Li Fransayê mamostayekî karîkatorê Hz. Mihemed nîşanî xwandekaran da piştre hat serjê kirin

Li Fransayê mamostayekî karîkatorê Hz. Mihemed nîşanî xwandekaran da piştre hat serjê kirin

Li Fransayê mamostayekî karîkatorê Hz. Mihemed nîşanî xwandekaran da piştre hat serjê kirin

A+A-

Li paytexta Fransayê Parîsê mamostayekî li dibistanê karîkatorê Hz. Mihemed ê di kovara Charlie Hebdo de hatiye weşandin nîşanî xwandevanan da û piştre hat serjê kirin. Hat zanîn polîs kesê gumanbar nêzîkî Eragny dema ku kêr di dest de lêdaye û ew kuştiye.

Duh 16.10.2020ê demjimêr 17:00ê li Conflans Saînte-Honorin a li bakurê rojavayê Parîsê nêzîk dibistanekî bûyer pêkhat û kesê êrîşkar ji aliyê polîs ve hat kuştin.

Televîzyona France ragehand, kesê tewanbar 18 saliye û tu tomareke navê wî ya lîsteyên terorê de nebûye.

Li gor BFMTV jî êrîşkar bi esil li Moskowê ji dayîk bûye û berî êrîşê jî qîr kiriye û gotiye ‘’Allahû Ekber.’’

Li gor ajansa nûçeyan a Fransî AFPê jî mamostayê dîrokê yê hatiye kuştin 47 salî bûye û 5ê cotmehê malbatên xwandekarên wî ji ber karîkatorên Hz. Mihemed nîşanî xwandevanan dide, ji bo xwandekarên misliman nerihet nebin ji xwandekaran xwestiye derkevin derve û ji ber wê jî wan malbatên misliman gilî li wî kiribûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin