Li 19 bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê dibistan hatin girtin

Li 19 bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê dibistan hatin girtin

Ji ber berfê û daketina pileyên germayê beşek ji dibistanên parêzgehên Bakurê Kurdistanê û hinek parêzgehên Îranê hatin girtin.‎

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li Bakurê Kurdistanê ev çend rojên berf û bager berdewam e, û berfa zêde û sermanyê bandoreke nerênî li ser jîyana rojane ya welatîyan kirîye.

Li tevahîyê Amed, Sêrt,Semsûr, Dêrsîm, Meletî, Mûş, Mêrdîn, Colenêrg û sê navçe û navenda Şirnexê, neh navçeyên Meraşê, du navçeyên Bedlîsê b ji ber berfê xwendingeh ji bo rojekê hatin girtin.

Di daxuyanîya Walîtîya Amedê de hat destnîşankirin ku li gor daneyên sazîya keşûhewayê li tevahîyê bajêr berfê dewam bike.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku ji ber berf, cemed û hewayê li tevahîyê bajêr xwendingeh ji bo rojekê hatin ragirtin, karmendên dewletê yên astengdar û ducanî jî ew dê behvedanê bikin.

Li Sêrtê berf li tevahîyê bajêr bi navber dibare û welatî tengasîyê dikişînin û  ji ber rewşa hewayê xwendingeh ji bo rojekê hatin ragirtin.

Di daxuyanîya Walîtîya Mêrdînê de hat destnîşankirin ku li gor daneyên keşûhewayê li tevahîyê bajêr berfê berdewa dike û ji ber rewşa hewayê perwerde ji bo rojekê dibe  behn vedan û herwiha karmendên dewletê yên astengdar û ducanî jî ew dê behnvedanê bikin.

Di daxuyanîya walîtîyê Şirnexê de jî hat destnîşankirin ku li bajêr û navçeyên li alîyên bilind barîna berfê dewam dike û hat dîyarkirin ku li navenda Şirnexê û Basan, Qilaban û Elkê ji ber berf û bagerê rojekê navber dan perwerdeyê û karmendên dewletê yên astengdar û ducanî jî ew dê behnvedanê bikin.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin