
Polîsan ji ber nivîsa bi Kurdî dest danî ser çenteyê rojnamegerekê
.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ragihand ku li Parlamentoya Tirkiyeyê polîsan dest daniye ser çenteyekî komeleya wan ê ku nivîsa bi Kurdî li ser bû.
Rojnameger Rengîn Azîzogluyê hefteya borî xwest ku ji bo şopandina civîna koma CHPyê bikeve avahiya Parlamentoya Tirkiyeyê.
Lê belê polîsên li Deriyê Dîkmenê yê parlamentoyê çenteyê wê yê caw a ku nivîsa “Çapemeniya Azad, Civaka Azad” li ser bû, kirin hincet û rê li ber wê girt.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniya komeleyê, polîsan bi telefonê hinek hevdîtin kirin ku wateya nivîsa li ser çenteya fêr bibin.
Piştî wan hevdîtinan polîsan ji Rengîn Azîzogluyê re ragihandiye ku ew nikare bi wî çenteyî bikeve hundirê parlamentoyê.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê da zanîn:
“Polîsan tiştên şexsî yên rojnamegerê xistin poşetekê û dest danî ser çenteyê qûmaş ê bi Kurdî.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin