Îsraîlê bi mûşekan êrîşî binkeyên Sûriyê kir

Îsraîlê bi mûşekan êrîşî binkeyên Sûriyê kir

.

A+A-

 Artêşa Sûriyê radigihîne, çareke din Îsraîlê bi mûşekan êrîşî ser bingehên wan kir, lê wan piraniya mûşekan berî bigihin armancên xwe bişikînin.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” li ser zarê jêderekî ji artêşa Sûriyê belav kir, şeva borî di demjimêr 22:42 de Îsraîlê bi mûşekan êrîşî ser bingehên wê li başûrê Sûriyê kir, wan jî karî piraniya mûşekan berî bigihin armancê xwe bişikîn.

Heman jêderî got jî, Îsraîlê mûşek ji Golanê ve arasteyî xaka Sûriyê kirin û ziyanên ji encama êrîşê derketine jî tenê madî bûn.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, Îsraîlê êrîşî binkeyên leşkerî yên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve li parêzgeha Quneyterê kirin û ti ziyanên canî nebûn.

Di meha borî de jî, Îsraîl çend caran cih û pêgehên hêzên ser bi Îranê ve li Sûriyê bombebaran kiribûn. Di êrîşa roja 12 meha borî de jî 23 ji çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li Bokemalê hatibûn kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin