Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kêmanî û şaşiyên Tifaqa Welatper û Demokrat (TWD) çi bûn?

A+A-

Divê ez gotina talî di pêşî de bêjim da ku mesele xweştir û zelaltir bê fêmkirinê. Li gor min şaşiya tifaqa welatperwer û demokrat ya ewil ew bû ku serokên herdu partiyan (PSK-PAK) nebûn namzetên şaredariyan di hilbijartina 31.03.2019an de.

Di serî de herkesan û serokên herdu partiyan jî dizanîbûn wê namzetên wan ji bona şaredariyan nayên hilbijartin. Li gor vê jî serokan xwe naden ber barekî weha. Lê ya rastî ew bû ku bi xwe bûbana namzet.  Lê nebûn.

Loma dibê, brêz Mustefa Ozcelik li Mêrdînê, brêz Bayram Bozyel li Diyarbekirê û brêz Mesut Tek jî li Dêrsîmê bûbana namzet.

Xwe nekirin namzet, lê bi serde jî di qada propagandeyan de ew li pêşiya hemî namzetên xwe de bûn, te digot qey namzet ew in. Erê hûn çiqasî serok jî bûn, lê divê hûn heta hilbijartinan du gavan li dû namzetên xwe bana.Ev jî nekirin.

Ya din min di facebookê de jî diyar kirbû ku divê namzetên vê tifaqê di çarpeltv de projeyên xwe pêşkêşî gel bikin, da ku bi projeyên xwe bihatana nasîn. Ev jî nebû.

Pêwîst bû ku hemî namzetan xwepêşandinên girseyê li dar xistibana û di wan mitîngan de bi kurdî bangî gelê xwe kiribana da ku bêtir wê xelkê guhdariya wan kiribana.Ev jî nekirin.

NamzetênTifaqê rewşa xelkê nedan ber çavam. Nedîtin û fêm nekirin bê xelk jiyaneke çawa dijîn. Piraniya namzetên wan hemî bi qerewat, bi bedlê xweşik û rind ketin nava xelkê. Dema xelkê ew rewşa ha dîtin, hinekî veciniqîn. Xwestin bêjin gelo vana ji ku hatin.

Dema te xwest xizmeta gelê xwe bikî, divê tu jî bibe yek ji wan. Divê tu jî weke wan bî. Bi wan re rûnê, bigere û biaxife. Bikeve şîn û şahiyên wan. Weke wan li xwe bike da ku ferqa we nebe. Ev jî nekirin, hatibe kirin jî gelekî qels an kêm bû.

Bi qasî tê gotin, bi qasî em dizanin û dibêjin, Ciwan hebûna gel e. Rêber û pêşavanê wî ye. Lê me di vê hilbijartinê de di nava namzetên vê tifaqê de ciwanên rêber û pêşevanên xwe nedîtin.

Tim tê gotin ku jin jiyan e. Lê me di nava namzetên vê tifaqê de ew jiyan jî nedît û em bê jiyan man.

Li gelek ciyan de ango bajar û bajarokan de namzetên Tifaqê tune bû Sedema vê çi bû ez bi xwe nizanim. Weke em dizanin bajarê  Wanê bi xwe bû bû weke warê PAKê, meş civîn û çalakiyên herî zêde li wir dikirin, lê li wir tu namzet rê nedan. Çima?

Bi qasî tê zanîn Dersîm jî weke Qela PSKê bû, lê li wir jî namzet tune bû. Çima? Ji ber vê divê ev herdu partiyên me rewşa wê hilbijartinê ji nû de di nava xwe de, di nava endamên xwe de munaqeşe bikin da ku careke din şaşiyên weha nekin an nebe.

Brêz Mustefa Ozcelîk ji Dêrika Çiyay Mazî ye Lê ji Dêrikê jî tu namzet tune bû. Divê heba lê ev jî nekirin. Li gor min divê wan Zînet Dinçer xanim weke namzet li Dêrikê rê dabana. Ji ber ku Dêrikî hev digirin, ji hev hez dikin. Bi namzetiya Zînet xanê wê hema hema hemî jinên Dêrikiyan dengê xwe, rayên xwe dabana wê. Ev jî nekirin.Dibe ku li hin cihên din jî rewşeke weha hebû, ez wê nizanim.Lê bi qasî ez dizanim divê wan ango tifaqê Cemila Garsî weke namzet ji Nisêbînî rê dabana. Ew jî nebû.

Helbet gelek xuşkên me yên jêhatî û kêrhatî hene. Lê ji ber ez van herdu xuşkana dinasim loma min navê wan da.Lewra  wan herdu xuşkên me him destên wan qelem digire, him dikarin binivîsînin û him jî dikarin biaxifin. Bi namzetiya herduyan li gor min wê gelek dengê zêde di rûpela Tifaqê de bihata nivîsîn. Lê ne nivîsandin…

Helbet kêmanî hebûn û pêwîst nake mirov yek bi yek wan bêje an binivîsîne, divê ev herdu partî li ser vê rawestin. Yanî kêmanî û şaşiyên xwe yek bi yek bibînin, li ser wan munaqeşe bikin da ku careke din ew nebin.

Van partiyên me di destpêkê de gaveke baş û pêwîst avêtin, lê ew gav weke hate xwestin, nekirin an nemeşiya ya jî ewqasî ji wan hat. Lê dîsa jî gava wanî ewil gelekî erênî, girîng û pîroz bû. Ew gav wê bibe weke rehberekê li pêşberî hemî partî û rêxistinên me.

Piştî ewqas salan û cara yekem bû ku dengê sisiyan derxistin, ev baş bû. Lê ji bona rojên pêş divê li ser vê munaqeşeyên girîng, dûr û dirêj bikin.

Pêwîstiya ev tifaq berbi eniyeke neteweyîde here, heye. Ji bona vê jî divê ji niha de gavên lazim bêne avêtinê. Lewra divê van herdu partiyana ji bona damezrandina eniyeke neteweyî bikevin nava xebat û çalakiyan.

Me di vê hilbijatinê de û bi saya wê tifaqê dît ku dema yekrêzî û yekîtiya partiyên me hebin, wê gel jî hêdî hêdî bikevin nava wan. Lê divê em ji bîr nekin ku gel jî ne gelê berê ye.Li gor vê zanyariyê divê partiyên me tevbigerin.

Divê neyê ji bîr kirin ku rêya serketinê di yekîtî, hevkarî û bi hevre karkirina partî û rêxistinên me yên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne, derbas dibe. Ji ber ku wê bi hev re him xurtir bin, him jî wê bikaribin bibin altarnatifeke neteweyî ku li ser navê gelê xwe biryaran bide, qise bike û derkevin hola siyasetê.

Divê şaş neyê fêm kirin, her çiqasî kêmasiyên tifaqê hebûn jî, lê wan dîsa bi wê helwest û qaweta xwe cara ewil rêya sêyem pêşkêşî gelê xwe kirin. Ev karekî delal û helwesteke pîroz bû…

Ez hemî namzetên tifaqê pîroz dikim ku wan jî xwe westandin, kar kirin şev û rojê xwe li xwe herimandin da ku çend dengên zêde bînin

Spas ji bona wan nas, dost û dilsozên gelê xwe ku ew jî bi alîkariya namzetan ve rabûn, bi wan re geriyan, belavokên wan belav dikirin.

Her hebin ew kesên di şertên zor û dijwar de dengên xwe dane wan namzetên tifaqa welatparêz û demokrat.

Di hilbijartineke din de em ê bêtir û bi hevre serketîtir bin. Ji ber ku em bi hevre xurtir in. Êdî rê û xeta neteweyî her ku dihare zelatir dibe û bûye.

Önceki ve Sonraki Yazılar