
Ji Serê Kaniyê heta Derayê heman kes, heman tehdîd: Çekdar kincên xwe diguherin
.
Kesayetiyê Ereb ê bi navê Ehmed Hemad El Esed ku di sala 2013yan de wekî fermandarekî çekdar êrişî Serê Kaniyê kiribû, niha ji Derayê li dijî HSDyê banga êrişeke berfireh dike.
Ehmed Hemad El Esed di heman demê de, hişyariye dide eşîrên Ereban û eşkere dike ku ku eger nebin yek, dê rastî “qirkirinê werin.”
Ehmed Hemad El Esed Kanûna Paşîn a 2013an wekî fermandarê komeke çekdar bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bi tankan topbaran dikir.
Ehmed Hemad El Esed Tebaxa 2025an jî li bajarokê Lecatê yê parêzgeha Derayê xwe wekî serokê eşîreke Ereban nîşan dide û ji bo êrişeke berfireh a li dijî HSDyê bangî eşîran dike.
"Eger em ne yek bin, em dê werin qirkirin"
Ehmed Hemad El Esed di axaftina xwe de behsa şert û mercan êrişa dijî HSDyê kir û wiha got:
"Eger em ne li ser hev bin, nabe em rabin biçin û şerê HSDyê bikin, eger dewlet ji me ne razî be nabe em rabin û herin şerê HSDyê bikin. Ev mijareke pir mezin e.
Dirêjahiya eniya şer li wir 500 kîlometre ye. Eger her eşîrek bi tenê êriş bike, dê tevahiya eşîrê were qirkirin."
Endezyar û şîrovekarê siyasî Hozan Tingo ku bi xwe xelkê Serê Kaniyê ye û şahidê êrişên berê yên komên çekdar bûye, li ser metirsiya van gefên nû ji Rûdawê re axivî û behsa pêşhatên dawî kir.
Hozan Tingo got, ”Nameyeke siyasî di van êrişên eşîrên Ereban de heye. Hinek alî dixwazin vê bi kar bînin.
Xelkê Siwêdayê serxwebûnê dixwaze dê wan eşîran li dijî wan bi kar bînin.
Li Rojavayê Kurdistanê jî mumkin e wan (eşîran) bi kar bînin da ku desthilata Sûriye û hinek dewletên herêmê jî hêzan bidin dû eşîran.
Hedefa wan ew e ku hevsengiyê hêzê li herêmê biguherin.
Armanca wan ew e ku HSDyê lawaz bikin û rewşa siyasî ya Kurdan jî têk bibin.“
Banga êrişê bûyerên Siwêdayê tîne bîra mirov
Ev bangewaziya nû, êrişa berê ya li parêzgeha Siwêdayê tîne bîra mirov ku wê demê jî bi navê "hawara Eşîrên Ereban" û bi hevkariya hêzên Hikûmeta Sûriyeyê hatibû kirin.
Piştî wê êrişê, Komîsyona Ewlehiyê ya Navneteweyî daxuyaniyek dabû û xwestibû ku Hikûmeta Sûriyeyê hemû kesên ku tevlî êrişê bûne ceza bike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin