
Amerîkayê axaftina rayedarên Îranî bi dest xist: 'Wêraniya li tesîsan kêmtir e'
.
Hat îdiakirin ku îstixbarata Amerîkayê axaftinên berpirsên pilebilind ên Îranê bi dest xistiye ku dibêjin êrişên Amerîkayê yên li tesîsên nukleer "ji ya dihate texmînkirin kêmtir wêranker" bûne.
Çar çavkaniyên ku ji rojnameya Washington Postê re axivîn, derbarê vê îstixbarata navborî ya ku hatiye bidestxistin de zanyarî dan.
Çavkaniyan got ku di pêwendiya ku mebest jê nepenîbûn û bi rêbaza "îstixbarata sînyalan" hatibû bidestxistin de, "berpirsên Hikûmeta Îranê di nav xwe de nîqaş kiriye ku çima êrişên bi fermana Serok Donald Trump hatine kirin, bi qasî ku wan hêvî dikir wêranker û berfireh nebûne."
Rojnameyê her wiha nivîsî ku wan derbarê pêwendiya bidestxistî de bi Ofîsa Dîrektorê Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê re têkilî daniye û daxwaza şîroveyê kiriye, û li ser vê yekê berpirsekî payebilind ê îstixbaratê ji ofîsê ji wan re gotiye, "Îranî şaş in."
"Tenê pêwendiyeke telefonî"
Di nûçeyê de hat ragihandin ku berpirsê navborî destnîşan kiriye ku "tenê perçeyek ji îstixbarata sînyalan, wêneya îstixbaratî ya tevahî nîşan nade" û wiha pê de çûye:
"Pêwendiyeke telefonî ya di navbera Îraniyên bênav de, ne heman tişt e bi nirxandinên îstixbaratî yên ku bi gelek çavkanî û rêbazan hatine berhevkirin û li ber çavan hatine girtin."
Di nûçeyê de hat amajekirin ku komkirina zanyariyan ji telefon, e-name û pêwendiyên din ên elektronîkî, ku wekî "îstixbarata sînyalan" tê zanîn, yek ji amûrên herî bi hêz ên ajansên sîxuriyê yên Amerîkayê ye.
Lê belê hat destnîşankirin ku daneyên bi vê rêbazê tên komkirin "sînorên" xwe hene.
Her wiha hat tekezkirin ku carinan beşên axaftinên ku di îstixbarata sînyalan de tên bihîstin, ji çarçoveya xwe dûr in û ji bo wêneya bûyeran bi awayekî temamtir were dîtin, pêwîst e bi zanyariyên din re bên yekkirin.
Çi bûbû?
Di 13ê Hezîranê de Îsraîlê dest bi êrişên li dijî Îranê kiribû.
Amerîka jî di 22yê Hezîranê de bi balafirên bombebaranê yên B-2 êrişî 3 tesîsên nukleerê yên Îranê yên li Fordo, Îsfehan û Netenzê kir û bi vî awayî tevlî van êrişan bûbû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kiribû ku di encama êrişên balafirên Amerîkayê de, kapasîteya nukleerê ya Îranê "bi temamî hatiye rûxandin".
Lêbelê, hin dezgehên medyayê yên Amerîkayê, di serî de CNN, li ser bingeha raporên destpêkê yên ku bi dest ketibûn, cih da wan nirxandinan ku êrişên Amerîkayê yên li ser Îranê "pêkhateyên bingehîn" ên bernameya nukleerê ya birêvebiriya Tehranê "hilneweşandine" û dibe ku tenê xebat "çend mehan bipaşve xistibin".
Birêvebiriya Trump rexneyên tund li dezgehên medyayê yên ku rapor wekî nûçe belav kiribûn, girtin û hat ragihandin ku Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) derbarê derketina van zanyariyan de lêpirsîn daye destpêkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin