
Keleha Hewlêrê dê bi muzîka Rojavayê Kurdistanê olan bide: ‘Yekpar’ û ‘Şahmaran’
.
Mala Muzîkê ya Zehawî di çarçoveya konserên xwe yên serdema nû de vê carê konsereke taybet a bi muzîk û stranên Rojavayê Kurdistanê saz dike.
Konser dê 28ê Tebaxê demjimêr 19:00an li Keleha Hewlêrê were lidarxistin û dê komên muzîkê yên Yekpar û Şahmaranê li ser dikê bin.
Koma yekem Yekpar e ku ji Rojavayê Kurdistanê hatiye vexwendin.
Koma duyem jî Şahmaran e û ji du xwişkên jenyar ên bi navê Nûrşîn û Perwînê yên ji bajarê Kobaniyê û solîsta wan Rojan Mehmûdzadeya ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê pêk tê û her sê jî li Hewlêrê dijîn.
Ev demek e berhemên Koma Şahmaranê li ser torên civakî dengekî mezin vedidin.
Hejar Zehawî ji bilî serpereştiya konserê dê bi her du koman re defê jî lê bide.
Ev konsera duyem a serdema nû ya Mala Muzîkê ya Zehawî ye ku li Keleha Hewlêrê tê lidarxistin.
Konsera meha borî ku 31ê Tîrmehê hatibû sazkirin taybet bû bi hunermend Aso Felahiyê ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye û Koma Solî Fusionê ya ji Silêmaniyê.
Serdema nû ya konseran dê 5 mehan berdewam bike.
Damezirînerê Mala Muzîkê ya Zehawiyê Hejar Zehawî ji Rûdawê re ragihandibû ku armanca vê serdemê danasîna komên ciwan ên ji çar parçeyên Kurdistanê ye.
Zehawî da zanîn, ji nav 53 komên ku proje pêşkêş kiribûn, 10 kom hatine hilbijartin ku heta meha Çiriya Paşînê her meh du kom dê konseran saz bikin.
Mala Muzîkê ya Zehawî 4ê Çiriya Paşîn a 2021ê ji aliyê Hejar Zehawî ve hat damezirandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya darayî dide projeyê û Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora medyayî ya konserên wê ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin