
Xalid Ezîzî: Di Rêkeftina Amerîka û Îranê de xelk Nehatiye Berçavgirtin
.
Kak Xalid Ezîzî, berdevkê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, di hevpeyvîneke taybet de ligel "Kurd channel" derbarê lihevkirina Tehran û Waşîngtonê ragihand, ev rêkeftina destpêkî tenê ji bo berdewambûna danûstandinan e di dema 60 rojan de.
Birêz Ezîzî got ku ev rewş encama westiyana her du aliyan e ji şer, belê xelkê Îranê û opozîsyon di vê hevkêşeyê de nebûne mijar.
Berdevkê Hizba Demokrat bal kişand ser wê yekê ku dewleta Donald Tiramp bala wê ya serekî li ser pirsa etomî û dabînkirina ewlehiya Îsraîlê bûye, ne rûxandina rejîmê.
Herwisa ronî kir ku nebûna alternatîfeke diyar ji aliyê opozîsyonê ve di germiya şer de, civaka navdewletî destewistan kir û wisa kir ku tenê daxwaza guhertina reftarê ji Tehranê bikin.
Derbarê Rojhilatê Kurdistanê de, berdevkê Hizbê tekez kir ku Hizba Demokrat hevkêşeyên pir zehmettir wekî şerê Îran û Iraqê, mûşekbaran û terora rêberên xwe derbas kiriye. Navborî got: "Em ne beşek ji vî şerî û van rêkeftinan bûn, belê xebata navxweyî ji ber hişyariya neteweyî ya gel dê berdewam bibe."
Kak Xalid behsa wê yekê kir ku êrîşên rejîmê bo ser kampan tenê ji bo xapandina raya giştî ya Îranê ye.
Li ser stratejiya pêşerojê ya Hizbê, Ezîzî bal kişand ser çar mijarên: Bihêzkirina çalakiya medenî di navxwe de, rêkxistina yekrêziyê ligel gelên Îranê, dîplomasiya çalak û naskirina valahiyên rêjîmê di qonaxa piştî şer de.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin