
Hewlêr û Bexda li ser gumrikan gihîştin peymanekê
.
Peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya li ser gumrik û sîstema ASYCUDAyê rê dide ku zimanê Kurdî li sîstemê were zêdekirin û tarîfeyên gumrikê yên her du aliyan bibin yek.Li gorî peymanê, ji bo çareserkirina pirsgirêka deriyên sînorî yên ku bi fermî nayên naskirin û avakirina salnameyeke çandiniyê ya hevbeş dê komîteyek were avakirin.Heyeta taybet a gumrik û sîstema Sîstema Otomatîk a Amarên Gumrikê (ASYCUDA) ya Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê bi Birêvebiriya Giştî ya Gumrikê ya Îraqê re li ser bicihanîna sîstemê peymaneke ji 16 xalan îmze kir.Çavkaniyekî pilebilind ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser mijarê ji Rûdawê re eşkere kir:"Tîmên her du aliyan ji bo ku ev peyman bi awayekî fermî bikeve meriyetê, dê berî û piştî civîna Encumena Wezîran a Aboriyê ya Îraqê bicivin.Îhtimal heye ku di hinek xalên peymanê de guhertin werin kirin."Ji ber ku li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê sîstema ASYCUDAyê nedihat bicihanîn, bazirganan ji ber şertê bikaranîna vê sîstemê nedikarî bi nirxê fermî yê Banka Navendî ya Îraqê dolaran bistînin.Kurdî li ASYCUDAyê tê zêdekirinDi peymanê de hat diyarkirin ku dê Herêma Kurdistanê ji bo tomarkirina şirketên a di nav sînorên xwe de xwedî desthilata tam be.Birêvebiriya Giştî ya Gumrikê ya Îraqê dê karmendên li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji bo bikaranîna sîstemê perwerde bike.ASYCUDA sîstemeke elektronîk a navneteweyî ye ku ji bo komkirin û parvekirina amarên bazirganî yên di navbera saziyên pêwendîdar de tê bikaranîn.Xaleke din a balkêş a peymanê, zêdekirina zimanê Kurdî ya li sîstema ASYCUDAyê û parastina kopyayeke amaran a li Ofîsa Teknolojiyên Agahdariyê ya Herêma Kurdistanê ye.Ji bo ku ev peyman bikeve meriyetê, divê Encumena Wezîran a Aboriyê ya Îraqê wê bipejirîne.Tarîfeyên gumrikê dibin yekHer du aliyan li ser yekkirina tarîfeyên nû yên gumrikê yên li deriyên sînorî yên Îraq û Herêma Kurdistanê li hev kir.Di paşerojê de her guhertineke ku di van tarîfeyan de were kirin, dê bi biryara hevbeş a her du aliyan be.Hikûmeta Îraqê ji destpêka îsal ve tarîfeyeke nû ya gumrikê diyar kiribû ku baca gelek berheman guherandibû û zêde kiribû lê ev biryar li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê nedihat bicihanîn.Her wiha di peymanê de hatiye diyarkirin ku dê her du alî herêmên gumrikê yên azad ên ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal nas bikin.Ji bo diyarkirina rewşa deriyên sînorî yên ku heta niha bi fermî nehatine naskirin dê komîteyeke hevbeş were avakirin.Hêsankirina çûn û hatina kel û pelanLi gorî peymanê, dahatên gumrikê, bac, efûyên gumrikê û parastina hilberîna navxwe dê di civîna Encumena Wezîran a Aboriyê ya Îraqê de werin gotûbêjkirin û biryara dawî li ser wan were dayîn.Xaleke din a belgeyê jî ew e ku her du alî li ser bingeha peymana di navbera Wezareta Çandiniyê ya Îraqê û ya Herêma Kurdistanê de xwedî "salnameyeke çandiniyê" ya yekbûyî bin.Ji bo kontrolkirina kalîteya kel û pelên hawirdekirî, testên ku li her du aliyan têne kirin dê werin qebûlkirin û wekî derbasdar werin hesibandin.Her wiha destûrên hinartin û hinardeyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û belgeyên fermî yên ku ji aliyê Birêvebiriyên Tomarkirina Şirketan ên Herêma Kurdistanê ve têne dayîn, dê li seranserî Îraqê derbasdar bin.4 madeyên destûrê bûn bingehJi bo ku ev peyman bibe peymaneke dawî, xwe dispêre 4 madeyên cuda yên Destûra Îraqê.Ev madeyên 110, 112, 114 û xala sêyem a madeya 121ê ne.Madeya 110an a destûrê, desthilatên taybet ên hikûmeta federal ên ku polîtîkayên aborî, bazirganî, darayî û gumrikê jî li xwe digire, birêkûpêk dike.Madeya 112an li ser birêvebirina petrolê û dabeşkirina dahatan li gorî nifûsa parêzgehan e.Her wiha diyar dike ku divê para wan herêmên ku ji rejîma Beasê zerer dîtine were dayîn.Madeya 114an desthilatên hevbeş ên di navbera hikûmeta federal û herêman de, di nav de birêvebirina gumrikê, birêkûpêk dike û şertê hevahengiyê datîne.Xala sêyem a madeya 121ê jî garantî dike ku divê herêm û parêzgeh ji dahatên federal pareke dadperwerane wergirin. Kaynak: Hewlêr û Bexda li ser gumrikan gihîştin peymanekê

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin