“Li Amedê hejmara nexweşan ji 850î daket 100-150î”

“Li Amedê hejmara nexweşan ji 850î daket 100-150î”

.

A+A-

Elîf Tûran, Seroka Odeya Doktoran a Amedê gotiye ku bi tedbîrên cizî hejmara nexweşan kêm bûye lê hîna jî pêla yekem bi temamî nehatiye bidawîkirin.

Odeya Doktoran a Amedê (DTO) li avahiya saziyê civînek li dar xistiye û rapora nirxandina Covid-19ê ya serdema Çiriya Paşiyê-Kanûna Pêşiyê ya 2020an aşkere kiriye.

Elîf Tûran, Seroka DTOyê rapor xwendiye û gotiye ku beriya niha li bajêr hejmara nexweşan 850 bû, lê ev demeke daketiye 100-150î.

Tûranê destnîşan kiriye ku 150 nexweş li klînîkan, nêzîkî 100 nexweş jî li beşên nexweşiyên giran tên dermankirin û hîna Covid-19 bandorê dike.

Elîf Tûranê diyar kiriye ku bi bandora cizî ya tedbîran re hejmara nexweşan kêmtir bûye lê hîna pêla yekem bi temamî nehatiye bidawîkirin.

“Zêdetirî hezar û 500 kedkarên tenduristiyê bi nexweşiyê ketin”
Seroka Odeya Doktoran a Amedê gotiye ku ji roja pêşiyê û pê de hema hema hemû barê şewbê li ser milê kedkarên tenduristiyê bûye û heta îro li Amedê hezar û 500 xebatkarên tenduristiyê bi vê nexweşiyê ketine, 17 ji wan jî mirine.

“Li girtîgehan belav dibe”
Tûranê bal kişandiye ser rewşa girtîgehan ku ew weke qadên jiyanê yên taybet penase kiriye û gotiye divê di rewşên wiha awarte te de tedbîrên taybet werin standin. Tûranê wiha dewam kiriye:

“Di demên destpêkê yên şewbê de girtiyên siyasî ne tê de, ji ber Covid-19ê gelek girtî û hikumxwar serbest bûne. Lê em pê dizanin ku li Amedê, li girtîgehên ku girtiyên siyasî tê de pir in, gelek kes bi nexweşiya koronavîrusê ketine.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin