
Şandeyeke Kongreya Amerîkayê bi Ehmed Şer re civiya
.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Şamê pêşwazî li şandeyeke ji endamên Kongresa Amerîkayê kir.
Li gorî Ajansa fermî ya SANAyê, Şer pêşwazî li şandeyeke ji senator û endamên Civata Nûneran a Amerîkayê kiriye.
Di civînê de Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî û Wezîrê Karên Navxwe Enes Xetab jî amade bûne.
Ev cara sêyem e ku di nava vê mehê de şandeyên Amerîkayî serdana Şamê dikin.
Amerîkayê 5ê vê mehê ragihandibû ku şandeyek ji bo jinûveavakirina hebûna dîplomatîk a daîmî ya li Sûriyeyê serdana paytextê kiriye.
Her wiha di 11ê Tebaxê de endamê Kongreya Amerîkayê Abraham Hamadeh li Şamê bi Şer û Şeybanî re hevdîtin kiribû.
Di serdana Hamadeh de, li ser gelek mijarên bi armanca bipêşxistina aştî û ewlehiyê li seranserê Sûriyeyê gotûbêj hatibûn kirin û bi taybetî tekezî li ser parastina mafên pêkhateyên ên wekî Xiristiyan, Durzî, Kurd û Elewiyan hatibû kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin