Îsko Dasinî: Milethezî ji baweriyê cudatir e, bila Kurdbûna me winda nebe

Îsko Dasinî: Milethezî ji baweriyê cudatir e, bila Kurdbûna me winda nebe

.

A+A-

Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Gurcistanê Îsko Dasinî ji Rûdawê re behsa rewşa siyasî ya Gurcistanê û pirsgirêkên civaka Kurd a li wî welatî kir.

Îsko Dasiniyê ku ji bo cara sêyemîn e wekî nûnerê Kurdan di parlamentoyê de cih digire, bal kişand ser kêmbûna hejmara Kurdan, pirsgirêka asîmîlasyonê û gengeşeya nasnameyê ya di navbera "Êzidîbûn" û "Kurdbûnê" de.

Dasiniyê ji Partiya Xewna Gurciyan a desthilatdar amaje bi wê yekê kir ku partiya wan xwedî piraniyeke xurt e û berê wan li Ewropayê ye, ne li Rûsyayê.

Tevî çalakiyên mixalefetê, ew bawer e ku partiya wan dê di desthilatê de bimîne û pirsgirêkên Gurcistanê çareser bike.

Ew wekî yekane parlamenterê Kurd ê di parlamentoya ku ji 150 kursiyan pêk tê de, rola xwe ya di siyaseta Gurcistanê de girîng dibîne.

Îsko Dasinî derbarê rewşa Kurdên Gurcistanê bi xemgînî behsa kêmbûna hejmara Kurdan a piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê kir û got ku hejmara wan ji 40 hezarî daketiye nêzîkî 10 hezarî.

Dasinî her wiha bal kişand ser pirsgirêka asîmîlasyonê û qelsbûna axaftina bi zimanê Kurdî ya di nava nifşê nû de.

Dasinî, li ser pirsgirêka nasnameyê ya di navbera "Êzidîbûn" û "Kurdbûnê" de jî rawestiya û tekez kir ku divê "milethezî" û parastina nasnameya Kurdî bibe pêşeng, ji ber ku ziman û dîroka hevpar bingeha yekîtiyê ne.

Di dawiya hevpeyvînê de, parlamenterê Kurd behsa pêwendiyên di navbera Gurcistan û Herêma Kurdistanê de kir û da zanîn ku ji bo karsazên Kurd derfetên baş ên veberhênanê li Gurcistanê hene.

Hevpeyvîna nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şedadî ya bi Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Gurcistanê Îsko Dasinî re:

Rûdaw: Dembaş, ez Kamîz Şedadî me, ji Tiflîsa paytexta Gurcistanê li gel we me. Îro mêvanê me parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Gurcistanê Îsko Dasinî ye. Kek Îsko, tu bi xêr hatî. Ez dixwazim destpêkê derbarê rewşa siyasî ya Gurcistanê bi kurtî agahiyan ji te wergirim. Em dizanin ev cara sêyemîn e tu dibî parlamenter û partiya we ev çend sal in li ser desthilatê ye. Di navbera mixalefet û partiya we de hinek pirsgirêk hebûn, îro rewş gihîştiye kîjan qonaxê? Gelo rîsk heye ku partiya we desthilatê ji dest bide? Niha çend parlamenterên partiya we hene û çend parlamenterên Kurd hene?

Îsko Dasinî: Ya yekê, ez şa me ku em careke din rastî hev tên. Bi rastî, di dema hilbijartinan de jî hevdîtina me çêbûbû. Ji bo Gurcistanê ez dikarim çi bêjim; ji sala 2012an ve partiya me li Gurcistanê desthilatdar e. Di parlamentoya ku ji 150 kursiyan pêk tê de, niha 89 parlamenterên me hene. Tenê yek Kurd heye, ew jî ez im û ev cara sêyemîn e. Rast e, mixalefet hinekî zêde li dijî partiya me derdikeve lê partiya me partiyeke rast û xurt e. Berê me li Ewropayê ye, em berê xwe nadin Rûsyayê. Ez bawer dikim ku dê partiya me dîsa bibe desthilat û hemû pirsgirêkên Gurcistanê bên çareserkirin. Em di serî de li Gurcistanê edaletê dixwazin. Partiyên din ji destpêkê ve nedixwestin li Gurcistanê edalet hebe. Ji ber wê, ew rêyan digirin û li ber çûn û hatinê dibin asteng. Lê niha êdî piştgiriya wan jî nemaye û gelek kêm bûne. Di hilbijartinên dawî de, me bi xwe jî bawer nedikir ku partiya me ew qas deng û kursî bi dest bixe. Partiya me niha pir xurt bûye. Partiyek heye ku heta niha parlamentoyê boykot dikir lê îro dibêjin em dê beşdar bibin. Ew jî êdî dibînin ku partiya me dê sê salên din jî Gurcistanê bi rê ve bibe û fêm dikin ku nikarin li derveyî parlamentoyê bimînin.

Rûdaw: Em werin ser mijara Kurdan. Te got ku niha tenê tu parlamenterê Kurd î. Di serdemên berê de çend Kurd hebûn? Ez dixwazim vê yekê zanibim. Hejmara Kurdan li Gurcistanê çi qas e, ferq nake Misilman an Êzidî bin û mafên wan di destûrê de çawa hatine parastin?

Îsko Dasinî: Di dema Sovyetê de li Gurcistanê zêdetirî 40 hezar Kurd hebûn. Lê dema Sovyet hilweşiya, Kurdên me ji vir koç kir. Niha ez bawer dikim nêzîkî 10 hezar Kurd mane. Mafên me yên ku li vir dijîn wekî yên her kesî ne. Bêyî cudahiya ol û neteweyê, mafê hemûyan yek e. Lê neteweyên din hene ku ji me zêdetir in û bi komî li deverekê dijîn. Wekî mînak, Azerî û Ermenî her yek du parlamenterên wan hene. Lê neteweyên din jî hene ku ji Kurdan gelekî zêdetir in lê parlamenterên wan nînin. Ez dixwazim bêjim, dewleta Gurcistanê qedrê miletê me digire û ez cara sêyemîn e dibim parlamenter. Eger em hemû li nêzîkî hev bijiyana, me yê bikaribûya li dibistanên dewletê dersên Kurdî bida zarokên Kurd. Lêbelê, Kurdên me li deverên cuda belav bûne.

Ez dikarim bêjim, dema em mezin dibûn, me hemûyan bi Kurdî diaxivî. Li mala me, me bi Kurmancî xeber dida. Lê niha ev kêm bûye. Zarok pêşî fêrî zimanê Gurcî û Îngilîzî dibin, paşê fêrî zimanê dê û bavê xwe dibin. Lê dîsa jî ez bawer dikim ji nîvî zêdetir zarokên me bi zimanê xwe diaxivin. Nasnameya me ya neteweyî û Kurdiya me, wê li vir winda nebe. Dema em ji dayîk dibûn, dê û bavê me bi me re bi Kurmancî diaxivîn. Niha ji ber ku zimanên Gurcî û Îngilîzî zêdetir tên bikaranîn, Kurmancî hinekî kêm bûye û zarok bi qasî me nizanin. Urf û edetên me jî, ne wekî berê be jî, tên parastin.

Ez bawer dikim ev rewş li welatên din jî hinekî guheriye. Tê bîra min, cara yekem ku ez çûm Tirkiyeyê, Kurdan di nav xwe de bi Kurdî xeber dida lê bi dengekî ku her kes nebîhîze. Lê niha ez dizanim li Tirkiyeyê jî her kes bi Kurdî diaxive. Gelo dewlet hene ku destûrê nadin axaftina bi Kurdî? Ez dibêjim êdî rewş ne wisa ye. Dilê min gelekî şa dibe dema diçim Kurdistanê, gava tu sînor derbas dikî, kî li wir kar dike tu pê re bi Kurdî diaxivî. Helbet ev yek tiştekî pir baş e. Tê bîra min, ciwanên ku dihatin pir matmayî diman û digotin, "Li vir polîs bi Kurdî diaxive, ev çi ye?" Ez dixwazim tiştekî din jî zêde bikim, di nav polîsên Gurcistanê de jî gelek Kurdên me dixebitin. Kesên ku ez qet wan nas nakim, tên ba min û bi Kurdî xeber didin. Li cem me ew pirsgirêk nîne.

Rûdaw: Mamoste, yek ji pirsgirêkên girîng ne tenê li Gurcistanê, li Ermenistanê jî, meseleya bawerî û netewebûnê ye. Gelo ev pirsgirêka Êzidîbûn û Kurdbûnê hîn jî bi awayekî cidî heye? Dewlet vê yekê teşwîq dike, yan ev parçebûn di nav milet bi xwe de çêdibe? Sedem û çareseriya vê parçebûna li ser bingeha baweriyê çi ye?

Îsko Dasinî: Sed heyf ku ev pirsgirêk îro di nav miletê me de heye. Ji dema ez ji dayîk bûme ve, me hemûyan dizanibû ku em Kurd in û di dînê xwe de Êzidî ne. Ji sedî nodî zêdetir li ser dînê Êzidî bûn. Îro rewş hinekî hatiye guhertin lê hûn bawer bikin, dîsa ji sedî 90 dibêjin em Kurd in. Milethezî tiştekî mezin e, çimkî eger em nebêjin em miletek in û ji Kurdbûna xwe hez nekin, em dê vê yekê winda bikin û ji vê xirabtir tiştek nîne. Ola te çi dibe bila bibe, Xiristiyan, Misilman an her çi be, bila mirazê wan bi ola wan be lê milethezî rastiyeke bingehîn e. Em niha li ser înternetê dibînin ku gelek kes dibêjin, "Em Êzidî ne, ne Kurd in." Ez dibêjim divê ev rewş hêdî hêdî were rakirin. Divê siyasetmedarên me li ser vê bixebitin. Divê ev pirsgirêk di nav miletê me de nemîne. Ez bawer dikim wê wisa jî bibe, çimkî em bi yek zimanî diaxivin, kal û bavên me yek bûne û li ser erdekî jiyane. Divê em her tiştî bikin ku ev pirsgirêk di serî de li Kurdistanê nebe.

Rast e, gelek Êzidiyên me ola xwe guhertine; bûne Xiristiyan, pir kêm bûne Misilman, heta yên dibin Cihû jî hene. Lê tu nikarî bibêjî "na, destûr nîne." Her kes di baweriya xwe de azad e. Li gorî min, ya sereke ew e ku tu Kurdbûna xwe û miletheziya xwe winda nekî. Helbet baş e mirov ola xwe neguhere lê tu nikarî zextê li mirovan bikî. Kurd hene ku bi miletên din re dizewicin, kêm in lê hene. Gava tu bi kesekî ji miletekî din re bizewicî, li gorî urf û edetan tu Êzidîtiya xwe winda dikî. Ez bi xwe ji 72 bav û kalan ve Êzidî me û ji ola xwe bawer dikim.

Rûdaw: Mamoste, careke din dixwazim vegerim ser erka te ya parlamenteriyê. Wekî me got, ev cara sêyemîn e. Te wekî parlamenterekî Kurd heta niha çi pirsgirêkên Kurdan anîn rojevê? Daxwazên Kurdên Gurcistanê ji te çi bûn ku tu li parlamentoyê bînî ziman?

Îsko Dasinî: Bûna parlamenter ew qas ne hêsan e. Wekî min got, li vir hejmara Azerî û Ermeniyan pir zêde ye, lewma parlamenterên wan hene. Berê carinan parlamenterên Kurd hebûn, carinan nebûn. Wekî endamê partiyê, dîsa ez bûme parlamenter. Heta niha pirsgirêkeke cidî ya Kurdan çênebûye ku ez bixim rojeva parlamentoyê. Niha hate bîra min, ez dixwazim bêjim, Serokwezîrê Gurcistanê li Îranê rastî Serok Nêçîrvan Barzanî hatibû. Paşê di konferanseke li Kurdistanê de, birêz Nêçîrvan Barzanî ji min re got, "Ez û serokwezîrê we 15 deqeyan li ser te axivîn." Ez gelek kêfxweş bûm. Ez dixwazim bêjim ku çi dewleta Gurcistanê, çi miletê Gurcistanê, em yek in, mafên me yek in û Kurdên me li vir nayên êşandin.

Rûdaw: Em dizanin hejmarek karsazên Kurd li vir dixebitin. Gelo karsazên Gurcî jî diçin Kurdistanê? Perspektîva pêwendiyên aborî û bazirganî di navbera her du aliyan de çawa dibînî?

Îsko Dasinî: Li vir di saziyên dewleta Gurcistanê de Kurdên me dixebitin; dozger, polîs û di gelek dezgehên din de kar dikin. Ez dizanim ku li Kurdistanê jî Gurcî kar dikin. Gelek karsazên Kurd hatine vir kar dikin û karê wan jî baş dimeşe. Ez çend ji wan nas dikim û em rastî hev jî tên. Ez bawer dikim ku perspektîv wê hê baştir bibe, nemaze eger di navbera Gurcistan û Kurdistanê de têkiliyên fermî xurttir bibin û çûnûhatin zêde bibe. Niha Kurdên me hene ku bêyî vîze nikarin werin vir. Ewropa hinekî vê yekê dike pirsgirêk. Ez neçar dimînim alîkariya wan bikim. Karsazî îro li Gurcistanê pir bi pêş dikeve. Ez dikarim bêjim ku eger veberhênanê bikin, wê poşman nebin. Ji hemû welatan tên vir, kargehan vedikin û heta malan jî dikirin. Divê pirsgirêk çênebin, eger çêbibin jî em li vir in. Ev siyaseta partiya me ye ku derî ji veberhênanê re vekiriye. Bila Kurdên me jî gavekê biavêjin, werin veberhênanê bikin û ez bawer dikim wê her tişt baş be.

Rûdaw: Gelek spas mamoste. Ez minetdar im ku te wextê xwe ji bo vê hevpeyvînê veqetand. Careke din spasiya te dikim. Belê, me ji Tiflîsê Îsko Dasinî, yekane parlamenterê Kurd, kir mêvanê we.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin