Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

"Ji nû ve vejîna kurdên diasporayê"

A+A-

2017-08-27-photo-00000005[1611].jpg2017-08-27-photo-00000007[1624].jpg

 

2017-08-27-photo-00000013[1626].jpg

Çoş û qalabalixa li Kolnê hêviyê xurtir dikir... Gav bi gav serkeftîna mezin nêz dibe.

Do insiyatifa Heumarktê di destê keç û xortên Kurdistanî de bû.

Meydana Heumarktê bi dengê wan, bi dengê "bijî Kurdistan "dihejiya.

Û ew deng hêz dida mirovan.

Girseya li Heumarktê bendek di nabêna siyaseta entegrasyon û Serxwebûn xwazan danî.

Qalabalixa nêzi 20 hezaran bi yek dengi mesajek didan: em welatek in û divê dewletek me hebe.

Kêf û enerjiya wan hêjayî ditinê bû.

Kurdên diyasporayê di şertên pir cuda dijin..

Zarokên wan perwerdekiri, rewşekî wan î xweş he ye...

Aramî û standarta jiyana wan blind e... li welatên azad û demokratik dijîn! 

Lê her xemgin in...li dibistanê, li cihê kar, li dawet, li disko û jiyana rojane her rasti êşa bê dewlet bûyinê dibin. Rojane rastî heqeretên hemwelatiyên ku Kurdistanê dagirkirine tên.

Wexta ji wan tê pirsin "Tu ji ku ye? "

Dibêjin "em kurd in, ji Kurdistani ne."

"Ma dewletek we heye?"

Ev pirsa kec û xortê diasporayê pir diêşine.

Xeyalek wan heye. Dixwazin wexta yek ji wan bipirse "dewletek we yi serbixwe heye ?" 

Destê xwe li singa xwe xinin û bêjin erê heye! "heye...heye!"

Do li Heumarktê kec û xortên me destê xwe li singa xwe dixistin û bi yek dengi digotin: " Bijî Serxwebûna Kurdistanê!"

Qefle qefle dihatin Meydana Festiwalê.

Dimenên pir û pir xweş hebûn.

Kêfa piraniya beşdaran li cihê xwe bû!

Bi tayibetî ji kurdên bakurê Kurdistanê.

Beşdariya İsmail Beşikçi rengek da Festiwalê.

Heyecana li Heumarktê xeta Kurdistanî xurtir dike! Tovên Kudistanî her ku dicin xurt dibin.

Festivala do destpêka xeyalên me yi bi dehan salan ne!

Kec û xortên me bi şiarên bijî Serxwebûna Kurdistanê wek kaniya ku li "damar"-rihê xwe yên eslî digere..

Hunermendên Festiwalê bi stranên xwe çoşa keç, xort û beşdarên Festivalê ber bi zozanên Kurdistanê dibir.

Li meydana Heumarktê bê sebriyek jibo 25ê ilonê hebû. 

Em berbi finalê dicin. 

Kurdên diyasporayê jibo piştgiriya birayên xwe yên başurê Kurdistanê ,bi vê Festiwalê, bi vê çoşê agirê ku hatiye vêxistin gur kirin.

Edi em li benda 25ê ilonê ne. 

Em li benda mizginiya ku ewê qedera her çar perçeyan biguherine. 

Do Festiwal bû. 

25ê ilonê ewê bibe Karnaval

Bi ilan kirina Serxwebûna Kurdistanê emê Cejna mezin piroz bikin.

27.06.2017 

Önceki ve Sonraki Yazılar