Iraq û Amerîka pirsa hinardekirina petrolê nîqaş dikin

Iraq û Amerîka pirsa hinardekirina petrolê nîqaş dikin

.

A+A-

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê û Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û têkiliyên di navbera herdu welatan de axivîn.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de amaje da ku, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên li Bexdayê pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê Steven Vaughan kir.

Her du aliyan di wê hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina têkiliyên di navbera herdu welatan de kir, xasma jî yên ku peywendî bi hevahengiya Amrîka û Iraqê re li ser rola şîrketên Amerîkî heye, ku di sektora petrolê de li Iraqê dixebitin.

Wan herwesa li ser pirsgirêk û astengên ku şîrketên petrolê li Herêma Kurdistanê pê re rû bi rû dibin nîşqş kirin, tevî çareserkirina pirsgirêkên ku derfetan diafirînin da ku hinardekirina berhemê petrolê ji zeviyên Herêma Kurdistanê ber bi Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve ji nû ve dest pê bikin.”

Fuad Hisên pêştir gotibû, "Niha hevfêmkirineke zelal heye ku ji bo pirsgirêka radestkirina petrolê çareseriyek bê dîtin," Herwesa gotibû, "Ev çareseriyeke demkî ye û heta dawiya salê ye. Ew xwe dispêre du çavkaniyên qanûnî: qanûna budceya heyî û biryarên dadgeha federal.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin