Keçeke Kurd li Îslandê bû parlamentera herî ciwan

Keçeke Kurd li Îslandê bû parlamentera herî ciwan

.

A+A-

Encamên hilbijartinên Îslandê hatin ragihandin û keçeka Kurd jî wek parlamenter hat hilbijartin û bû parlamentera herî genc a wî welatî.

Roja 25ê Îlona 2021, hilbijartinên parlamentoya Îslandê hatin lidarxistin û îro Yekşem 26ê Îlonê jî encamên wê hatin ragihandin.

Li gor encamên hilbijartinên parlamentoya Îslandê, Hevpeymaniya Çep û Rastrewan piraniya dengan qezenc kirin, û ji 63 kursiyên parlamentoyê, 37 kursî misoger kirine.

Di hilbijartinên vê carê de, bo cara yekem di parlamentoya wî welatî de hejmara parlamenterê jin ji parlamenterên zilam zêdetir e.

Herwiha keçeka Kurd a bi navê Lenya Teha Kerîm, wek parlamenter hatiye hilbijartin. Lenya Teha 21 salî ye û parlamentera herî biçûk di xûla vê carê ya parlamentoya Îslandayê de ye.

Lenya Teha Kerîm, di hevdtîneke medyayî de behsa malbata xwe kiriye û ragihandiye, bavê wê Kurd e û ji sala 1993an ve çûye Îslandê û dayika wê jî ji sala 1996an ve çûye wî welatî, bêyî ku amaje bi navê bajar û navçeyê bike.

Di sala 2013an de malbata Lenya vegeriyane Kurdistanê û di 2016an de careke din vegeriyane Îslandê.

Lenya dibêje, “Ez li îslandê ji dayik bûme û mezin bûme. Zimanê Îslandî gelek baş dizanim, lê hevdem dizanim jî ku ez bi esil ji malbateke koçber hatime.”

Hikûmeta Îslandê ji hevpeymaniya partiya Kesk bi serokatiya Katrin Jakobsdottir a serokwezîr û partiya Konservatîv a serbixwe û partiya Ber bi Pêşveçûnê ya miyanrew pêk hatiye.

Partiya Konservatîv karî di vê hilbijartinê de her 16 kursiyên xwe yên di parlamentoyê de biparêze ku di hilbijartina sala 2017an de bi dest anîbû.

Partiya Kesk a Katrin Jakobsdottir a serokwezîr, 3 kursiyên xwe ji dest dan û hejmara kursiyên wê yên di parlamentoyê ji 11 kursiyan daket bo 8 kursiyan.

Di hilbijartina sala 2017an de, 24 jin wek parlamenter hatibûn hilbijartin, lê di hilbijartinên îsal de, 33 jin wek parlamenter ji aliyê gelê Îslandê ve hatine hilbijartin û bi vê yekê jî Îslanda di warê wekheviya cênderî û beşdariya siyasî ya jin û zilaman d bo 12mîn sal li ser hev, di pêgeha yekê ya cîhanê de dimîne.

Herwiha ji ber ku piraniya endamên parlamentoya Îslandê jin in, ew welat dibe yekemîn welat li Ewropayê û cîhanê ku hejmara endamên jin ji zilaman zêdetir e.

Serokê Îslandê, Gudni Th. Johannesson hêj bi fermî partiya serkevtî ji bo pêkanîna hikûmeta welat erkdar nekiriye, ku tê pêşbînîkirin hikûmeteke hevpeymaniyê bê avakirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin