Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ji bona partî, rêxistin û gelê me!!!!

A+A-

 

Rewş hatiye wê merhaleyê ku êdî însanên fedekar û yên berjewendî perest nema ji hevdu tê ne veqetandin. Heger bê veqetandin jî yên berjewendîperest li pêş in…

Di vê dema ku em têde dijîn; kesên fedekar roj bi roj wenda dikin û kesên bi peran kar dikin lê tu fedekariya wan tune ye bi pêşve dikevin.

Sedema wê jî ew e ku kes, partî, rêxistin û dezgehên me jî li ser vê ranawestin û nabînin an nikarin bibînin ku ferqa kesan ji hev cûda bikin.

Ev keraseteke mezin, malwêraniyeke bê hempa ye. Ji ber ku ew ferq nayê dîtin û gotin, kesên li gor xwe, li gor berjewendiyên xwe û bi saya perên ji hinan digirin, di raya gitştî de tê dîtin ku ew yê herî fedekar e.

Lê hin hene, ji bona hemî xebatên xwe yên welatparêzî, rewşenbîrî ji tu derekê peran nagirin. Lê hemî kar û xebatên kesên weha ji bona welatê wan, Kurdistana şêrîn e.

Kesên weha, bi keda xwe, li gor îmkanên xwe karê hêja, berhemên delal dide. Kesên weha çalak û xebatkarê welatê xwe ne. Kesên weha doza welatê xwe di ser her tiştekî re digirin. Lê mixabin ji ber kesên weha fedekar in. Zêde nayên hezkirin û di gelek waran de zêde têne êşandin.

Ji bona tu bê hezkirinê li hember her karekî divê tu peran bigire. Jiyana xwe bêtirîn bike bi derew û şelafiyê da ku tu bê hezkirin, bibe xwedî pere û hezkirina partî û rêxistinan bigire.

Kesên berjewendîparast  belaş karê welatparêziyê nakin, Lê tu caran bê pere ji bona tu rêxistin û partiyan kar nakin. Armanc û hedefa kesên weha, li ser asasê tevliheviyê  û derewan, bi konetî karê xwe dikin. Lê hezar nixabin ew îro gula civatê ne.

Ev bûye weka sîstemekê ku rastî nemîne. Ev bûye edatek da ku kesek bê pere kar neke. Dibe ku hin vê normal bibînin. Loma min xwest vê henekî vekim da ku em bikaribin wan kesana ji hev veqetîne û herkesan li gor duristî, zanitî û fedekariya wan li gor derew û şelaftiya wan, wan li  qelemê xin.

Dema te bi peran kar kir tu dikarî her dem rastiyê veşêre û ji bona xatirê kesên peran didin te derewan bikî.

Mirovê fêrî peran bibe, ew ji bona tevgera gelê kurdistanê gelekî xeter e. Ji ber ku ji bona peran dikarin her xerabiyê bikin. Dikin jî, lê hê jî partî, rêxistin û dezgehên me ev nedîtine, ya jî nayê hesabê wan bibînin.

Li gor min sedemek ji sedema nebiserketina partî û rêxistinên me yek jê ev e. Ji bona ku ew bi serkevin, divê herkesên ku kar dikin, bişopînin, lêkolînan li ser wan amade bike da ku fêm bikin bê ew bi peran an bi fedekarî karê xwe dikin.

Ji ber ku heta niha tiştekî weha nebûye, loma ew kesana ango yên derewçîn, berjewendîperest û yên tenê ji bona peran kar dikin wê bi eşkereyê derkeve holê. Heger lêkolîn li ser kesan bê kirin…

Bi vê nezanînê an li ser ne rawestandinê, partî, rêxistin û dezgehên me kesên fedekar diêşînin. Lewra ew roj bi roj ji karê xwe dûr dikevin.  Kesên bi  peran jî kar dikin, him bêrikên xwe dijî dikin, him dibin navdarekî ku di çavê xelkê de fedekarê herî mezin.

Ji bona partî, rêxistin û dezgehên kurdan karên xwe li ser xeta neteweyî bikin û bixwazin bibin xwedî hêz û qawetek ji dil, divê êdî li ser kesan bikevin lêkolînan. Da ku ferqa yên bi rastî fedekar û yên tenê ji bona peran kar dikin bê dîtin. ÊDÎ HÛN DIZANIN….

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar