Lavrov: Em naxwazin Amerîkayê bi zorê ji Sûriyê derxin    

Lavrov: Em naxwazin Amerîkayê bi zorê ji Sûriyê derxin  

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, hebûna Amerîkayê li Sûriyê û piştevaniya bo komên cudaxwaz (mebest hêzên Kurd) wekî binpêkirina biryara navdewletî 2254 a NY binav kir.

Sergey Lavrov îro 18ê Çile di civîneke rojnamevanî de rexneyên tund li Amerîkayê girtin û got, dagîrkirina xaka Sûriyê ji aliyê Amerîka ve, dizîna samanên wî welatî û piştevaniya wê ji komên çekdar ên cudaxwaz re, li dijî biryara navdewletî 2254 e.

Lavrov di berdewamê de destnîşan kir ku ew naxwazin Amerîkayê bi darê zorê ji Sûriyê derxînin, lê ew jê daxwazin êrîşî baregehên hikûmeta Sûriyê nekin.

Lovrov ji bo êrîşên Îsraîlê yên ser Sûriyê jî da xuyakirin, ew bi Îsraîlê re di nava pêwendiyan de ne û wan daxwaz kiriye ku Îsraîl êrîşên xwe rawestîne û got: “Rûsya naxwaze Sûriye bibe meydana nakokiyên Îsraîl û Îranê.”

Beriya niha jî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotibû, Amerîka hewl dide Sûriyê parçe bike û dewleteke Kurdî li rojhilatê Firatê ava bike û diyar kiribû, Amerîka rê nade deverên di destê hevpeymanên wê de ne (HSD) vegere bin serweriya dewleta Sûriyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin