Li dijî mamosteyê ku gotibû “Sirûda we Kurdan tine, tenê govenda we heye” gilî hat kirin

Li dijî mamosteyê ku gotibû “Sirûda we Kurdan tine, tenê govenda we heye” gilî hat kirin

.

A+A-

Li Hezexa Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê li dijî Mamosteyê ku li xwendekarê heqaret kiribû û gotibû “Ji xwe hûn Kurd sirûdeke we ya bi rûmet tineye, lê tenê govenda we heye” gilî hat kirin.

Di serlêdana sûcê ya ji aliyê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ya Şirnexê de hat diyarkirin, di dersa muzîkê de dema sirûda netewî ya Tirk dihat xwendin mamosteyê bi navê S.K. heqaretên nîjadperestî li xwendekarê xwe yê bi navê K.S. kiriye.

Piştî ku bûyer derket rastê, li ser medya civakî jî bi taga “#Lidibistanênijadperestî” kampanya hat destpêkirin.

Rayedarên Şaxa Egitim-Senê ya Hezexê di derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivin dibêjin ji ber ku destûra malbatê tuneye nikaribûne bi xwendekar re hevdîtin pêk bînin lê xwendekar bûyerê ji apê xwe yê ku di rêvebertiya IHDê de ye re vegotiye.

Rayedarên Şaxa Egitim-Senê ya Hezexê diyar kirin ku xizmên xwendekar çûne dibistanê û gilî kirine, rêveberiya dibistanê jî neçar maye ku girtîname girtine, ji ber vê yekê ya ku qewimiye nayê veşartin.

herwiha rayedarên Egitim-Senê diyar kirin mamosteyê ew mamoste nêzî 4 salan li Hezexê dixebite û hat dîtin ku ji ber gotinên wî helwestek wî ya nîjadperest heye û wiha berdewam kir:

“Li xwendekar ne tundiya fîzîkî lê ya psîkolojîk hatiye kirin. Mamosteyê muzîkê ku 3-4 sal in li Hezexê kar dike, dema ku di polê de Sirûda Neteweyî fêrî zarokan dike, dema xwendekarek dixwîne xwendekarên din nav hev de henekan dikin. Dema henek tê kirin xwendekar ji xweber dikene. Li ser vê yekê mamoste diçe heqaretan dike. Bi rengê `Hûn çawa dikarin heqaretê li sirûda min a neteweyî ya bi rûmet bikin... Jixwe hûn Kurd sirûdeke we ya bi rûmet tineye, lê tenê govenda we heye` heqaretan dike.” Bûyer bi vî rengî ye. Ji xwe bi IHDê re gilî hat kirin.

Ji IHDê havelên parêzer bi xwendekar re hevdîtin pêk anîn. Ji ber ku destûra malbata wî tunebû, me hevdîtin pê re nekir. Em mamoste bi xwe nas nakin. Pirsgirêka me bi wî kesî re tine, lê dema ku em li kiryar û helwestên wî dinêrin, diyar e ku niyeta wî pir baş nîne. Xwendekar bûyerê ji malbata xwe re dibêje, ji xwe apên wê di rêveberiya IHDê de ne. Dema ku agahdar dibin diçin dibistanê.Rêveberiya dibistanê jî 'ji neçarî' dest bi girtînametê dike, ew nikarin wê veşêrin. Li ser vê yekê bûyer dertê rastê. Piştî wê em jê agahdar bûn. Em armanc dikin ku bûyerê bişopînin, em dê dev jê bernedin.”

Di vê navberê de Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê ji bo bûyerê protesto bike daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku li ber avahiya Silopiyê hat li darxistin parlamenterên HDPê yên Şirnexê Hasan Ozguneş, Nûran Îmîr, hevserokên şaredariyê dayikên aşitiyê û gelek kes beşdar bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin