08.2016

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin