Lêkolînek li ser perwerda bi zimanê Dayikê li Swîsra, DYA, Rûsya û İraqê

Lêkolînek li ser perwerda bi zimanê Dayikê li Swîsra, DYA, Rûsya û İraqê

Lêkolînek li ser perwerda zimanê Dayikê li Swîsra, DYA, Rûsya Federal û İraqê Perverdeya pirzimanî û yekzimanî, alîyên negatîv û Pozîtîv Sîstemên îdarî yên welatan ne astenge li pêşya perwerdeya pirzimanî wek mînak DYA, Rûsya, Swîsre (Swıtzerland), İraq

A+A-

 

Dr. Ekrem Önen
 

Wek tê dizanîn giringîya ziman ji bo welat û milletekî gelek grînge, pirsa hebûn û ne bûnê ye Bi teybet dema li welatekî milletên cuda dijîn. Helwest û çareserkirina pirsa ziman li welatê pir millet gelek grînge. Tecrûbe û lêkolînên ilmî ji mere rêdide heger çareserkirina pirsa ziman bi teybet perwerdeya pirzimanî bi awayekî adilane û demokratîk hatibe çareserkirin ew teesîrek gelek pazîtîv li ser tevaya welat dike ( aborî, sîyasî. Kulturî, pêşketin ûhwd.). û na heger li welatekî pirziman yek ziman tenê yê perwerdeyê be û zimanê din bi kar neyê anîn ew welatana her dem bi problemin û di hemû warên ku li jor min behs kir bi paşdene, di cvatê van welatan de herdem ne rehetî heye ji ber gelek milet ji mafê xwe yê asasî ziman bê parin ew dibe sebebê bê bawerîyê û civat ji hev durdikeve di encam de dibe sebebên konflîktê.

Îroj li cîhanê gelek welatên perwerdeya 2 ziman.3 ziman, 4 ziman heta 10 ziman zêdetir ku perwerdeya pirzimanî heye.û ev welatana di sistemên îdarî sîyasî cuda de dijîn û ev welatana tev welatên herî pêşketî yên cîhanê ne û tu tirsa wana ya perçebûna welat an konflîktên civakî nîne. Hemû alî bi aramî. û ji hevre rêzgirtin bi hevre jîyaneke li ser asasê wekhevîye bi hevre dijîn. Em dibînin li welatekî ku pirsa pirzimanî bi adilane hatibe çareserkiein teesîrek pozîtîv li ser civatê dike û biadilane ne hatibe çareserkirin negatîv teesîr dike. Li cîhanê pirsa perwerda zimanê zikmakî li her welatekî li gor rewşa welat bi formên cuda çareserkirine, heta li hinek welatan jî li gor rewşa herêma tê guhertin. Wek mînak li hinek welatan zimanê zikmakî rola hazirîya perwerda navîn dike, mînak ji sinifa 0 heta 3-4, li hinek herêman ji 0-6 dixwînin, li hinek welatan heta kolej-Lîse dixwînin her weha.li hinek welatan jî tevaya perwerdeyê bi zimanê zikmakîye. Ya grîng ewe ku li bêhtirin welatên Cîhanê ev pirs bi formekê çareser kirine.qedexe li ser perwerda zimanê zikmakî nîne.
Ezê li vir hinek mînak ji hinek welatên pir milletî ku perwerdeya pirzimanî li ser asasên wekhevîyê bi hevre dijîn bidim. Wek minak welatên ku li coxrafyayên cuda û sîstemê wan ya îdarî cudane DYA, Rûsya, Îswîçre, İraq ûhwd.

Swîsre (Swıtzerland)

Welatekî li çîyayên Alpe. Di navbera Âlmanya. Fransa,Îtalya û Awusturya deye, xwedîyê çar zimanaye û di mada 4 a yasaya wana bingehî de ev her 4 ziman ( Almanî, % 67,7 Fransî, % 20,4 Îtalî % 06,5 û Retoromanî % 0,5) wek zimanê fermî yê Îsvîçre tê qebulkirin. Swêsra wek îdarî ji 26 kantona pêk tê, ji 26 kantona 22 kanton xwedîyê 2 zimanê resmî ne. Ev zimanan hemû fermîne û pervedeya bi zmanên xwe dikin. Li vî welatî rêzgiertin ,Toleransa li hember hev di asta herî bilindeye. Perwedeya îswîçre jî yek ji perwerdeyên herî baş yê cîhanê tê hesêb. Li vî welatî tirsa peçebûna welat nayê bîra kesî ji ber her mille ji halê xwe memnûne. Li ser asasê wekhevîyê bi hevre dijîn û tu problem jî jî wanre dernayê. Ji ber li vî welatî ji xwe her kes bi du sê zimana zani, lê ya muhim ne ewe tu bi zmanekî din nizani a muhîm tu bi zimanê xwe zanibe. Yek ji bo te dike eyb ku tu bi zimanê xwe nizane lê ji tere nake eyb ku tu bi zimanekî din nizane. Ji ber bi qanûna asasî a Îswîçre tu ziman an millet ji yê din ne mestire, di yasayê de herkes wekhevin. Wek mînak zimanê Retromanî ku 36 hezar kes pê di peyivin ku bi qasî nufûsa gundekî Kurdistanêye li gor yasayê ji 3 zimanê din tu ferqa wî tuneye.her weha di warê coxrafî de hemû cîh û warê wan bi zimanê wanî heremî ye. Herkes perwerdeyê bi zimanê xweyê zikmakî dike di ber de dervî zimanê zikmakî mecbûrîye zimanekî din ji wan 4 zimanê ku fermî yê dewletê ne fêr bibe û zimanê sisya divê înglîzî fêrbibe.yanî zarokek di xwendina xwede fêrî 3 zimana dibe heger paşe ne zêdetir be. Çawa her welatek bi hinek xusûsyetê xwe meşhûre û îftixar dike Îswîçreyî jî bi zanebûna zimana îftîxar dikin û meşhûrin,

DYA

DYA welatekî mihaciraye nufusa wê zêdeyî 300 milyonî ye dor 150 milletê cuda lê dijî her çuqas zimanê Înglîzî fiÎlî wek resmî be jî, lê wek yasayî li hemû eyaletên DYA ne zimanê resmîye,heta sala 2000 li bes li 25 eyaletan zimanê resmî bû tevî ku % 82 xelkê înglîzî wek zimanê xweyî zikmakî qebûl dıke û ji % 96 xelkê jî bi înglîzî baş dizane.Di salên 1960 de ku êdî gelek mıhacir li DYA bi cih bûn di vê demê de sala 1964 de bi qanûna mafê hemwelatîyê mafê perwerdeye pirzimanî hate qebulkirin, Di sala 1968 de Kongereya DYA yasaya perwerda yasaya du zimanî derxist.Di sala 1974 de mehkema yasaya bilind ev mafê perwerda du zimanî hi frehtir kir. Perwerde li DYA ne merkezîye her eyalet li gor xwe biryar dide û li Behtirin eyaletên ku milletê cuda dijîn li wan eyaletana perwerda pirzimanî heye, ev perwerde çend sal be eyalet û mekteb bi hevre biryar didin, li hinek mekteban ji sinifa 0 heta 1 tev bi zimanê zikmakîye,li hinek mekteban ji sinifa yekê heta ya sisyane û li hinek mekteban heta 6 ne herweha li hinek mekteba a navê û ortê tev du zimane. Ev li gor eyalet û şertan tê guhertin. Perwerda du zimanî di mektebên DYA de ji destpêkê ji %100 bi zimanê zikmakîye paşê ji sinifa 1 dersên zimanê înglîzî jî di berde dixwînin bi vî awayî zaroka dighînin heta sinifa 5-6 ku mustewa zimanê înglîzî nezî mistewa zimanê zikmakî a wî zarokî dibe. Mamosteyê li dibistanên du zimanî kar dikin certîfîkatên teybet lazime werbigre ji ku bi karibe li van dibistanan kar bike.

Iraq

Wek tê dizanîn dewleta Iraqê di sala 1921 de hate avakirin û di sala 1925 de yasayek bingehîn hate avakirin li gor mada 17 a vê yasayê zimanê fermî zimanê erebî hate nivîsandin. Di sala 1931 de di serdema monarşîyê de yasaya zimanê herêmî derket û pêbendîya ku monarşîyê da cemîyeta milletan ku li gor vê yasayê, zimanê Kurdî li herêmên Kurd dijîn wek zimanê resmî hate qebûlkirin, herweha li herêma Kurdistanê prwerdeya zimanê Kurdî û li hemû daîrê hukûmî bi kurdî kar meşandin hate qebûlkirin. Piştî sala 1958 ku hukmê monarşîyê hate hilweşandin ku Iraq wek Cumhurîyet hate îlankirin bi vêyare hate qebulkirin ku Iraq welatê Ereb û Kurdan yê muştereke Her çuqa di vê serdemê behsa ziman nehate kirin jî lê em dibînin mafe zimanê Kurdî çi di perwerdeyê de çi jî di bi kar anînê de frehtir bû (li vir em dikarin bêjin tehsîra guhertinên sîyasî jî rola xwe lîst vegera wek vegera Mistefa Barzanî ji Yekîtîya Sovyetê sala 1958 de)bi tifaqa 11 adarê 1970 bi naskirina otonomî ji bo Kurdan zimanê İraqê yê resmî bû Erebî û Kurdî. Piştî rûxandina Sadam Husên ku yasayek nuh 2005 de hate çêkirin her di vê yasayê de jî cardi zimanê fermî yê Iraqê Erebî û Kurdî ma Her weha guhertina di yasayê de a sala 2013 de benda ziman wehaye, zimanê resmî yê İraqê û zimanê resmî yê herêmî wek minak zimanê resmî yê İraqê Erebî û Kurdîye , zimanê resmî herêmî Turkmanî Suryanî ûhwd. Yasaya piştî ruxandina Sadam Ku Kurdan herêma xwe kontrol kirin, li gor yasayê mada 7 zimanê fermî yê herêma Kurdîstanê Kurdîye li gor benda 2 ya madeya 7 hemû karên îdarî yê nivîskî resmî wê bi Kurdî û Erebî bê. Benda 3 li herêma Kurdistanê lazima Erebî jî bê fêrkirin. Benda 4 zimanê Turkmanî û Suryanî wek zimanû perwerde û Kulturî tê qebulkirin. Em nuha dibînin piştî başûrê Kurdistanê Azad bûye li gel zarokên Kurd zarokên Turkman û Suryan jî bizimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê dibînin û kultura xwe pêşda dibin. Em dibînin bi vêya re Kurdistan hin geştir, Xweştir, bi istiqrartir û aramtir dibe herweha rastîya dostanîya milletan ji mere rê dide. Ji ber wê îroj em dibînin Ku Turkman û Suryan dixwazin li gel herêma Kurdistanê bijin ji ber ew xwe li herêma Kurdistanê azad û di ewlekarî û aramîyê de his dikin, ew jî xwe wek Kurdan xwedîyê Kurdistanê dibînin.

Rûsya Federal

Hinek miak ji nufûsa milletên Rûsya û hejmara dibistanên wan

Rûsya welatekî xwedîyê 85 herêmên federale (Cumhûrîyet, Navçe, Herêm, Herêmên otonom, navçê otonom û bajarên federal). Ev 85 herêmên fedral tevî dezgehên îdarî yên tevaya Rûsya her yek ji wan jî dezgehên wan yên îdarî hene. Rûsya welatekî pir milletîye ev tê wê wateyê pirzimanîye, Li gor alîmên Rûsî dide dîyar kirin li rûsya federal 150 ziman hene wek mînak zimanê Rûsî ku zimanê resmî yê Rûsya ye ji % 97,7 xelkên Rûsya pê di peyivin û zimanê herî milletekî bi çûk Negîdalsa ku nufusa wan 622 kesin ku li dora çemê Amûr dijîn.Li gor yasaya bingehîn a Rûsya mada 68 dibê Zimanê resmî yê Rûsya federal Rûsîye her weha di mada 26/2 dibê her herêmên federal heqê wan heye ku ew li herema xwe bi zimanê Rûsî re zimanêkî din resmî ji bo navça xwe qebul bike û li herema xwe li gel Rûsî wî zimanî jî wek resmî li hemû dezgehên dewletê , perwerdeyê û di hemû alîyê jîyanê de bi kar bînin, Li dibistanên Rûsya 89 ziman tên xwendin ji wan 39 pê perwerde dibe. li Rusya pirsa perwerda pirzimanî li gor herêman tên guhertin, li hinek herêmê federal ji sinfa 0 heta sinifa 3, li hinek herêman ji 0 heta 5, li hinek herêman ji 0 heta 11 yanî lîse wek mînak li cumhûrîyetaTataristanê heta 11 ne. Li Rûsya pirsa perwerdeya pirziman her li ser lêkolîn tê kirin piştî encamên ev lêkolînan ku ji bo zarokan çi encam jê der tê guhertin dibin guhertin him li ser mustewa federal her weha li herêmê federal jî li gor xwe guhertina dike. Li vir ya grîng ev ku hemû milletên li Rûsya federal dijin xwedîyê mafê perwerda pirzimanî ne. Heta gelek milletên ku ne kompakt dijîn wek ku nuha Kurdên Sovyeta berê ku piştî rûxandina Sovyetê ev Cumhûrîyetên Kurd lê dijîyan wek Ermenîstan, Gurcîstan, cumhûrîyetê asya navîn gelek ji van Cumhûrîyetana despêkirin çavsorî li Kurda kirin, Kurd mecbûr man tev hatin nav axa Rûsya federal û li herêmên cûda bi cîh bûn. Ji bo milletê di vê rewşê de ne kompakt dijîn jî di yasaya bingehîn a Rûsya de otonomôye kulturî pejirandin. Wek mînak ji bo Kurdan jî nuha otonomîya Kultûrî li rûsya heye. ( Ev ji bo parastina ziman,Kultur adat û teqlîtê van milletana ye.).

Li gor dokumentek ku min ji arşîvên sîyaseta derve a Rûsya Qeyserî derxistîye dibistana pêşîn modern a Kurdan di sala 1913 de bi piştgirîya Rûsya Qeyserî û însîyatîva Konsûlê Rûsî Şaxovskî û Ebdulrezak Bedierxan li bajarê Rojhilatê Kurdiastanê Xoyê hate vekirin. Ev dibistan lazim bû 5 oktober bihata vekirin ji ber alatê dibistanê lazimbû ji Tiflısê bihatana dereng ket ji ber wê di 22 oktobera sala 1913 de vebû 29 zarok ji herêma temenê navbera 8-10 salî jı herêmên Çarika,Somayê, Bradost û hederaî Xoyê hatitibûn ji bo perwerde bibini. Her weha Em dizanin Li Sovyetê jî salên 1920 de ji bo perwerda zarokên Kurdan amadekirina Mamosta pirtûkên dersan hatin amadekirin her weha Elfabak Kurdî tê amade kirn.Disalên 1930-1931 de ders û perwerdeya bi Kurdî dest pê dike hejmara dibistanên ku Kurdî û di ber Ermenî dighê 27 û 1951 xwendevan li wan perwerde dibin. Di sala 1931 de Enstîtuya pedagjî a pişt kafkasyayê tê danîn û li wir zêdeyî 100 mamostên Kurdî li wir perwerde dibin.

Hinek ji hejmarên dibistanê zimanê zikmakî yên xelkê Rûsya federal


Turkîye

Qedexekirina Perwerdeya pirziman û tesîrên wê yê negatîv

Rewşa zimanê Kurdî her çuqas nuha li başûrê kurdistan başbe jî lê li hersê perçeyên Kurdistanê din rewş gelek xerabe. Bi teybet rewşa herî xerab a li bakurê Kurdistanê ye.. wek tê dizanîn piştî hilweşandina Împaratorîya Osmanî Ku îtîhadî Terakî û ‘’ kadro hereketî’’ya Mustefa kemal ku rejîmek tek tîp li ser asasê netewetîya Turk ku ji yek ziman û yek qewm pêk tê ava kirin. Ji bo vêya hemû milletên (Kurd, Ermenî,Laz ,Çerkez Ereb, Gurcî îhwd) li ser vê axê dijîn înkar kirin gotin herkes Turke.ji bo vêya bi kanûna ve zimanê van milletana hemû qedexe kirin navên hemû bajar,gûnd,çem.çîya deşta tev guhertin. Tu heq û huqûk ji kesekîre nas nekirn ev sîyaseta tek tîp Turkîye û kurdistan anî vê rewşa em nuha têde dijîn.Em dikarin bêjin di vî 80 salên Cumhûrîyeta Turk de dervî çend salên 2010-2014 ku hukumeta AKP hinek reformên biçûk be jî ku hinek guhertin di pirsa ziman de kirin em tiştekî din nabînin, her dem sîyasetek înkarê li hember miletê din tê meşan din evêya tehrîbatên mezin bi xwere anîn. Lê eksê vê wek mînakên welatên li jor min da. Her weha lêkolînê ilmî ji mere dide dîyar kirin ku perwerdeye pi zimanî zarokan di warê perwerdeyê û ilim de jê hatîtir dike, wek mînak lêkolîn rê dide li DYA dor 3000 zarokên ku zimanê wan Îspanîye da beşî 3 gruba dikin gruba ewil bes bi Înglîzî dest perwerdeyê dikin, gruba 2 ji 1-2 Îspanî paşê bi Înglîzî, gruba 3 ji 4-6 sal bi Îspanî paşê Înglîzî. Encamê lêkolînê dide rêdan ku zarokê herî jêhatî zarokên pêşî bi îspanî paşê bi înglîzı xwendin, yê herî zeıf yê ku ne bizimanê zikmakî bi Înglîzî destpêkir. Le dîyare li Turkî difikirin zarokekî Kurd çuqas bi karibin asîmle bikin wê ewqas ew zarok jêhatî be. Bi fikirn ku zarokekî Kurd ziman û xeyalên wî bi Kurdîne tu wî mecbûr dike bi Turkî dest bi perwerdeyê bike, li gor peymana NY a sala 1948 a rê li bergirtina genosîdê kû yek ji madeyê wê ewe ku tu zarokên Grubekê (milletekî) transferî grubek (milletekî) din bike jêre tê gotin genosîd. Li gor YN asîmilekirina zarokên Kurd bi zorê genosîde. Her weha qedexirina pirzimanî li welatên pirmiletî di civatê de problem û konflîktên mezin bi xwere tîne.civat perçe dibe, tolerans û rêz girtin zeîf dibe, nefret û kîn xurtir dibe. Turkîye divê xwe ji vê Kurdfobîyê xelas bike û wek minak li van welatên li jor min behs kir binere bê çawa dema pirsên xwe bi adlane çareser dikin çawa pêşde dikevin.
Rêlibergirtna perwerdeya zimanê zikmakî tahrîbatên mezin ji bo zarokan bixwere tîne.
Wek mînak di forûma NY de a binavê milletên avtahton (yên Cî) 2005 de dide dîyarkirin zarokên ku ne bi zimanê zikmakî dest bi perwedeyê dikin paşê bi problemên ziman, Pedagojîk û pîskolojîk re ru bi ru dibin û ji îmkanê xwendinê bê par dibin, bi vêya re dema tu lê dinere ji alî sosyolojîk, perwerde û Huqûqû de mafê zarokan binpê dibe, Evêya di benda 29 de a YN peymana mafê zarokan de hatîye. Lêkolînek din zanistî ‘’Skutnabb-Kangas & Dunbar 2010 dide rêdan rê li ber girtina perwerdeya bi zimanê zikmakî gelek bi xwere problemên fîzikî tîne, mirov marjînal dibe, alkagolîzmê bi xwere tîne, ev tev ji întixar û şîdetê re zemînê hazir dike.


Gilî û gazin ji dewletê erê, lê Kurd ?

Hemû gazinên ku di pirsa perwerda zimanê zikmakî nuha me ji dewletê kir tev rastin. Bes li wir gelo çi dikeve ser milê Kurdan bi xwe. Wek dibên şûjinê li çavê dujmin xi û derzîyê li çavê xwe xi. Bi tevayî dema em lê dinerin her çuqas hinek terfên Kurd wek mînaka îroj nuha em top bûne û doza mafê perwerdeya zimanê zikmakî ji bo zarokên Kurd dikin û lê digerin biçiawayê hebe jî, lê bi tevayî Hêzên Kurd sîyasî yên Bakur heta komeleyên Kulturî pirsa perwerdeya zimanê zikmakî an piştguh dikin an an ne wek armanc liser dixebitin bes dema hesabê wana sîyasî hebe vê pirsê derdixin pêş piştî demekê ji bîr dikin ka binerin kesekî ev pirs li parlementoya Turkan ne anîye rojevê, wek proje pêşneyar nehatîye kirin. Her weha gelek teref vê pirsê bes ji alî sîyasî ve nêzîk dibin.Yanî vê pirsê jî bi rizgarkirina kurdistanê ve grêdidin. Hinek teref jî li şûna bi pırsek cîdî wek perwerdeya zimanê zikmakî serê xwe biêşîne wê berê bidin pirsên ziman ku nuha ji bo Kurdan hîç ne aktuele an ji binde pirsên ziman şaş dixin rojeva Kurdan. Wek mînak hinek dibên ‘’emê lehçe û devokê Kurdî nêzî hev bikin’’ ez bi xwe gelek xerîb dimînim an van kesana haya wan ji ilmê Lîngvîstîk û Fılologîya nîne an bi zanet3ı weha dikin. Berya her tiştî lehçe û devok dewlemendîya zimanekîye. Ya dudan ji bo pêşde jî ku kurdistanek ava bibe jî hemû lehçê Kurdî bira bi lehçên xwe ve perwerde bibin, Kurmanc bi kurmancî, Zaza bi zazakî, soran bi soranî Çi şaşî di virde heye. Çima li Isvîçre 4 milletên cuda bğçar zimanê çuda, li Rûsya bi zêdeyî 39 zimanê dikarin perwerdeyê bikin em milletekin 4 lehçême hene em nikarin bikin ku her kes bi lehça xwe perwerde bibe. Ji bo vêya hevce nake mirov fîlosof be bes divê hinekî haya mirov ji Lingîvîstıka û fîlologîyê hebe. Lê divê em fam bikin ku pirsa perwerda zimanê zikmakî pirseke Kulturî, însanî, xwezayîye ku zarokek bi zimanê xweyî zikmakî perwerde bibe. Bê guman eynî wextde ev pirs sîyasîye jî. Lê divê ev pirs bikeve nav daxwazên nêzîk yên kurdên bakur ne li bende daxwazên stratejîk bihêlin. Ji ber tu luksek Kurdên bakur nuha nîne bi pirsên fantazîre mijûl bibin û hinek bixwazin fantazîyên xwe li ser Kurdan wek eksprîment bi kar bînin. Gelek alî nawazin pirsên aktuel yên wek ziman bînin rojevê diherin ji bo kurda ku pirsên di sira 10 debe tînin wek pirsa aktuele dixwazin di rojeva Kurda xin û pirsên aktuele ku lazime acil jêre çareserî bibe piştguh dikin. Heta gelek caran dibin asteng li pêşya çareserîya pirsê. Kurd divê kumê xwe dînin ber xwe û bifikirin, Ji ber nuha Kurdî li bakur di tehlûka wendabûnê deye. Divê em lê bigerin çawa Kurdî ji vê tehlûkê xelas kin û bihêlin bi Kurdî perwerde bê kirin û peyivandin. Bê guman çareserîya pirsa perwerda bi kurdî a kamil bi destxistina desthilata Kurdan ve grêdayî ye, lê ev nayê wê wateye berya desthilata Kurdistan bê bi destxistin em nakarin tiştekî bikin bilekis heger em reel tevbigerin dikarin gelek tiştbikin. Ji bo vêya Oponentê me Anqereye divê Kurd wek teref bi anqerê re dest bi dan û stendina bikin ji bo rê li ber girtina asîmlasyonê û destpêka perwerda bi zimanê dayikê dest pê bê kirin. Divê Kurd reel tevbigerin xwe ji sloganan, populîzm û fantazîyan xelas kin.

Jêder

1-Федеральный закон от 29.12.2012 N 273-ФЗ (ред. от 02.12.2019) "Об образовании в Российской Федерации"

2-Этнология: языки мира, 14-е издание, Даллас, Техас, под редакцией Граймс Б. (2000 г.).

3-Использование родного языка в образовании, ЮНЕСКО, Париж, 1953 г.

4-Всеобщая декларация ЮНЕСКО о культурном разнообразии (2001 г.), Основные направления плана
действий, пункт 8.

5-Образование и наука в процессе реформ (коллектив авторов, со-
ставители Константиновский Д.Л., Веревкин Л.П.). М.: ЦСП, 2003

6-ред.Федерального закона от 03.08.2018 N 317-ФЗ

7-https://rg.ru › 2018/07/25 › zakon-o-rodnom-iazyke

8-Ganuza, N. & Hedman, C. (under utgivning). Modersmålsundervisning – möjligheter och utmaningar. I: T. Otterup & G. Kästen-Ebeling (red.). En god fortsättning. Lund: Studentlitteratur.

9-Hedman, C. (under utgivning). Läsförståelse med flera språk som resurs. Läslyftet: Tidig läsundervisning riktad mot lärare i F-3. Stockholm: Skolverket.

10-Williams, Y.W. (2001). A music education program with language arts lessons to improve reading
comprehension skills. Yayımlanmamış doktora tezi, Union Institute and University,
Cincinnati

11-Slavin, R. E. & Cheung, A. (2005). A Synthesis of Research on Language Reading Instruction for English Language Learners.
Review of Educational Research

12-Council of Europe. (1992). Euopean Charter for Regional or Minority Languages. http://conventions.coe.int/treaty/en/ Treaties/Html/148.htm

13-Akın, E. (2015). Çoklu ortam uygulamalarına dayalı öğretimin 6. sınıf öğrencilerinin anlama
becerilerine ve Türkçe dersi tutumlarına etkisi: Muş ili örneği. Yayımlanmamış doktora tezi,
İnönü Üniversitesi, Malatya.

14-UNESCO. (1960). Eğitimde Ayrımcılığa Karşı Sözleşme. http:// insanhaklarimerkezi.bilgi.edu.tr/Books/khuku/egitim_hakki/ egitim_hakki_egitimde_ayrimciliga_karsi_sozlesme.pdf

P.S. Ev gotara min a ku di panela ’’Perwerda bi zimnê dayikê’’ ku roja 21.12. 2019 li Dîyarbakrê ku ji alî Wakfa Rîya Azadî û bi piştgirîrîya yekîtîya Awrûpa hatibû amade kirin min pêşkeş kir. Hevalên wakfa Rîya Azadi ev gotaranê panelê wek pirtûk çap kirin ji bo wê nuha gotarê bi xwenedevana re parve dikim.


WÊNE

 

1-069.jpg

2-077.jpg

3-077.jpg

4-063.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin