Ji lawan ra

Ji lawan ra

ÎHSAN NÛRÎ, Ji kovara Ronahî Hejmar 28, Adar 1945

A+A-

Lawo!

Tu dizanî çira em hev nabînin; çira axa me reş; esmanê me tarî ye? Efrîtan pêşîya ronayîyê girtîye. Lawo, tu dizanî ! çira em nikarin hilmeke rehet bikêşin. Em difetisin, dengê me dernakevê, dest û pê me nalipe. Dêwin li ser singên me rûniştine. Çira rûyê min zûr bûye? Rast e, em hev nabînin.

Roj derketî, tavê li erdê daye, gul û sosinan her der xemilandîye. Welê eva ronayîya ku ez dibêjim ne ev e. Ev ro ra dixwazim ko li demê, ji dewranê li ser kuçên bilind ên Agirî li nav agirê bomb û top û tifing û mîtralyozan ji nav birqe-birqê şûr û xencer û rim û nize li ser rûyê kefenên sipî can bêzaran helatî; li ser xwe xûnên şehîdan ên sor û miqedes, şehîdên dîn û mil girtî. Di pey xwe ra ser singa hêşînatîya axa Kurdistanê danîbû. Germîya tijavê toximê azahî ra li dilê kurdan hêşîn, kezebên neyaran qul qul kiribû.

Xew ji çavên xasibên heqên kurdan ra heram, xortên kurdmancên bêgovang ra kiribû.Arê, lawo arê, ewê tavê dibêjim ko tarîya qrûna dilên kurdan ra rakirî; çavê dila ra ronaî da bû; toximê kîn û neyartîya hev, ko dijminên me li vê tarîya dil da çandî, hev dû ra kuştin didan û li gel xûnên pak kurdên cahil û bêxember acûr çêdikir; ximên û hisarên koxikên celal û ceberûtên xwe mihkem û bilind dikirin; xoşkano!

Lawo! Ew ro ra dibêjim ko bona helandin û hûr hûr kirina zincîrên zilm û dilê dest û peyên kurd helatî, dema tewafa qebrên şehîdan ên bêkêl, şehîdên dîn û milet xwarî erdê bû bû. Li nav çengalên dêw û efrîtan griftar bûye:

- Babo, meger nikarin eva dêw û efrîtan bikujin, roja kurdan dîsan ber bi esman kin

- Lawo, tu zar î, eqlê te nagihîje; devê birîna dilê min vemeke û xweyê pê wer meke. Hêvîya min ji Xwedê heye ko rojek wê were, axa me jî mîna axa cînarên me bi ronî be.

- Babo, meger cînarên me dêw kuştine, roja xwe derxistin. Çira kurd naqedînin. Meger wana ji kurd mêrxastir in?

- Ne kurê min, mêrxas nînin; aqil in; li her karî yek in. Civata wan heye, bi hev dişêwirin. Ne ku mêrxasî navê nijadê me ye; nîşana me ye. Lê li dinyayê ji kurdan mêrxastir peyda nabin. Dayikên kurd zarên xwe li çiyan û banî, di newal û deştan da tînin. Çawan ku tev xûn tên dinyayê, dema diçin jî li serî li gel xûna xwe dialin; sor tên sor diçin. Çavên kurdan da jiyîn û mirin yek e. Mêrên kurd ne bi jiyînê şa, ne bi mirinê xemgînin. Tenê li nav kevir û kuçên bilind, li newalên kûr de xuyên hev ra girtine. Ji kuştina hev ra zor jêhatî ne. Ji ên din xwe vedişêrin; zû zû xwe bernadin, dest bi tifing nakin. Dema ko kirin, erd û esman li ser serê neyaran hildiweşînin. Kurdan mêranîya xwe li deştên Xinûs, Xarpêt, Diyarbekir û li gelîyên Darahênê, Dêrsim, Midyat û Botan, li şax û daxên Sîpan û Agirîyê de nîşan daye.

Dema dil bikin pola dihelînin, çiyan dihejînin. Êdî ecel û mirin nikarin pêşîya wan bigirin. Çaxê heft siwar û an de peyayên egîd li şerê Kanîkorkê, li rasta Beyazîdê di bin teyroka mitralyozan da rikêba ser mifrezeke dijmin kirin, merov digo li ehda sehaban de ye, weko Elîyê reş zilfîqar kêşaye berê xwe daye koma kafiran. Gava nêzik bûn, mîna gur ketî be nav pez. Qumandarê firqê top bi timobîla xwe girêda, revand û welê xilas bû.Dijminan gazind ji bextê xwe û aferîn bi mêranîya kurdan dikir.Rojeke din, heft mêrên boxê ê şemkan rikêba nêzikî çarsed siwar û peyan kir. Wan heft peyan dijmin mîna pez avêtî bû pêşîya xwe û dajot. Kumandarê dijmin destûr topçîyê xwe da ser wan şêrên nêr guleyan navêje, bi bêbextî nekuje.

Heyf, lawo, ewan şêran bi temamî, bi bêbextî hatine girtin û kuştin. Îro ruhê wanê pak li me dinihêrin. Dinihêrin ka bibînin em hêjayî fedekarîya wan in. Dinihêrin ka em dikarin tola wan bigirin, di rêya wan de herin.  Beydaxa (alaya) azahîya kurdan ya ku wan vekiribû dîsa li ser şax û daxên Kurdistanê daşiqînin. Ev jî bi tenê bi mêranîyê çênabe. Ser zanîn û pêkanîn û girêdana dest û peyê wan dêw û efrîtan jî divêt. Belê jê re esasên jêrîn gerekin:

1 – Ji şivan û gavanan heta mîrê mîran divêt kurd bizanin ko birayên hev in; Ji da û babekî çêbûne. Xûna wan yek, namûsa wan yek, teesuba wan yek e. Jîyan û mirina wan yek e.

2 – Zanaî û zor serkanîya xweşîyê ye. Dan-zanîn esasê azahîya milet e. Yek jê bi xwendinê, ê din bi yekbûnê çêdibe.

3 – Bawerî û îtaeta piçûk ji mezinê xwe ra, şefqet û himayet û mehebeta mezin ji piçûkê xwe re.

4 – Navê neyartîya eşîran ji nav kurdan rabe. Bi hikmê şerîeta Mihemedî herkes ji kirina xwe mesûl be; bab, bira, pismam, cînar ebeden tev nebe. Teesiba milî şûna teesiba eşîrî bigire.

5 – Hemû miletê Kurd di dora civateke milî de bigihê hev. Dema ku ev tişt çêbûne berê miletê Kurd ber bi esman e. Ruhên bab û bapîrên wan Kiyomers û Temors û Cemşîd û Ferîdûn û Keyqubad û Erdeşîrê Babek û Selahedînê Eyûbî û Kerîm Xanê Zend şa ye. Armanc, cîyê bab û kalê kurdan ê kevin û mezinatîya berê peyda kirin û tava Kurd di Welatê Cemşîd de ji nû ve bi esman xistin e. Lawo, te seh kir, ji min dubuhure, hêvî ji te ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin