Jimara 5an a Kurdiname’yê derket

Jimara 5an a Kurdiname’yê derket

.

A+A-

Kovara akademîk û bi hakem Kurdiname, di sala 2019an da bi jimara yekem derketibû. Li ser malpera Dergiparkê weşanê dike ku ev malper bi piştgirîya TÜBİTAKê wek navenda kovarên akademîk tê meşandin. Weşanger û serokedîtorê kovarê Osman ASLANOĞLU ye.

Kurdiname salê 2 jimaran derdixe. Dema weşana van jimaran jî bihar û payîz e. Jimara biharê di meha Nîsanê da û jimara payîzê jî di meha Mijdarê da derdikeve.

Kovar him bi qadên xwe, him bi zimanên gotaran piralî ye. Qadên sereke ên kovarê Ziman, Wêje, Çand û Dîrok in. Xencî pirqadîya xwe kovar pirzimanî ye jî. Gotar bi zimanên Kurdî(hemû zarave), Tirkî, Îngîlîzî, Farsî, Erebî dikarin werin nivîsandin. Kovar di gelek îndexên navnetewî da cih digire.

Heta niha 5 jimar derketine. Di hemû jimaran da bi tevahî 55 gotar hatin nivîsandin.  Ji van 38 gotarên lêkolînî, 11 gotarên nirxandina pirtûkan, 5 jî gotarên wergerî ne.  

Jimara dawî a 5an di meha Mijdarê a 2021an da derket. Di vê jimarê da 7 gotarên lêkolînî, 2 werger, 2 nirxandina pirtûkan hene.

Gotarên jimara 5an a Kurdiname’yê:

https://dergipark.org.tr/tr/pub/kurdiname

Gotarên Lêkolînî

1

A DESCRIPTIVE EFFORT ON THE OTTOMANS-YEZIDIS’ UNJUST RELATIONS: A RELATIONSHIP IN THE SHADE OF VIOLENCE

Oral ORPAK

2

TÜRKLER ANADOLU’YA GELİRKEN KÜRTLER

Abdullah KIRAN

3

HÊMANÊN ROMANA KLASÎK DI ROMANA JANA GEL DE

Veysel TANRIKULU

Mehmet Veysi BABAYİĞİT

4

BI MEXLESA “FEYZΔ DU HELBESTÊN NÛ YÊN ŞÊX MISTEFAYÊ SÎSÎ

M. Zana KARAK

5

BÎBLOGRAFYAYA HELBESTA KURDÎ YA KLASÎK A EKOLA BABAN

Koser Omar AHMAD

6

دركه و خواستن، خسته‌ڕووی واتاشاراوه‌كانی ده‌ق به‌نمونه‌ ده‌قه‌‌ شیعریه‌كانی ئه‌حمه‌د

موختار جاف

Hemn Karim M. SALIH

Ahmed Mohammed RASHEED MEERA         

7

AMAJE Û ALEGORÎYÊN NETEWEYÎ Û ÇANDÎ DI ÇÎROKSAZÎYA ROMANA DIMDIMÊ YA EREBÊ ŞEMO DE

Mazhar ÇİFTÇİ

 

Gotarên Wergerî

8

ŞAH İSMAİL, KÜRD ÜMERASI VE DİYARBEKİR’İN İRAN’DAN AYRILMASI

Farsça’dan Çeviren: Ercan GÜMÜŞ- Mardin Artuklu University

9

LI KURDISTANA IRAQÊ CIVAKEKE QIZILBAŞ: ŞEBEK

Wergera ji Îngilîzî: Hüseyin KAÇMAZ

 

Nirxandina Pirtûkan

10

ULUS VE ROMAN: FARS VE KÜRT ANLATISAL SÖYLEMİ ÜZERİNE BİR ÇALIŞMA

Ebubekir GÖREN

11

MEDYAYA KURDÎ Û MEDYAYA ‘NÛ’

Ahmet KAN

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin