Li Silêmanîyê 48 û li Raperînê jî 2 kesên din bi Koronayê ketine

Li Silêmanîyê 48 û li Raperînê jî 2 kesên din bi Koronayê ketine

Roja çarşemê 03.06.2020an Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de aşkere kir li li parêzgeha Silêmanîyê 48 kes û li îdareya Raperînê jî 2 kesên di bi nexweşîya vîrusa Koronayê ketine.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di daxuyanîyê de Wezareta Tendirustîyê de hatîye aşkerekirin bi berdewamîya pişkinînan û gerîyanê li dû gumanlêkirîyên berketîyên Koronayê 48 kesên din li parêzgeha Silêmanîyê hatine destnîşankirin. 23 jê mêr û 23 jin û 2 kes jê jî zarok in. Herwiha 8 berketî berketîyên berê ne.

Herwiha  Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê da zanîn li sînorê îdareya Raperînê jî 2 berketîyên Koronayê hatine destnîşan kirin. Ew nexweş endamên malabteka jin û mêr in ku mêr temenê wî 43 sal e û jineke temenê wê 32 sal e, nîşaneyên nexweşîyê hene, rûniştvanên taxa Newroz in li navçeya Ranyayê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin