Komîsyona Dîyalogê, Hewildana Partîyeke Kurdistanî û PAK

Komîsyona Dîyalogê, Hewildana Partîyeke Kurdistanî û PAK

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)Mustafa Özçelik: Em îro jî her li ser wê fikra xwe ne. PAK di vê meşê de gaveke, qonaxeke. Lê divê em vê gavê pêşdetir bibin.

A+A-

Komîsyona Dîyalogê, Hewildana Partîyeke Kurdistanî û PAK

“7 Sal berê roja 27.04.2013an me li Amedê bi beşdarîya 500 kadroyên Kurdistanî civînek li dar xist. Di encama civinê de me ‘’Jibo Projeyeke Nû Komîsyona Dîyalogê(Komîsyona Dîyalogê)’’ ava kir.

Komîsyona Dîyalogê jibo ava kirina partîyeke netewî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî xebateke berfireh destpê kir.

Piştî gelek dan û stendin û hevdîtin û xebat û civînan bi beşdarîya bi sedan kadroyên Kurdistanî Komîsyona Dîyalogê li Amedê di roja 20.10.2013an de civînek li dar xist. Di encama vê civînê de Hewildana Partîyeke Kurdistanî hate damezrandin.

Hewildana Partîyeke Kurdistanî salekê xebatên xwe meşand û di encama van xebatan de biryara ava kirina partîyeke meşrû û yasayî da.

Li gorî vê biryarê jî Hewildana Partîyeke Kurdistanî li Amedê di roja 18.10.2014an de Kongreya damezrandinê li dar xist û bi beşdarîya bi sedan delegeyan Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) hate damezrandin.


1-091.jpg

PAKê di roja 11.12.2014an de belgeya "ewraq teslîm wergirtinê" ji Wezareta Navxwe wergirt û wek partîyeke yasayî jî dest bi xebatên xwe kir.

Piştî damezrandina PAKê di 15.01.2015an de Sergozgerê Yargitayê(Serdozgerê Mehkemeya Bilind a Dewleta Tirkîyeyê) , di roja 12.12.2016an de jî Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîna Dewleta Tirkîyeyê ji PAKê re îxtar şandin û gotin "Nav û bernameya PAKê li dijî Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê û li dijî Qanûna Partîyan e.Divê hûn navê xwe û bernameya xwe biguherînin".

Jiber ku PAKê daxwazên guhertina nav û bernameya PAKê bicîh neanî, di roja 19.01.2019an de li ser daxwaza Sergozgerê Yargitayê , Dadgeha Qanûna Bingehîn di derbarê PAKê de doza girtinê(daxistinê) vekir.

2-096.jpg

PAKê parastina xwe ya ewil û ya dawî bi Kurdî û bi Tirkî , bi nivîskî teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn kir. Di vê parastinê de jî PAKê got emê nav û bernameya xwe neguherînin û naveroka nav û bernameya xwe parast. Di dîroka Dewleta Tirkîyeyê de care yekem bû ku partîyeke sîyasî li ber Dadgeha Qanûna Bingehîn bi kurdî parastina bernameya xwe bi Kurdî dikir.

Doza girtinê ya ku derbarê PAKê de hatîye vekirin berdewam e.

PAK nuha him wek partîyeke meşrû, him jî wek partîyeke yasayî her xebatên xwe didomîne.

PAK di meşa partîyeke xurt, girseyî netewî,azadîxwaz, demokrat de gavek e

Ji roja ku me xebata Komîsyona Dîyalogê destpêkir û heta îro jî armanca me zelal e. Bingehên esasî yên sîyaseta me ev xal in:

  • Îro pêwîstîya sereke û ya ku rê li ber doza gelê me yê Bakurê Kuristanê veke ewe ku, em partîyeke xurt, girseyî yekgirtî, netewî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî ava bikin.

 

  • Divê ev partî partîya gêncan be;divê jin û hemû pêkhateyên sosyal, etnîkî, dînî, mezhebî yên civata Bakurê Kurdistanê bibin xwedîyê vê partîyê.Pêwîstî bi partîyeke hevdem, nûdem, bi rê û rêbazên li gorî vê serdemê û li gorî tevn û sosyolojîya civata me xebatên xwe bimeşîne heye. Divê bibe partîyeke ku tûnd û tûjîyê, şîdetê bikar neyne, bi rê û rêbaz û amûrên sîyasî, demokratîk û sivîl xebatên xwe bimeşîne.

 

  • Divê ev partî ne bi armanca zindî kirina kevneşopî, tradîsyoneke sîyasî ya li Bakurê Kurdistanê bê damezrandin. Divê partî berdewamîya hemû xebat û keda partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê , yên ji salên 1960î û pê de hatine damezrandin bin.Divê xwe berdewamîya têkoşîna azadîya Kurdistanê ya 200 salî bibîne.

Me PAK jî her bi vê hişmendîyê ava kir.

 

Em îro jî her li ser wê fikra xwe ne. PAK di vê meşê de gaveke, qonaxeke. Lê divê em vê gavê pêşdetir bibin.

3-103.jpg

Partîya ku em behs dikin, helbete ku ne partîyeke îslamî ye. Ev partî ne partîyeke sosyalîst, komunist e. Kadroyên sekuler û dîndar; kadroyên çep û rast, hemû kadroyên netewî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî divê xwedîyê vê partîyê bin. Jibo yek kirina hêz û partî û grûb û kesayetên netewî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî bêyî ku yek xwe li ser yekî ferz bike; ev alîyên ku me tarîf kirine, bêyî qeyd û şerd divê bêne ser maseyê. Tecrubeyên pêştir gişt tecrubeyên me ne. Divê em li gorî şerdên îroyîn careke din jibo yekgirtineke bi vî rengî hewleke nû bidin.Hewldana yekgirtineke berfireh, ne tasfîye kirina keda me ya pêştir e; divê armanca me geş kirin û pêşde birina doza gelê me be.

Di vê rêyê de em wek PAK amadene ku her fedakarîyekê bikin. Di vê rêyê de ne navê partîya me, ne navê serokê me ne xetên sor in.

Lê heger îro tu partî û grûp û dor û berên sîyasî xwe nedin ber vê pêwîstîyê, jibo gava yekem, em careke din bangî hemû kadroyên ku li ser vê rêbaz û hişmendîya ku me terîf kirîye wek me , nêzî me difikirin dikin, da ku em bi hevdu re li PAKê xwedî derkevin û em bi hevdu re dîsa li derîyê hemû alîyên peywendîdar bixin.

Helbete ku emê nikaribin hemû Kurdistanîyan di nav yek partîyê de bikin yek. Yên nikaribin bibin yek bila hevkarî û tifaqan pêk bînin; yên nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dîyalogê de bin; yên nikarin dîyalogê jî bi hevre deynin bila dijminatîya hevdu nekin.

Ez spasîya xwe li hemû kadro, xebatkar, damzranêr û endam û alîgirên ku di Komîsyona Dîyalogê de, di Hewldana Partîyeke Kurdistanî de , di PAKê de ked û westan û alikarî û piştgirîya wan hebûne dikim.

Ez bangî wan hemû kedkarên di Komîsyona Dîyalogê de, di Hewildana Partîyeke Kurdistanî de, di PAKê keda wan hene dikim ku jibo partîyeke xurt, girseyî yekgirtî, netewî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî em dîsa bi hevdu re, li PAKê xwedî derkevin û em vê gavê pêşdetir bibin.”


27.04.2020

Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin