Koronayê bandoreke xerap li weşanxaneyên Kurdî kiriye

Koronayê bandoreke xerap li weşanxaneyên Kurdî kiriye

Koronayê bandoreke xerap li weşanxaneyên Kurdî kiriye

A+A-

Vîrûsa Koronayê wek hemû tiştan, bandoreke xerap li ser weşanxaneyên Kurdî jî kiriye. Weşangerên Kurd didin zanîn li bakurê Kurdistanê van salên dawiyê de rêjeyeka baş xwendevanên Kurd çêbûne.Lê ji ber Koronayê îsal pêşangehên pirtûkan çênebûn, lewma firotina pirtûkên Kurdî gelek kêm bûye.

Li gel belavbûna vîrûsa Koronayê weşanxaneyên Kurdî yên li Tirkiyê jî bandoreke xerap dîtîne. Li gel vê rewşa xerap yek ji weşanxaneya Kurdî Nûbiharê îsal 15 pirtûk çap kirîne.Xwediyê vê weşanxaneyê Silêman Çewîk dide zanîn weşanxaneyên Kurdî ji ber koronayê ketine nav rewşeke zehmet de lê li gel vê yekê jî wan îsal gelek pirtûkên li ser dîrok, çand û edebiyata Kurdî çap kirine û herwiha ji edebiyata dinyayê jî gelek berhemên navdar wergerandîne Kurdî.

Xwediyê Weşanxaneya Nûbiharê Silêman Çevîk ji K24ê re wiha axivî: '“Îsal ji ber nexweşîya koronayê karê weşangeran xerap derbas bû. Heta niha me derdora 15 kitêbên Kurdî çap kirine .Çend pirtûkên çapên dubare jî hene.Kitêbên ku me divan demê dawiyê de çap kirîn çend kîtêben gelek baş in.Mesela bîranînên mele Hicrî me çap kirin ,Me Kîtêbeka Dr. Evras Hewramî ya di arşîvên rusa de li ser Mele Mistefa Barzanî hatîbû nivîsandin me cardî çap kir.Kîtebeka zimanê Erebî ya Seyîd Elî Findikî me çap kir.”

Silêman Çevîk dide zanîn rêjeyeka baş ya xwendevan Kurd li bakurê Kurdistanê çêbûye lê îsal ji ber ku pêşangehan pirtukan nehatin kirin wan xwe kêmtir gihandiye xwendevanên Kurd.

Silêman Çevîk dibêje: “Îsal venebûna pêşangehên pirtûkan,mesela em hersal kêmayî beşdarî 6-9 pêşangehan dibûn.Vê jî tesîreke xerap li ser firotina kîtêban kir.Em diçûn Diyarbekirê,Batmanê,Wanê ,Sêrtê,Rihayê û Stenbolê li gelek cihan em beşdarî pêşangehan bibûyan karê me dê baştir bibûya.Mixabin îsal ji ber vê nexweşiyê pêşangeh jî nevebûn.Digel ku rojên ewil de rewş zêde zêde xerap bû niha çi bi rêya malperê be çi wekî dî be niha rewş baştir e.”

Çevîk diyar dike, daxwaza xwendevanên Kurdan dema li ser ziman û çanda Kurda bin piranî kitêbên ku bi Kurdî hatîn nivîsandin dixwînin. Lê mixabin dema xwendevanên Kurd bixwazin dîroka Kurdan bizanin, kîtêbên ku bi tirkî hatine nivîsandin dixwînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin