Li kolanên Dêrsîmê şanoya Zazakî

Li kolanên Dêrsîmê şanoya Zazakî

.

A+A-

 Ji ber ku UNESCO ragihandibû ku metirsiya nemanê li ser zaravaya Zazakî heye, li bajarê Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji bo pêşxistina zaraveya Zazakî, Şaredariya Dêrsimê komeke şanoyê ava kir û li kolanan şanoyan pêşkêş dikin.

Şanoya kolanî ya Zazakî ye li Taxa Gazik a Dêrsîma Bakurê Kurdistanê, Şaredariya Dêrsîmê bi armanca xizmet û pêşxistina Zazakî komeke şanoyê bi navê "Arêyê Kay" ava kiriye û li kolanên Dêrsîmê lîstikên şanoyan pêşan dide.

Lîstika Pasa Kurte ya bi 6 kesan tê pêşan dan ji aliyê zarok û pîran ve bi eleqeyeke mezin tê temaşekirin.

 

Wêne: Ali Haydar Gozlu/Rûdaw

Welatî Hatun Topaç got “Bila ev zimanê me winda nebe, ev şano jî gelek baş bû. Em jî pê kêfxweş dibin, bila zarokên me zimanê me jibîr nekin fêr bibin, ji ber wê yekê em kêfxweş bûn.”

Xelkê Dêrsîmê xebatên çandî û zimanî bo Zazakî gelekî girîng dibînin û daxwaza berdewamiya van çalakiyan dikin.

Welatî Cemal Guzel dibêje “Em hatin me temaşe kir û em pê pir kêfxweş bûn. Em ji niha şûnve jî dixwazin. Hem zimanê me winda nabe hem jî ciwanên me lê temaşe dikin û jê tiştek fem dikin. Bi dilê me bû.”

Welatî Şiyar Er wiha kêfxweşiya xwe anî ziman “Şano pir xweş bû. Em wek ciwan hatin pir bi dilê me bû, pir xweş bû.”

 

Wêne: Ali Haydar Gozlu/Rûdaw

Li gor UNESCOyê Zazakî di bin xetereya nemanê de ye. Şaredariya Dêrsîmê ji bo jiyandina Zazakî ji bilî koma şanoyê komeke stranbêjên zarok jî ava kiriye û dê bi Zazakî çalakiyên hunerî bikin.

Rêveberê Koma Şanoya Şaredariya Dêrsîmê Yilmaz Can Şare ragihand “Em wek Koma Şanoya Dêrsimê dixwazin ku vê lîstikê i hemû taxan bilîzin. Derdê me çi ye?

Zaravaya Kurdî Zazakî herî zêde li parêzgehên Dêrsîm, Çewlig, Xarpêt, Amed yên Bakurê Kurdistanê û li navçeya Siwêregê ya Rihayê, navçeya Aldûşê ya Semsûrê, navçeya Gimgimê ya Mûşê û navçeya Motkiyê ya Bedlîsê tê axaftin û li gor UNESCOyê li cîhanê bi 18 zimanê din re xetereya nemanê li ser heye.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin