Mezlûm Ebdî: Koalîsyona Navneteweyî mifteya hilweşîna DAIŞê bû

Mezlûm Ebdî: Koalîsyona Navneteweyî mifteya hilweşîna DAIŞê bû

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di 1ê Mijdarê Roja Piştgiriyê ya Cîhanê ya li dijî Kobaniyê de li ser  Xê peyamek weşand.

Ebdî di peyama xwe de qurbaniyên mezin ên ku di şerê Kobaniyê de canê xwe ji dest dan, bi bîr anî û tekez kir ku Koalîsyona Navneteweyî di têkbirina DAIŞê de roleke diyarker lîstiye.

Ebdî got: "Di Roja Piştgiriyê ya Cîhanê ya Kobaniyê de, em qurbaniyên ku gel û şervanên me di bin navê mirovahiyê de di berxwedana li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de kirine bi bîr tînin."

Wî anî ziman ku bi saya vê hevgirtinê, wan rêxistinên xwe xurt kirin, Kobanî parastin û rê li ber hilweşîna "xîlafeta DAIŞê" vekirin. Ebdî destnîşan kir ku îro, ev yekîtî bingeha hewildanên wan ên ji bo avakirina paşerojeke çêtir ji bo hemî gelên Sûriyeyê pêk tîne.

Şerê dîrokî yê Kobaniyê di payîza 2014an de bi êrîşa berfireh a DAIŞê li ser bajêr dest pê kiribû, û di Çileya 2015an de bi piştgiriya hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî û ya Pêşmergeyan ve hate rizgarkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin