
Pervîn Chakar dê perwerdeya masterclassê bide: Serlêdanan dest pê kir
.
Sopranoya navdar a Kurd Pervîn Chakar, li Ameda Bakurê Kurdistanê dê perwerdeyeke masterclass a muzîkê bide.
Perwerde dê di navbera 10-11ê Îlonê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bê dayîn û 2 rojan biajo.
Hat ragihandin ku ji bo perwerdeyê dê 10 ciwanên jêhatî yên di navbera 18 û 30 salî de bên hilbijartin.
Ew ciwan dê 2 rojan ji Chakarê perwerdeya şanê ya taybet (yek bi yek) werbigirin û di dawiya bernameyê de li gel wê derkevin ser dikê û konserekê bidin.
Serlêdan heta 1ê Îlonê ye
Dîroka dawî ya serlêdanê 1ê Îlona 2025an e. Namzed divê qeydên vîdyoyê yên ku tê de herî kêm du berheman dibêjin, bişînin navnîşana [email protected]. Yek ji wan berheman jî divê bi Kurdî be.
Ji bo agahiyên berfirehtir serlêder dikarin bi hejmara 0 542 307 57 53 re têkilî daynin.
Sopranoya Kurd mizgînî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kiribû û dabû zanîn ku ev xeyaleke wê ya kevn bûye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin