Serokê Giştî yê PWKyê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat Pîroz Kir

Serokê Giştî yê PWKyê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat Pîroz Kir

.

A+A-

Mustafa Ozçelîk, Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), ji ber helwesta wê ya li dijî Cemîyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê ya derbarê Kurdan de, nameyeke pîrozbahiyê ji Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat û Serokê wê  Felat Bozarslan re şand.

Peyama Ozçelîk wiha ye: 

Rêzdar Felat Bozarslan Serokê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat

Serokê Rêzdar

Ez ji ber wê helwesta we ya bi rûmet ya li dijî helwesta  Cemîyeta Rojnamevanan a Tirkîyeyê ya li dijî kurdan cenabê we û rêvebirên Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat pîroz dikim.

Di xebatên we de serkeftinê ji we re dixwazim.

Li gel rêz û silavên xwe.

30.06.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin