
Li ber Parlamentoya Tirkiyeyê Toroseke spî hat şewitandin
.
Berî civîna komîsyonê, li Enqereyê li ber deriyê Parlamentoya Tirkiyeyê Toroseke spî hat şewitandin û ajokarê wê hat desteserkirin.
Gerînendehiya Ewlehiyê ya Enqereyê li ser bûyerê daxuyaniyek da.
Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di bin sîwana Parlamentoya Tirkiyeyê de hatiye avakirin îro bi dayîkan re dicive.
“Torosa spî” şewitand
Beriya civîna komîsyonê, li ber deriyê parlamentoyê bûyereke balkêş qewimî.
Li gorî Ahaberê, kesekî li ber parlamentoyê otomobîla xwe ya bi markaya "Toros" a spî şewitand ku ji Mêrsînê anîbû.
Piştî ku agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat temirandin û otomobîl hat rakirin, ew kes ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Li gorî angaştan, kesê bi navê M.E.F. yê ku bi otomobîla xwe ya bi plakaya 33 FC 312 ji Mêrsînê hatibû ber parlamentoyê otomobîla xwe şewitand.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandibê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Piştî demeke kurt midaxeleyî wesayîtê hat kirin û agir hat vemirandin. Hat zanîn ku ajokarê wesayîtê hatiye desteserkirin.
Emniyetê daxuyaniyek da
Di daxuyaniya ku ji aliyê Gerînendehiya Ewlehiyê ya Enqereyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku şewata otomobîlê ji aliyê kesê bi navê M.E.F. ve hatiye pêkanîn.
Hat tesbîtkirin ku M.E.F. li parêzgeha Mêrsînê dijî, nexweşiyên wî yên derûnî hene û gelek dosyayên wî yên sûcan hene.
Sembola kuştina Kurdan
Salên 90î bi hezaran Kurd hatin qetilkirin ku tê gotin kujerên wan ne diyar in.
Torosên Spî wekî sembola van “cînayetên kujernediyar” tên dîtin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin