Kazaxistan- Kurdek bû parlamenter

Kazaxistan- Kurdek bû parlamenter

.

A+A-

Rojên 10 û 11ê Çileya 2021ê hilbijartinmn Parlamentoya Kazaxistanê birêve çû, li gor encamên destpêkê, ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Kazaxistanê belav kiriye, careke din partiya desthilatdar Nûr Oten zêdetirî %76ê dengên Kazaxistanê bi dest xistin.

Cîgirê Serokê Komeleya Berbang a Kurdên Kazaxistanê Wekîl Mistefayev ku di heman demê de ji kadroya partiya Nûr Oten a desthilatdar e, dengên pêwîst bi dest xistin û bû yekem parlamenterê Kurd di dîroka Parlamentoya Kazaxistanê de.

Li gor amarên ne fermî, zêdetirî 150 hezar kurd li Kazaxistanê dijîn û beşeke girîng a revenda kurdî pêk tînin.

Wekîl Mistefayev di sala 1982an de li Komara Kazaxistanê ji dayîk bûye. Di sala 2010an de li Zanîngeha Turan a Kazaxistanê bawernameya bekaloryusê di yasaya navdewletî de bi dest xistiye. Di sala 2014an de di warê aborî de mastera xwe temam kiriye û di sala 2017an de di zanistên siyasetê de doktora bi dest xist.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin