Îro salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê ye

Îro salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê ye

Îro salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê ye. Di roja 25ê Îlona 2017an de, referandûma Kurdistanê hat li dar xistin û ji sedî 92.73 kesan bo serxwebûna Kurdistanê got erê.

A+A-

 

Encûmena Bilind ya Referandumê di roja 07.06.2017an de hat pêkanîn, piraniya partiyên siyasî yên Kurdistanê li dora Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî civiyan û bi hev re ragihandin: “Dema wê ye gelê Kurdistanê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, ta bê zanîn serxwebûnê dixwaze, yan piştî wan hemû êş û azarên bi serê wî de hatiye dixwaze di çarçova Iraqê de bimîne.”

Di civîna Encumana Bilind de, roja 25. 09.2017an wek roja birêvebirina referandûmê hat diyarkirin û Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsînê dest bi amadekariyan kir, ji bo referendûm bê encamdan.

Her çend e ji destpêka biryarê ve piraniya welatên navçe û cîhanê û berpirsên Hikûmeta Iraqê bawer nekirin Kurd pêngaveke bi vî awayî bavêjin jî, pirsa referandûmê bû dosya sereke ya medyaya navxwe ya Iraqê, navçe û cîhanê û wê biryarê her der hejand, ji ber ku di 100 salên borî de, karîna hilgirtina pêngaveke bi vî awayî ji Kurdan re nehatibû pêş, ji ber wê serkirdatiya Kurdan bawer dikirin ku niha dema guncaw e û divê gel gotina dilê xwe bikin.

Iraq, welatên navçê û çend welatên din daxwaza derengxistina referandûmê kirin, lê Encûmena Bilind a Referandumê bi wan daxwazan qayil nebû, ji ber ku pirsgirêkên Herêmê bi Hikûmet û Dewleta Iraqê re gihîştibû lûtkeyê û wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serkirdatiya siyasî ya Kurd digotin: “Baweriya Bexdayê bi hevbeşiyê nemaye û zêdetir ji 55 birge û bendên destûrê binpê kirine, heger em nikarin du hevbeşên rasteqîn bin, em du cîranên baş bin çêtir e.”

Li gor axaftinên berpirsên Hikûmeta Herêmê û Wezareta Pêşmerge, di heyama 4 salên şerê li dijî DAIŞê de, Bexdayê hevkariya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê nekiribû û heta rê li pêş gihîştina çek û keresteyên leşkerî yên civaka navdewletî ji Pêşmerge re dişand jî digirt. Ji destpêka sala 2014an ve û ji serdema fermandariya Nûrî Malîkî ve, Bexdayê budceya Herêmê û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê birîbû, li ser yekalîkirina pirsgirêkên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de jî, tu pêşveçûnek nehat kirin. Dosya petrol û gaze jî wek xwe mabû, wê yekê jî serkirdatiya Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê ji Bexdayê zêdetir bêhêvî kiribû. Berpirsên Bilind ên Herêma Kurdistanê amaje bi wê dikirin, dema Kurd bi daxwaza xwe di çarçova Iraqê de dijî û li gor destûrê xwedî mafê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide ye, lê binpêkirina mafên wî û pabendnebûna Bexdayê bi destûrê, wî mafî dide Kurdan, bîr li bijardeyên de bike û li gel biryara xwe bide, çi dixwaze?

Referendûm ne diruşm bû, roj li dû rojê aheng û kernevalên berfereh ji bo referandûma serxwebûnê li hundir û derveyî Kurdistanê hatin lidarxistin, lê hin aliyên nûnerên xwe di nava Encûmena Bilind a Referandûmê de hebûn, ne milê xwe dan ber bangeşeyê û ne wek dihat xwastin kar ji bo serxistina wê proseyê kirin.

Mesûd Barzanî ku wê demê Serokê Herêma Kurdistanê bû, lê her xwe wek Pêşmergeyê rêya rizgarî û serxwebûna Kurdistanê dizanî û erkê giran bi rê ve dibir, rojane çendîn şandên navxweyî û derveyî dihatin ew didîtin û fişarên mezin dixistin ser wî, ta ji biryarê bi paş ve vekişe, di heman demê de jî serkarwanê bangeşkarê referandûma Kurdistanê bû, ne tenê wê demê, heta di dawî hevdîtina wî berî referandûmê bi kenala “Al-Jazeera” a Qeterî re ku şeva 23. 09. 2017an hat belavkirin got: “Her rijd im li ser wê yekê, ku mafê biryardanê û diyarkirina çarenivîsa xwe ji gelê me re heye.”

Barzanî di gotarên bangeşeya referandûmê û di hevdîtinên medyayî yên navxweyî û derveyî de digot: “Referandûm mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye, mafekî asayî, yasayî û destûrî yê gelê Kurdistanê ye. Binpêkirina destûrê, lihevkirin, hevbeşiyê û birîna nanê gelê Kurdistanê han da gelê Kurdistanê ku referandûmê encam bide, heger destûr bihata bicîhkirin, Iraq nedigihîşt vê rojê.”

Referendûm piştevaniyeke mezin ji aliyê Kurdên navxwe yên Herêma Kurdistanê, derveyî Kurdistanê û perçeyên din ên Kurdistanê sitend û aheng û kernevalên mezin hatin lidarxistin, çendîn korbend û civîn bi rê ve çûn û bo Kurdan derfetek derbirîna li xwe û li mafên xwe wek derfetek dîrokî bû, lê Bexdayê lawaziya dewleta Iraqê bi sedema 4 salên şerê DAIŞê Kurd tohmetbar dikir û ev weke fersendekê dît bo bergiya referandûmê bigre, gefên mezin li gelê Kurdistanê dixwar, bi Îran û Tirkiyê re çendîn hevdîtin, civîn û rêkeftinên jêrbijêr kirin, gefa daxistina sînor û êrîşa leşkerî li ser Herêma Kurdistanê xwar, ta ji birêvebirina referandûmê poşman bibe, lê ji ber nebûna alterrnatîva referandûmê û nebûna gerentiyeke navdewletî ji bo diyarkirina demeke din û çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re nehat ber destê Kurd, Serok Barzanî piştî civîna bi Encûmena Bilind a Referandûmê re ragihand: “Referandûm nayê paşxistin û çawa dibe, bila bibe.”

Sibeha roja 25. 09. 2017an, ji gelê Kurdistanê re wek cejnekê bû, ew nû ji metirsiya DAIŞê derketibûn û bi hêviyeke mezin çûn ser sindoqan, ta bersiva wê birsê bidin, “Ma dixwazî serbixwe bibî, yan bi Iraqê re bimînî?” lê nêzîkî ji sedî 93 ji nişteciyên Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û Kurdên li derveyî Herêma Kurdistanê dengê “belê” dan serxwebûnê. Li gor nerîna çavdêrên navdewletî, referendûm li gor pîvanên navdewêletî bi rê ve çû.

Lê fişarên û gefên li ser Herêma Kurdistanê zêdetir bûn, Iraq û welatên navçeyê artêşên xwe li sînorê Herêma Kurdistanê kom kirin û dest bi manorên leşkerî û xwenimayişkirin kirin, gefa birçîbûnê xwarin û pişt re biryarên Parlamana Iraqê bi ser Herêma Kurdistanê de hatin sepandin û gelê Kurdistanê hat sizadan, geşta balafirxaneyên Herêmê hatin rawestandin û Bexdayê çendîn rênima li dijî gelê Kurdistanê girtin ber, lê serkirdatiya Kurdistanê neçû bin barê wan fişaran û amade nebû encamên referandûmê hilbiweşîne, tevî ku bi berdewam digotin, “Roja piştî referandûmê, dewletê ranagihînin”

 

Ev nûçe 150 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin