Ji bo Amedê hişyariya baraneke bihêz hat dayîn

Ji bo Amedê hişyariya baraneke bihêz hat dayîn

.

A+A-

Platforma Hevgirtin û Parastina Bajêr a Amedê ji bo dawiya hefteyê, hişyariya baraneke bihêz da û daxwaz ji aliyên peywendîdar û xelkê bajêr kir ku ji bo egera her lehiyekê tedbîrên pêwîst werbigirin.

Saziya Keşnasiya Tirkiyê ragihand ku ew pêşbînî dikin dawiya hefteyê rojên Şemî û Yekşemê baraneke zêde li parêzgeha Amedê bibare û ji welatiyan daxwaz kir ku tedbîrên pêwîst werbigirin.

Platforma Hevgirtin û Parastina Bajêr ya Amedê ku 81 sazî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar pêk tê roja Înê 17ê Adara 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hişyariya barana bihêz da û bang li aliyên peywendîdar ên bajêr kir ku li dijî sedemên lehiyên nû yên li bajêr tedbîrên pêwîst werbigirin û hemû avrêjan paqij bikin.

Platforma Hevgirtin û Parastina Bajêr ya Amedê dibêje, “Ji ber wê barana bihêz ku di dawiya hefteyê de li seranserê bajêr tê pêşbînîkirin, bi liberçavgirtina ku dê bibe sedema lehiyê divê saziyên peywendîdar li navenda bajêr bilez avrêjan paqij bikin. Divê ji bo veguhastina avê ji jêrbihûra li navçeya Ofîsê û serbihurên li ser rêya Rihayê sîstemên yedek ên pompayê bên saz kirin.”

Platforma Hevgirtin û Parastina Bajêr ya Amedê bang li welatiyan jî dike û dibêje, “Ew welatiyên me yên ku li jêrzemînan û qeraxên robaran dijîn divê bixwe tedbîrên xwe werbigirin. Herwiha welatiyên me eger neçar nebin divê dawiya hefteyê dernekevin derve û di dema baranbarînê de jêrbihurên li ser rêyan bikarneynin.”

Roja Çarşemê 15ê Adara 2023an piştî baranbarîneke zêde li parêzgehên Riha, Semsûr, Meletî û  Amedê yên Bakurê Kurdistanê lehî rabibû û lehiyê bandorek nerênî li wan navçeyan kir û zererên canî û darayî gihandin welatiyan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin