Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kurd li Rojavayê kurdistan bê vîzyon in!

A+A-

Tirkîye, li Surîyê sîyasetek piralî û pir armanc dimeşîne. Armanca Tirkîye a sereke, li Sûrîye Kurd in. Ji bona ku Kurd nebin xwedî destkevtin, hemû rê û rêbazan bikar tîne. Tirkîye, hemû pergalên ku li Sûrîye bikar tîne, di xizmeta sîyaseta tirkîye a pêşîlêgirtina destkevtinên kurdan e. Ev helwesta Tirkîye a li henber kurdan, stratejîya Rûsîya ya li Sûrîye asteng dike. Ev jî li hesabê Rûsîya nayê.

Tirkîye her çiqa PYD û YPG bike sebeb jî, armanca wê pêşîlêgirtina destkevtinên kurdan û têkbirina kurdan ya siyasî bi xwe ye. Ji ber vê armancê, Tirkîye dixwaze her li ser axa Sûrîye destê wê xurt bimîne.

Tirkîye, argomanên ku bikar tîne yek mijara “penaberên Sûrîye” ye. Vê mijara penaberên Sûrîye li henber Yekitîya Ewrûpa (YE) bikar tîne.

Ya din jî guhertina demografîya Başûrê Rojavayê Kurdistan e. Tirkîye di vî warî de tahrîbatên mezin li ser deverên ku didestê xwe de girtîye, pêk anîye û pêk tîne. Heta niha bi sedhezaran bîyanî li ser ax û milkên kurdan bicîh kirîye, ku Kurd di pêvajoka çareserîyek sîyasî de, pir ax didestê wan de nemîne û li ser maseya giftûgoyê Kurdzeîf bikevin.

Turkîye, di pêvajoka projeyek sîyasî ji bona Sûrîye de, ji bona ku li Sûrîye xwedî rol û bihêz be; du pergalan bikar tîne. Yek têkilîyên xwe û piştgirîya xwe dide hêzên opozîsyona Sûrîye, (ku ev hêz hemû hêzên wekaletê û tundrevin) ku bikaribe di dema çareserkirina programek sîyasî li Sûrîye, van hêzan ji bona armancên xwe (dijminatîya Kurdan) bikar bîne.

Turkîye, hebûnek xwe a leşkerî û dagirkerî li Sûrîye her dihêle, ku bikaribe bi vê rêyê jî pêşî li kurdan bigire.

Helbet ev armancên Tirkîye ne. Lê ev sîyaseta Tirkîye li Sûrîye li ber têkçûnê ye. Roj bi roj nakokîyên navbera Rusîya, Îran û Tirkîye ber bi xerab bûnê ve diçin. Ji bona Tirkîye, pêvajoka Astena ketîye bin bandorek xerab. Di dan û stendinên dîplomatîk de ev pirsgirêk nayên çareserkirin. Cîh bi cîh ev sertbûn dikeve astek operasyonên leşkerî jî û Sûrîye û Tirkîye tên henber hev. Lê bi raya min ev nayê wateya ku wê Tirkîye û Sûrîye wek du dewletan di nav şerekî rasterast bikevin. Tirkîye helwesta Sûrîye û Rûsîya baş dizane. Ji ber wê jî blofan dike. Rewşa Tirkîye li Sûrîye, ne ewe ku bi hêzên Rejîma Sûrîye û Rûsîya re têkeve nav şerekî berfireh. Ji ber ku wê ev şer li ser axa Sûrîye, wê raser rewşa Îran û Rûsîya jî têxe bin bandorek neyênî û wê bandorek neyênî li ser têkilîyên Tirkîye, Rusîya û Îran jî çêbike.

Bi raya min; hêzên artêşa Sûrîye bi Rûsîya re wê êrîşên Tirkîye bidin sekinandin. Wê Tirkîye bi bêdengîyek mecbûrî van serkevtinên Rûsîya, Sûrîye û Îran li derdorê Minbiç û İdlib qebûl bike. Ev jî wê li gor berjewendîyên Rûsîya û Îran be. Bi vî haweyî, ji bona demekê wê kirîzê navbera Sûrîye, Rûsîya û Tirkîye bêt taloqkirin. Ji ber hin Rûsîya û hin jî Tirkîye naxwazin li ser axa Sûrîye bên henber hev. Ji bo wê jî, ji vî kirîzê Minbiç û İdlib, zêde guhertinên mezin dernakevin holê.

Di derheqa van tevlihevîyên li İdlibê Pentagon jî daxûyanîyek (13.02.2020) da. Daxûyanîya Pentagon jî vê dipejirîne. Di daxûyanî Pentagon de jî eşkere dibe ku ne şerê navbera du dewletan, “operasyonên artêşa Sûrîye li dijî terorê” tên meşandin. Pentagon eşkere van operasyonên Rûsîya û artêşa rejîmê li derdorên İdlib dipejirîne. Ev daxûyanîya Pentagon ku dibêje;  „Li vir şer tine ye. Li gor hevpeymana Soçî, herkes berpirsîyarîya xwe tîne cîh. A din jî ev operasyonên artêşa Sûrîye, li ser axa xwe li henber hêzên terorê dimeşîne li gor hevpeymanên Soçî dimeşe.“

Hêzên HSD û YPG, bê vîzîyon vê rewşa pêşveketina Rûsîya û hêzên rejîmê temaşe dike. Ji ber ku di navbera du aktorên wek Rûsîya û Emerîka de, berê wan ji Emerîka bêtir ber bi rejîma Sûrîye de ye. Ev jî sîyaseta Qendîl bi xwe ye. PKK naxwaze ku HSD û YPG li henber Rûsîya, Îran û rejîma Sûrîye li gel Emerîka cîh bigire. Berê wan her ber bi rejîmê de, van têkilîyên xwe wek tehdît li henber Emerîka bikartînin. Ev sîyaseta PKK li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistan, sebebek ji têkbirina kurdan bi xwe ye li vî beşê kurdistan.

Divê Kurd vê rewşê baş bixwînin û li gor wê helwestek hevgirtî û netewî deynin ortê,  xwedî hedef û programek hevpar bin, xwedî vîyon bin, ku bikaribin li henber van pîlanên Tirkîye, Rûsîya û rejîmê têk neçin. Ev jî divê ne li angora berjewendîyên hizbî, li gor berjewendîyên Kurd û kurdistanî, helwestek hevpar û rêzgirtî ava bikin. Heta niha ev gav li gor daxwazên PKK, li gor berjewendîyên têkilîyên PKK dimeşin û PKK van gavan li gor têkilîyên xwe ku balansekê bide tevgera Kurd, li Başûrê Rojavayê Kurdistan dimeşîne.

Divê xebatên hevpar û hevgirtî ji vê asta ku PKK dixwaze derkevin û li gor berjewendîyên Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan dîzayn bibe.

13.02.2020

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin