
Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
.
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku eger Îran "aşitîxwaz be û zererê nede", ew dikare dorpêçên li serê rake.
Donald Trump ji kanala Fox Newsê re li ser bipêşketinê rojevê axivî.
Trump diyar kir ku di pevçûnên ku bi êrişên Îsraîlê yên li Îranê dest pê kirin de her du alî jî pir westiyane û êrişên hewayî yên Amerîkayê yên li ser Îranê bi serkeftî bi dawî bûne.
Serokê Amerîkayê Trump her wiha ew îdiayên ku digotin Îranê beriya êrişan uranyuma dewlemendkirî veguhestiye cihekî din red kir.
Trump got, "Ji bo jiyanê, wan ji bilî xwe ti tişt neveguhestiye cihekî din. Wan nedifikirî ku tiştê me kir di rastiyê de pêkan bû."
Li aliyê din, Trump bi bîr xist cezayên li ser Îranê didomin, derbarê daxuyaniya xwe ya ku tê de gotibû Çîn dikare piştî agirbestê ji Îranê petrolê bikire, wiha got:
"Na, min wisa negot. Ceza hê jî di meriyetê de ne. Lê eger ew erka dikeve ser milê xwe bi cih bînin, eger aşitîxwaz bin û bi me re hevkariyê bikin, eger êdî zêdetir zererê nedin, wê demê ez dê dorpêçan rakim."
Li ser pirsa gelo di encama agirbesta Îran û Îsraîlê de welatên ku dixwazin tevlî Peymanên Abraham bibin hene yan na, Trump wiha bersiv da:
"Belê, niha li wir welatên bi rastî hêja hene û ez bawer dikim em dê dest bi tevlîkirina wan bikin ji ber ku pirsgirêka sereke Îran bû."
Trump got ku ew fikirîbû ku Îran jî dê rojekê tevlî Peymanên Abrahamê bibe û anî ziman ku ew niha nizane ka Sûriye dixwaze tevlî bibe an na.
Trump dîsa Mamdani rexne kir
Trump, li ser pirsên derbarê Zohran Mamdani ku vê hefteyê di pêşhilbijartinên Şaredariya Partiya Demokrat a New Yorkê de bi ser ket, wiha bersiv da:
"Ew komunîstek e. Bi ya min ji bo New Yorkê pir xirab e."
Trump dubare kir ew ji serketina Mamdani ya di pêşhilbijartinan de pir şaş maye û wiha axivî:
"Şaredarê New Yorkê kî dibe bila bibe, divê bi xwe bikaribe, nexwe hikûmeta federal dê ji aliyê darayî ve gelekî tund li hember wan tevbigere."
Di pêşhilbijartinên şaredariya Partiya Demokrat de ku di 24ê Hezîranê de li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê hatin lidarxistin, Endamê Meclisa Nûneran a New Yorkê Zohran Mamdani, li gorî encamên nefermî di nav berbijêrên ku dê di hilbijartinên 4ê Çiriya Paşîn de bikevin pêşbaziyê de, ji sindoqê wekî yekem derketibû.
Berbijêrê Misilman Mamdaniyê 33 salî yê bi eslê xwe Hindî û li Ugandayê ji dayik bûye, bi nasnameya xwe ya demokrat sosyalîst derdikeve pêş, hevrikê xwe yê herî girîng, Waliyê berê yê New Yorkê yê 67 salî Andrew Cuomo, li pey xwe hiştibû û piştgirên kevneşopî yên Partiya Demokrat matmayî hiştibû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî yê bi navê Truth Socialê, bertek nîşanî serketina Mamdani ya di pêşhilbijartinan de dabû û gotinên "Demokratan xet derbas kir. Mamdanî, ew dînê ku sedî sed komunîst e, bi ser ket." bi kar anîbû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin