Li Enstîtuya kurdî ya Parîsê danasîna pirtûkan û îmze

Li Enstîtuya kurdî ya Parîsê danasîna pirtûkan û îmze

.

A+A-

Bi wesîleya derçûna pirtûka Prof. Dr. Salih Akin « Introduction à linguistique kurde / Destpêka zimannasiya kurdî » û kovara Enstîtuyê « Etudes Kurdes / Lêkolînên kurdî, jimare 15 », li Enstîtuya kurdî ya Parîsê, di 3-yê hezîranê de, du semîner pêk hatin.

Semînera destpêkê li ser kovara « Etudes Kurdes » bû, ku ji şeş mehan carekê lêkolînên li ser kurdan ên di warên cihê de, bi zimanê fransizî û ingilîzî belav dike. Mijara kovarê ya vê carê li ser « Genre et politique dans les espaces kurdes / Di qadên kurdî de zayend û siyaset » bû. Di vê jimara kovarê de, ku bi sernivisa rêvebirê kovarê Hardy Mede (Herdî Mede) derket, lêkolînên Pierre Bance, Mamilan Hussein & Ana Cristina Marques, Fatemeh Karimi (Fatîme Kerîmî), Somayeh Rostampour (Sumeye Rustempûr) û çend nivîsên din hebûn.

Civîn bi beşdariya Doktorê zanistên siyasî Herdî Mede, Doktorê hiqûqê Pierre Bance, Doktora sosyolojiyê Fatîme Kerîmî û Sumeye Rustempûr pêk hat. Piştî danasîna kovarê û naveroka wê ji alî Birêz Mede ve, Pierre Bance li ser maf û azadiyên jinan li rojavayê Kurdistanê axivî û got : « Li Rojava şoreşeke jinan di nav şoreşê de heye, mijar ne mijareke talî ye û pirs ne pirseke leşkerî ye. Di destûra rojava de mafên her kêmayetiyê, çîn, tebeqeyên civatê û bi taybetî jî yên jinan hene. Jin sazî û komeleyên xwe bi awayekî demokratîk ava dikin. Jin dixwazin di her qada jiyanê de weke mêran xwedî maf bin. Ew dixwazin di warê siyasî, çandî, îdarî, aborî û hwd. de mafên xwe misoger bikin. Di warê îdarî de sîstema hev serokiyê heye ; divê yek jin yek jî mêr be. Di her meclîsê de rêjeya jin û mêran kêm zêde weke hev e. Her wiha rêxistinên tenê ji bo jinan hene. Di destpêkê de destûra her Kantonekê ji ya din cihê bû, lê niha ji bo ku sîstema federal bi hêz bikin, destûrê weke hev dikin. Çend xalên ku mafên jinan misoger dikin ev in : hev berdan li ser daxwaza her aliyekî dikare pêk bê, pirjinî, zewaca berî 18 salî an bizorê yan jî berdêlî, qelen qedexe ye. Lê cîbicîkirina van madeyan di nav civatê de, bi taybetî jî Ereban de nehêsan e. Bi kurtayi jin di gelek waran de otonom in… Hete bi zanistek binavê jineolojî ava kirine û li zanîngehê didin fêrkirin. Du tişt min aciz dikin, bikaranîna jinan di warê propaganda û şer de, ez anarşîstim, artêşek nikare demokratîk be, her çend ku meriv carinan mecbûr bimîne ku xwe biparêze jî. Bi giştî ji bo jinan siyaseteke baş heye.»

Dr. Fatîme Kerîmî di axavtina xwe de li ser têkoşîna jinên Kurdên rojhilatê Kurdistanê, di navbera salên 1979 û 1991ê de, ku di nav Komelayê de beşdarî çalakiyên siyasî û çekdarî bûbûn rawestiya û got : « Jinên rojhilatê Kurdistanê, heta vê dawiyê (şehîdbûna Jîna Emînî) jî nedihatin bîra kesî. Kurd bahsa çend kesayetiyên dîrokî, Leyla Qasim, Margret Telo, Sakîne Cansiz dikin, lê mixabin bi dehan jinên Kurd ên ku di salên heştêyî de li Rojhilat, ji ber têkoşîna xwe ya siyasî, çandî û çekdarî hatin Kuştin, ku ji sedî heştêyê wan bi îşkenceyê dijwar şehîd bûn nakin. Ev jin bi riya Komelayê ji bo wekheviya jin û mêran, li dijî rêrîşa îranê ya li ser Kurdistanê û hinekî jî ji bo ji rûtîna civatê rizgar bin ketin nav têkoşînê… Sedema nebihîstina dengê wan şerê navbera Komela û PDKê, lê bêtir êrîşên dirindane yên Îranê bû… »

Dr. Sumeye Rustempûr jî li ser sedemên ketina jinan a nav şerê çekdarî, di çarçoveya PKKê de rawestiya û got : « Jinên Kurd ji destpêka têkoşîna li dijî dagîrkirina Kurdistanê de, pir hindik di nav têkoşînê de ciyê xwe girtin. Lê bi xebata şerê çekdarî ya PKKê bi girsayî beşdarî vê têkoşînê bûn. Ev yek hinekî ji ber bandora fikrên çep ên ku di nav tevgera rizgarîxwaz a kudî de belav bûne û îmaja jina gerîlla bû, ku hêviyeke mezin da jinan da ku ji çewsandina civata gerdişî rizgar bibin… »

Zimannas Prof. Dr. Salih Akin jî bi kurtî pirtûka xwe danasîn û got : « Zimanê kurdî tevî hemî astengan êdî di qadeke pir berfireh de bikar tê, bitaybetî jî li başûrê Kurdistanê, ji ber ku li Iraqê zimanê kurdî li gel erebî bûye zimanê duyem ê rêsmî ye. Li bakur tevî hemî astengan êdî di dibastan û zanîngehan de jî kurdî tê xwendin. Li rojavayê Kurdistanê hevalên berî min bahs kirin, ku di dibistan, zanîngeh û rêveberiyê de jî kurdî bikar tê. Li rojhilatê Kurdistanê zimanê kurdî nehatiye qedexe kirin, lê di van salên dawîn de pir pêşketiye. Kurd êdî li her derê dixwazin bi zimanê xwe bipeyivin û bixwînin. Pêşketinên di xwarên teknolojiya ragihandinê de jî derfetên pir mezin dane zimanê kurdî, ku li ser înternetê bi awayekî pir berfireh bikar tê. Zimanê kurdî, li gel Erebî, Farisî û Tirkî yek ji çar zimanên mezin ên Rojhilata navîn e. Di çarçoveya cihanî de jî, di rêza 32yê de ye. Jimara kurdîaxêvên li diyasporayê jî 2 000 000 derbas kiriye, ku bitaybetî li Ewrûpa û Emerîkayê dijîn. Ziman li ser Internetê jî pir aktif bûye. Wîkîpeya kurdî heye ku bi hezaran, li dor 73 000 gotar li ser bi kurdî hatine nivîsîn, ku dike 6 500 000 peyv. 55 000 kesên ku bikurdî ji bo wê dinivîsin hene. Ev pirtûk ji pêdiviyekê pêk hat, lê gelek objektîfên wê hene. Tevî van hemî derfetan jî, mixabin heta niha du pirtûkên wiha li ber destê me tunene ku li ser lêkolînên zimannasiya kurdî di literatura frasîaxêv û angolosakson de hatibin nivîsîn. Li zanîngehên Kanada, Tirkiyê, başûr û rojavayê kurdistanê li Elmanyayê û gelek ciyên din kursiyên zimane kurdî hene û pêdiviya wan bi xebatên wiha hene, min xwest ez bersiva vê yekê bidim. Ev pirtûk encama 20 sal xebata lêkolînî ye. Hin gotarên wê di kovar û sempozyûman de hatine belav kirin, lê min ew sererastkirin û dan hev ku weke pirtûk, rêbereke zimannasiyê li ber dersan hebe. Ji ber ku hin gotarên devokî tê de hena, derfeta dîtina pêşketina zimanê kurdî jî dide meriv. Xebatên sosyolengustîk jî tê hene, ku diyar dikin bê çawa bûyerên civatî bandorê li ziman dikin. Di 1924ê de, piştî ku Kurdan dît serxwebûn ji dest çû, lê dikarin zimanê xwe biparêzin, bêyî saziyeke standartkirinê jî em dibînin ku ziman kurdî çawa diguhere û pêş dikeve. Her wiha gotarên analîza siyaseta tirkî ya li hember rastiya kurdî û zimanê wî jî di vê pirtûkê de hene. Em dibênin ku ew çawa eslê peyva Kurde û Kurdistanê dixwazin biguherin. Bitaybetî piştî derbeya 80yî, xwestin mijarê berastiya merivî, bi awayekî nexwezayî berovajî bikin. Xwestin van peyvan weke dengên ‘xwezayî’, ‘kerkurt’a berfê ravebikin. Ez li ser gotarên siyasî yên Kurdan jî xebitîm, bi taybetî yên li ser navên rêxistin û partiyan, her wiha bernameyên wan da ku çawa xwestine mesaja xwe bighînin gelê Kurd. Analîzên li ser zimanê edebî yên kurdî û çêkirina peyvên kurdî jî tê de hene. Xebatin li ser gramernivîsên kurdî jî hene, em dibînin çawa dixwazin ziman têxin qalibekî, ji bo wan zimanê ku ne li gor şablona wan be ne rast e. Li hemberî vê Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî, ku Selda Araz têza xwe li ser xebatên wê pêk aniye, kurdîaxêvan teşwîqî bikaranîna peyvên zimanên îranî yên nekurdî dike. Bi taybetî li Bakur tegehek binavê ‘kudî yan jî kurmanciya akademik’ belav bûye, ku normatif e û kudîaxêvên nexwende ditirsîne ku bikurdî biaxivin. Li gor wan heke tu zayendê (peyvên nêr û mê), tewanga li gor wê nizanibî kurdiya te nerast e. Ango ji tirsa ‘kurdiya akademik’ kurd êdî newêrin bi kurdî biaxivin.»

Paşê nivîskaran pirtûkên xwe îmze kirin û sohbetê bi kokteylekê dom kir.

Rûpela Nû, Fransa

Yakup  Karademir

1-368.jpg4-302.jpg5-228.jpg7-126.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin