Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kurdekê jiyana Swêd guherî!!!

A+A-

Bûbê Eser

Em Kurd bi salan e bindest in, perîşan in, tim li ser erda xwe weke koçberan dijîn. Loma dagirkerên me jî tim me ji bona xwe bi kar tînin û dibin mezinên me.

Heger me kurdan xwe nasîbana, heger me hêz û qaweta xwe bizanîbana û heger me serî ji bindestiyê re dananîbana îro em ê serdest dagirkerên xwe bûna.

Lê piştî perçekirina welat û mejiyên kurdan, piştî bi salan perîşanî wêranî û malxerabî, me hin kurdan rê dîtin ku li welatê ewropa belav bûn.

Li ewropa ew îmkana ku mirov bikaribe xwe bi rehetî binase, ziman û adetên xwe biparêze, xwedî li welatê xwe ê dagirkirî derkeve, dît.

Bi vê dîtinê hin ji ciwan, zane û bîrewirên me xwendin, xwe li civatên ewropa pêşve birin, kar û xebatên hêja kirin. Gelek ji canik û camêrên ciwanên me adet û toreyên welatê li diman baş bi kar anîn, ketin nava wê civatê…

Hûn bawer bikin ketina kurdan ya di civatên ewropî de, guherandin jî anî. Gelek ji wan ciwanên me yên Kurd di partiyên ewropayan de bûne parlemen, wezîr di gelek waran de bûne desthilat.

Kurd di hemî karên xwe û di berpirsiya karên xwe de bi serketin û gelek ji wan bûna rêveberên dewletên ewropa. Ewropiyan jî êdî kurd ji nûde nasin, ew fêmkirin ku dema firset bikeve destên kurdan, wê çawa wê firsetê bi kar bînin, têgihiştin.

Li swêdê hema bêjin di hemî partiyan de kurd weke parlemen û di rêvebiriya wê partiya ku ew bûye endam de cihê xwe girtine. Di nava wê partiyê de karên baş jî kirin e û dikin.

Weke tê zanîn li swêdê partiya Sosyaldemokrat desthilat bû, ji ber problemekê hukumetê divê ji nûde bawerî ji parlemana xwe bigirta. Îro dengdana bawerîgirtinê hebû.

Di vê dengdanê de 174 deng li dij û 174 deng li gel hukumetê bûn. Bi vî awayî biçûya wê hukumet hilweşiya û dibû swêd ji bona salekê ji nûde biçûya hilbjjartineke bê wext ku ev jî di vê qrîza Koronayê de ji bona swêdê wê barekî giran ba.

Lê keça kurd ku berê pêşmêrge bû, bi wê hêz, qawet û baweriya xwe dengê xwe ji bona berdewamiya hukumeta Sosyaldemokratan bi kar anî.û di axaftina xwe de got: Ez Kurd im û li Kurdistana xwe ya li rojhilat pêşmêrge bûn, lê îro jî weke pêşmêrgeyeke kurd dengê xwe ji bona Serokwezîr Stefa Lofven bi kar tînim.

Bi dengê keça kurd, hukukmeta swêd hilneweşiya û bi saya dengê hêja Amina Kakabaveh swêd ji qirîzek mezin xilas bû.

Dema dengê hêja Amina jî tevli dengê erê bû, bi 175 dengan ku ew jî bi saya dengê keça kurd bû, hukumetê bawerî ji parlemena xwe girt û desthilatiya Sosyaldemokratan berdewam kir û wê bike heta hilbijartina bê…

Ji ber vê helwesta Amina Kakabaveh wê pîroz dikim ku him wê nehişt hukumet hilweşe ku hilweşiya wê ji bona biyaniyan ne baş be. Dibû ku me zerarek mezin jê bidîta. Him vê xanima delal di axaftina xwe ya di parlemena swêdê de, bi kurdbûn û bi pêşmêrgebûna xwe serbilindiya xwe ji raya swêdî re eşkere kir.

Em kurdên li swêdê jî bi wê serbilind in. Bi hêviya ku li seranserê ewropa kurdên me di kar û barên xwe de bibin xwedî helwestên delal û bi vê jî kurdbûna xwe ji raya wî welatê lê ne  eşkere bêjin.

Spas Amîna Kakabaveh. Her hebî, her bijî û serketî be…

 

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar